Jin ji bo xwe odeyek digerin

  • 09:01 6 Gulan 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
"Di sedsala 19’an de jinan mafên xwe bi hev re bi awayekî rêxistinkirî dest bi nîqaşê kirin û ev jî bi hêrsa ku bi salan ketiye ser hev dikare bê vegotin.  Em dikarin ji vê re bejin sedsala ‘kesên bi goreyên şîn’ jî. Rayagiştî ava kirin û ji bo derfetên perwerdê biafirînin xebat meşandin. Zemîna ku têkoşîna mafê dengên jinan ava kir, têkoşîna mafê perwerdê bû."
 
Zîlan Narîn
 
Di dîrokê de dema mirov li pirsgirêka perwerda jinan dinêrin esasa herî dertê pêş,  jinên xwendiye û dinivîse îstîsnaye û têkiliya wan bihev tune. Ev jin ya keçên malbatên arîstokratin an jî keçên bavên perwerdekirî û entelektulel in. An jî jinên nexwestine bizewicin, jinên hevjînê wan mirine yên dewlemendin. Jinên jiyanek cuda hedef kirine. Lê divê mirov bikevin pey berdewamkirina israra van jinan. Pêşiya perwerdê vekirin israra berdewama vê ye.  Di vir de jî pirsgirêkêk cuda dertê pêş. Ger hişimendiyek kolektîf ne mijara gotinê be, wê berdewama dilopan çawa pêk bihata? Di pêşketina vê hişmendiya kolektîf û belavkirina vê de, di dîroka têkoşîna mafê perwerdê de divê em hevdîtinên jinan yên bi hev re, girîngiya avakirina qadên ku rêhevaltiya jinan pêş dikeve bibînin.
 
Akademiyê Jinên Azad ên îro di tecrubeya tevgera Jinên Kurd de tê dîtin, di salên 1970’ê de komên femînîst yên hişmendiya jinê bilind kirine dikare mînak bên dest girtin. Di sedsala 18’an de li Îngîlîstanê bi armanca partiyên çayê yên jinan veguhertin nîqaşên entelektuel yekemîn kuluba jinan The Blue Stockings Society (Civaka kesên bi goreyên şîn) hat vekirin û ev navend xwedî taybetiyeke ku piştgiriya aborî û manevî dida jinên ku dixwazin perwerdê bibînin e. Em dikarin van mînakên rojane zêde bikin lê ji bo ev pêşketina hişmendiyê bê dîtin divê em berê xwe bidin keşîşxane û dergahan.
 
Di serdema navîn de jinên li dora dergah û dêran kom dibûn, piştevanî û civakîbûna alternatîf û faliyetên hilberînê rêxistin dikirin. Ji sedsala 12’yemîn şûnde tevgera Begînler/cemaat ya ji jinan pêk dihat, li Anatolyayê di heman deman de komên wek Xwişk (Baciyani Rum) ne îstîsbûn. Di sedsala 7 û 8’an de di alî Xiristiyaniya ava dibû de di alî keşîşxaneyên jinan û îslamiyetê de, di sedsala 13’yemîn de ji bo jinan navendên piştevaniya civakî û fêrkirinê rola xwe lîstiye. 
 
Di vî alî de jinan hem şexsî û hem jî komî perwerde didît û wek qadên ku entelektuelî lê pêk dihat, jin ne tenê di  dîroka perwerdê de di hişê polîtîk de jî xwedî cihekî girîng bûn. Hildegard von Bingen, ji vîlayeta Belh (Balkh) Umm Ali, Rabia Adeviyye û  hinek sufî, wek mîstîk di dîroka ku jin xwe bighînin zanîn û perwerdê de her yek mînakê nîşan didin. Jinên demên ewil li malên sohbeta tasavufî û meclîsan kom dibûn piştre li tekke û zaviyeyên aydê xwe ava dikin. Hafsa Bintî Sîrîn, Fatma Bintî Abbas, keçên Evhâdüddin Kirmânî, Fatma Baci û Emîne Hatun tenê ji van jinan çend hebin. Çavkaniyên behsa sufî û mîtîkan dikin kêmin û der barê van jinan de agahî girtin zêde ne pêkane. Armanca me ne tenê rêzkirina van navan e, em dibînin ku ev jin ji bo cemaetên xwe kmo bikin alav pêş xistine, derfetên dema xwe zêde dane zorê. Fatima al Fîhrî ya Tunusî di 859’an de li Fasê damezrîneriya zanîngeha Kureyn/ Al Qarawiyyî dike. Ev dibistana ku navenda zanînê ya girîng a cîhana îslamê ye, tê gotin ku jin qebûlê dibistanê nekiriye û ev jî pirsa gelo çend jinan di vê dibistanê de perwerde dît, dîplome girt, çend jinan li pişt perdê ders guhdar kir, tîne hişê mirovan. Çavkaniyên dema behsa jin an jî rêxistinkirinên wan dikin, ne jinan zêdetir mêran derdixin pêş. Ji ber vê ye ku ne Fatma Baci hevjînê wê Ahî Reva û fikrên wê tên zanîn. Bêguman ev ne rewşeke îstîsnayiye. Gotina ‘Li pişt her mêrekî serkeftî jinek heye’ rastiya ‘li pêş her jinek serkeftî mêre disekine’ berovajî dike.  Rastiya ku dîrok ji aliyê mêran ve hatiye nivîsîn li vir jî derdikeve pêşberî me.
 
Em di serdema navîn de ku bi tarîtiya xwe tê rojevê, îcar jî ji riyê ronî binêrin. Di dema ku Gazalî ku digot bila jin li malên xwe rûnin û ji mêran re xizmetê bikin, jiyaye û dema ku li Ewropa pêvajoya komkujiya ku ‘neçîra pîrebokan’ bi talîmata dadgehê dêrê dest pê kir, di heman demê de pêk hatine û ev ne tesadufe. Bi vê demê re li dijî otorîta dêrê keşîşxane wek tehdîd hatin dîtin û her çû bê badnor hatin hiştin. Li şûna tasavvufa ku digot mêr û jin wek hev e, jin ji mizgeftan hatin dûrxistin û rêbazên tûnd ketin jiyanê. Bi mudaxaleyên wisa mafê xwegîhandin perwerdê ji jinan hatiye girtin.
 
Jinên dibistanên xwe vekirin...
 
Di sedsala 19’an de jinan mafên xwe bi hev re bi awayekî rêxistinkirî dest bi nîqaşê kirin û ev jî bi hêrsa ku bi salan ketiye ser hev dikare bê vegotin.  Em dikarin ji vê re bejin sedsala ‘kesên bi goreyên şîn’ jî. Rayagiştî ava kirin û ji bo derfetên perwerdê biafirînin xebat meşandin. Zemîna ku têkoşîna mafê dengên jinan ava kir, têkoşîna mafê perwerdê bû. Bi hewldana yek ji jinên dewlemend ya Îngîlîstanê  Hannah More ev kulub hat avakirin û ji avakirina koleyên jinan yên Ewropa û Amerîkayê re pêşengî kir. Di van sedsalan de tekeyên ku jinên Qesra Îmrapatoriya Osmaniyan ava kirin jî rolên wek vê dihewîne. Di destpêka sedsalên 19’an de li Îranê jinan beyî piştgiriya dewletê nav hev de pere kom kirin û bi van pereyan ji bo zarokên keç dibistanên taybet vekirin, komê civakî ava kirin û der barê jinan de weşan derxistin.
 
Jinên di van komele û kuluban de ji bo perwerda zarokên keç lobî çêkirin, dibistan vekirin, fon û burs dan bêguman hemû jinên şoreşgerin. Bêguman jinan encamên polîtîk yên odeyeke aydê wan hebin, hesab nekirin lê Mary Wollstonecraft  di pirtûka ‘Li Ser Perwerda Zarokên Keç Fikr û Nêrîn’ perwerda ji bo zarokên keç parast û rê li ber aliyekî nû yê mafê perwerdê vekir. Jinên wek Mary Wollstonecraft jî parçeyek vê kevneşopiyê ne.