Paradîgmaya ku aboriya komunal a demokratîk xwe dispêrê

  • 09:04 8 Nîsan 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
Her pergala aboriyê xwe dispêre felsefe an jî paradigmayekê. Aboriya Komunal a Demokratîk jî xwe dispêre ‘paradîgmaya civaka azadîxwaz a jin, ekolojîk û demokratîk’ û xwe wisa temam dike.
 
Elif Kaya
 
Her pergala aboriyê xwe dispêre felsefe an jî paradigmayekê. Aboriya Komunal a Demokratîk jî xwe dispêre ‘paradîgmaya civaka azadîxwaz a jin, ekolojîk û demokratîk’ û xwe wisa temam dike. Pergala aboriya komunal a demokratîk, xwe bi nirxên vê paradîgmayê  vedinasîne, rêxistin dike, pratîk dike. Civakîbûn, têgeha ked-nirxê, teşeyê venasîna têkiliya mirov-xwezayê di esasa vê paradîgmayê de pêş dikeve. 
 
Wek di navê Paradîgmaya Civakî ya Azadîxwaz a Jin, Ekolojî û Demokratîkbûnê de cih digire, xwe li ser sê rêgezan vedinasîne. Ekolojiya demokratîk û azadixwaziya jinê. Di esasa sê rêgehan de paradîgma diçe venasîna pergala ekonomî û civakî. Paradîgma aboriya komunal a demokratîk jî di vê esasê de rêxistin dike.
 
1.Rêgeza demokratîk
 
Yek ji qadên ku raste rast bi jiyana civakî re eleqeder dibe ya xebatê bêguman aborî ye. Aborî bi kurastî û zelalî, bi hemû faliyetên hevpar yên civakê re têkildar e. Ji ber vê jî qada ku raste rast têkiliyên jiyana civakî diyar dike ye. Ji ber vê di her asta wê de tevlibûna civakî yanî demokratîkbûn, der barê jiyana civakî de biryarê digire û qadeke ku gotinê hewce dike ye. Xwedî taybetiya ku herî zêde ferz dike civak demokratîk bibe ye. Dema pergala aboriyê tê rêxistinkirin komunê esas digire. Li hinek qadan koperatîf li hinek qadan odeyên pîşeyî heta meclîs û kargeriyên di terza rêxistinbûnê de hebin jî ya esas hewandina rêxistibûna rihê komunal û di rêveberinê de pêkanîna rêgeza demokrasiyê ye. Li qadên xebat û yekîneyên biçûk raste rast demokrasî pêk tê û di xebatên berfireh de jî tevlibûneke berfireh a demokrasiyê esas tê girtin. Armanc jî ev e ku zemîna desthilatdarî û hiyerarşiyê qels bibe û ji holê bê rakirin. Têkiliyên civakî yên ne wekhev û adîlane demokratîk dike, ji azadbûnê re qadê vedike. Komun wek teşeyê rêxistinbûna esas a kêmkirin û jiholêrakirina  newekheviya civakî tê destgirtin. Komunên ku xwedî şansê pêkhatina demokrasiyê jî hene û komunên ku rêxistinên berfireh dikin jî hene. Di vê modelê de di esasa hewcedariyan de rêxistinbûn esas tên girtin. Ya girîng, zûtir diyarkirina komunan nîne, li gorî hewcedariyan avakirina cureyên yekîneyên komunal in. Bêyî komunî tu tiştek nehiştine. Mînak ji komuna şêniyên taxekê ku ji bo pirsgirêka ceyranê çareser bikin tên gel hev û komunê ava dikin, heta komunên herêmî yên pirsgirêka av û enerjiya giştî çareser dikin, berfirehbûnekê esas digirin. Li erdnîgariya Rojhilata Navîn di esasa hewcedariyên çavkaniyên binê erdê û ser erdê de, rêxistinbûnên bi mekanîzmayên hevpar diçin çareseriyê, di afirandina jiyana azad û demokratîk, adîlane de mifteya esas e. Mînak mafê her kesî heye ku ji avên Dîcle û Firatê fêdeyê bigirin. Bêyî ku mafê bikaranînê bibe tekel, mafê xwezayê li ber çavan tê girtin û bi rêxistinbûnên komunal a parvekirina adîlane pêk tînin.
 
2. Rêgeza ekolojîk
 
Di xwezayê de her tişt di hevsengiyekê de ye. Bi pêşketina civakîbûnê re mirovan ev hevsengî ji bo berjewendiyên xwe xera kiribin jî  demek dirêj rêzdariya li hember xwezayê, çand û rîtuelên parastina maf di jiyana civakîbûnê de zindîbûna xwe parast. Bi dema modernîteya kapîtalîst re ev hevsengî bi giştî serobino bû. Berjwendiyan hilberîn û xweza binpê kir, daxist asta alaveke talankirinê. Bi binpêkirina ku ji aliyekî ve li ser ked û bedena jinê hat pêşxistin, xweza hat talankirin. Di têkiliyên mirovahiyê de  xeleka herî binî ya binpêkirinê jinan ava kir û li dijî civakê jî xweza di heman pozîsyonê de hat destgirtin.
 
Paradîgmaya civakî ya azadixwaz a jin, ekolojîk û demokratîkbûnê, bi xwezaya mirovahiyê re di asta optîmal de ji tespîta ku hevsengî pêk bê, ji bo civaka azad li hember mafên xwezayê rêzdarî bê nîşandan, derdikeve rê. Wek her qada jiyanê  bikarhênerî û hilberîn di pêvajoyên bazarê de rêgeza ekolojîk esas digire. Bi qasî mafên mirovan, mafên xwezayê, parastina mafên xwezayê, rêzdariya li hember xwezayê esas digire. Faliyetên aboriyê bi perspektîfa ekolojiyê vedinasîne û plan dike. Li dijî pêşketina teknîk û bikaranîna wê nîne. Li dijî endustriyalîzma ku hilberînê hedef dike û xwezayê texrîb dike, disekine.
 
3.Rêgeza Azadixwaz a Jinê
 
Jin wek ‘Binpêkerên binpêkirinê’ tê venasîn. Ji ber vê jî azadiya civakê ancax bi azadiya jinê pêkan e û wisa bawer dike. Di roja me ya îro de di çavkaniya hemû xerabiyên tên jiyîn de têkiliyên newekhev ên di navbera jin û mêr de hene. Binpêkirina li ser beden û keda jinê tê meşandin xeleka ewil û ya herî  kûr e, ji ber vê jî destnîşan dike ku azadiya civakê bi rakirina newekheviyê pêkan e. Ji azadiya zayendê wêdetir îbareya azadiya jinê tê tercîhkirin û tê armanckirin ku pêşî li xurtbûna cihê mêr bê girtin, li ser jinê ku kirdeya rast a şoreşa civakiye bê sekinandin.
 
Rola esas a di pêkhatina azadiya civakî ya jinê, di pêşketina aboriya komunal a demokratîk de jî xwedî heman girîngiyê ye. Aborî di esasê de faliyeta jinê ye. Mucîdên ewil ên aboriyê jin in. Wek civakîbûnê teşebûna ewil a aboriyê jî li dora jinê pêş ketiye. Ber bi navîna dema Neolotîk, berhem bi riya diyariyê hat parvekirin û faliyeta yekem a aboriyê, li dora jinê bi teşe dibe. Ji ber vê jî taybetiyê ewil ên aboriyê  şopên çanda dayik- jinê dihewîne. Bi pêşketina bazarê re karekterê aboriyê ji çanda jinê dûr dikeve. Jin ji derveyê vê pêvajoyê tê girtin û ligel vê jî aboriya çanda mêr di diyarkirina taybetiyên aboriyê de derdikevin plana pêş. Mixabin di dema ku xîle, talan, binpêkirin û şîdet dest pê kir de ewil jin kirin kole û meta. Pergala binpêkirinê ya ewil li ser beden û keda jinê ceribandin piştre li ser civak û gelan pêk anîn. Ji ber vê jî di pêşketina aboriya komunal a demokratîk de rola jinê sereke ye. Jin bi faliytên aboriyê şansa aboriya komunal a demokratîk bi dest dixe.
 
Nîşe: Berdewamiya nivîsê bi sernavê ‘Tecrubeya Pergala Aboriya Komunal Demokratîk û Keda Jinê’ wê hefteya pêş bê weşandin.