Em dikarin çawa berê xwe bidin jiyaneke hîn bêtir civakî?

  • 09:02 1 Nîsan 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
“Tevî ku hedefa hêvî heye ku karên bi pere bên tunekirin, hewcedarî bi pêvajoya derbasbûnê heye. Li aliyê din jî hinek kar ji bo  temînkirinek zanînan girîng e. Her wiha fikra cîhanek nû dikare ji bo bidestxistina alavên aborî û çavkaniyan a ji bo projeyên me xizmetê bike.”
 
Koma xebatê ya xweser
 
Di piyasa kar de rastiya ku divê em li çareya serê xwe binêrin me pir baş fêm kiriye. Hinek di asteke hîn baştir de. Piranî kes bê ewle dijîn û hewl didin dînamîkên bikarhêneriya hegemonîk ava bikin. Ev rewşa xwe bi xwe binpêkirinê, di pêvajoyên ku em kampanyayan dimeşînin, propaganda dikin û çalakiyên din pêk tînin de tên jiyîn. 
 
Kampanyayê dijberê vê, xwarinên nîvro-êvarê yên gel, firotina pirtûk û alavên diyariyê û j aliyê şîrketên taybet û pirnetew ve  pergalê bi lez xwedî dike. Divê em ji bîr nekin ku pereyê tê di piyasa kar de me binpêker dike; hevalên me kom dikin û di dawiyê de vedigere pazarê. Ji bo em vê pergala sîstematîk bişkînin divê em çi bikin?
 
Em dikarin bi derfetên xwe û yên derdora xwe derkevin rê û bi parvekirina jiyana xwe bi ser bikevin. Ev nayê wateya ku divê em hemû di bin sîwanekê de bijîn; lê divê em li alavên ku şert û mercên parvekirinê diafirînin bigerin û bi vî awayî çavkaniyan bandortir bikin. Çavkaniyeke çiqas demdirêj tije bibe an jî neyê bikaranîn ev ji bo xweserbûna me dezavantaj e. Parvekirina çavkaniyan tê wateya parvekirina aboriyê û parvekirin çanda parvekirin û rihê civakîbûnê fireh dike. Bêyî ku modela bikarhênerî û jiyanê bê lêpirsînkirin, ji bo guherînên mayînde pêşniyarkirin pêkan in.
 
Herêma rêveber-xweser a herêmî (YOB): Katalîzora derbasbûnê
 
Em difikirin ku hewcedariya me bi projeyên herêmî yên mayînde ku taybetiyên herêmîbûna ji nû ve tîne gel hev û rêveber-xweser a aborî ya li herêmê dihewîne, heye. Projeyên ku li hemû herêmê belav bûye û di heman demê de civakîbûnek mezin ava dike. Em dixwazin ev qad bêyî me veguherîne gettoyê me bîne gel hev û xurt bike. Yanî têkiliya di, navbera mirovan de bihone û li tax û bajarên me mayînde bibe.
YOB aborî jî tê de di çarçoveya xweseriyê de ji bo avakirina teşeyê jiyaneke biryar dide ku beşeke mezin a jiyana hevpar bike û ev ji mirov û civakên herêmê wê ava bibe. 
 
Pirsgirêka pereyan: Rêbazên bidestxistina pereyan
 
Ji me re her tim gotin dizîna pereyan şaş e; Lê dema mirov cîhana ku tê de dijîn ferq dikin ev îdia di esasê zêdekirina malên dewlemendan hedef dike. Bi vî awayî ji aliyê dewlet û şîrketan ve enerjî, tenduristî, dem, rih û jiyana me bi awayekî sîstematîk tê dizîn. Ji ber vê jî ji bo wan derfetek mezin a newekhev tê nasîn. Li aliyê din qanûn li hember pêkanîna projeyên ku piştgiriyê didin xweserbûna mirovan astengiyên mezin derdixe. Rêbazên me yên etîk dibêjin hûn nikarin bi diziyê bijîn.
 
Li aliyê din pereyên şexsî, mîrate yan jî cudahiyên din pêvajoyên avakirina pêkhatina kolektîf dikare xwedî bike. Astengiya her tim  dertê pêşberî me ev e ku hevalên me li dijî projeyên ku tevlî dibin baweriya wan tune û tirsê dijîn. Ji ber vê jî divê projeyên saxlem bên avakirin û têkiliyên bi destek û tên pîrozkirin bên avakirin û ev jî wê astengiyê ji holê rake. Her wiha her ku qadên jiyana civakî bên avakirin, mirovên derdorê jî bo van çavkaniyên pêş bixînin wê bi cesaret bin. Li her derê cîhanê gelek rêxistinên alîkariyê hene.
 
Em nêrîna ku divê di rojame ya îro de alavek navendî heye qebûl bikin, vî pereyê ku taboyê bide ser maseyê û bêyî îsraf ji berjewendiyên şexsî re bê bikranîn, bi awayekî etîk û kolektîf bê bikaranîn, diparêzin. 
 
Dawî li aboriya piyasayê anîn
 
Aboriya em dixwazin, aboriyeke xwe dispêre biryarên civakî yên xweser. Pêşniyara me ev e ku ev li gorî hewcedarî û daxwazên civakê bên nirxandin. Şertê esas ev e ku her kes bikaribe tevli van civakan bikin. Ev dikare aboriya demokratîk, bazarên herêmî bihewîne. Ji ber tiştên li van deran tên hilberandin, wek meta nikare bibe bazirganî û armanc ne berjewendiyên şexsî ne. Ev qad cihên ku têkiliyê mirovahî wekhev tên meşandinê ne.
 
Ji bo vê qadên peşniyara herî şênber, ji avakirina meclîsên gund û taxan ên ku çavkaniyên mezin tahsîs dike, ava dike. Ji bo mirov xwe ji şerên rekabet û bihayan biparêzin, divê em mekanîzmayên koordînasyonê bifikirin. Ji ber ku em gelek projeyên koperatîfê yên ku bûne çerxa pergalê û xwe binpê dike, nas dikin.
 
Li aliyê din em dibînin ku karkeriya bi pereyan me bi kîjan hedefan û ji pirsên em dikarin çi bikin, çawa dûr dixîne. Bi karkeriya pereyan me xwe tevlî karên ku pirsgirêkên heyî yên civakê mezin dike, kir. Em dixwazin peywirê ku piştgiriyê didin başiya hevpar bînin û hemû potansiyela xwe ya afirîner bidin civakîbûnê û usula xebata ku me bi hev girê dide biparêzin. Em dixwazin dawî li mezinbûna kapîtalê bînin û bi keda xwe dawî li çavsoriyê binîn.
 
Tevî ku hedefa hêvî heye ku karên bi pere bên tunekirin, hewcedarî bi pêvajoya derbasbûnê heye. Li aliyê din jî hinek kar ji bo  temînkirinahinek zanînan girîng e. Her wiha fikra cîhanek nû dikare ji bo bidestistina alavên aborî û çavkaniyan a ji bo projeyên me xizmetê bike. Hewcedariya me bi tevgerên kolektîf û çalakiyên ku rê li ber rê û rêbazên berdewamkirina jiyanê vedike heye.