Qadên jiyana alternatîf û nêzîkatiyên ji bo avakirina formên malbatî

  • 09:03 18 Adar 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Hem mîmariya xaniyan hem estetîk û etîka jiyana gund ji bo jin û zarokan hîmê jiyaneke civaka azad pêşniyar dike. Jinên ji nifşên cuda, di pêşketina aboriya komunal a xwe dispêre sewalkarî, çandiniyê, berpirsyariyek mezin digirin ser xwe û di meclîsa gund de bi awayekî kolektîf tevlî pêvajoyên biryarê dibin û dîsa ji bo jiyana civakî berpirsyariyê digirin.  Ev mînak jî nîşan dide ku li dijî serdestiya mêr a modernîteya kapîtalîzmê, avakirina alternatîfa jiyaneke xurt û bi îrade pêkane."
 
Andrea Benario
 
Di encama mîmariya dewlet û baviksalarî ya qadên jiyanê de tevî şîdeta li malbat û civakê pêk tê û serdestiya mêr,  hemû deman de lêgerînên qadên jiyana alternatîf û formên malbatê bûne mijara gotinê.
 
Gelek forman girêdayê vê, pirs û pirsgirêkan, riyên çareserî û utopyaya nû kirine rojevê. Pirtûka Bajarê Jinan û Odeyek Aydê Xwe û her wiha pirtûka Divê Çawa bê Jiyîn? ya nîvîskarê Rûs çernîşevskî ya di 1863’yan de hatiye weşandin. Ev Romana ku îlhamê dide gelek şoreşgeran, feraseta ahlaqê burjuvaya biçûk û feraseta malbat û zewaca feodal rexne dike. 
 
Di heman demê de pirsên alternatîfên şoreşger û  teşeyên jiyanê yên pêwist dipirse. Vera Pavlov qehremana romanê ye û zewacek ne hêjayînê çînê ye dike û naqokî û lêpirsîn şexsî vedibêje. Vera di zewaca xwe de naxwaze li dijî normên baviksalarî serî bitewîne. Ji ber vê jî mala xwe ya ji sê odeyan pêk tê, hewl dide li gorî xwe ji derveyê wê demê û derasayî  sererast bike. Du odeyên razanê  radixe. Bi vi awayî jî şert û mercên cihekî ku lê hewcedariyên xwe yên şexsî bikin û ligel hev demê derbas bikin diafirînin. Ev jî dihat wateya qûtbûna jiyana zewacê û qûtbûna serdestya mêr. Aleksandra Kollontay rizgariya jinê di mijara azadiya zayendî çîna karkeran de digire dest. Bi armanca modela malbata baviksalar û tecrîdkirina jinê ji holê rake, modelên bi hev re li zarokan binêrin û mutbexên hevpar pêş dixe. Bi vî awayî hedef dike ku derfetên pêşketina serbset a jin û zarokan  xurt bike.
 
Nêzîkatiyên bi vî rengê bi tevgera ciwan û xwendekaran a 1968’an re li gelek welatên Ewropayê di gelek omunî û tevgerên dagikirina malê de tên dîtin.  Modela malbatê ya ku dewlet û patriyarkayê wek hucra biçûk a zêdebûnê didît,her wiha dûriyeta dêrê ya di mijara zayendê de û nêzîkatiya îfetê ya dihat ferzkirin, qada jiyanê ya wek kapîtalîstî dihat bazar kirin, rexne dikirin. Fabrîkayên vala û avahiyên kevn dagir dikirin û ev der vediguhertin qadên jiyana kolektîf yên ku bi dehan kes dikarin lê bijîn. Ji bo odeyên mezin yên hevpar, mutbex, salonê konser û bernameyan ava bikin dîwarên odeyan hildiweşandin. Yên di van avahiyan de dijiyan di civînên lijneya giştî û avahiyan de jiyana xwe ya rojane rêxistin dikirin û mijarên siyasî nîqaş dikirin û ligel qadê hevpar, xwedî odeyên şexsî bûn jî. Ji ber êrîşên dewlet û nêzîkatiya zayendperest ya mêr û qelsiya hestiyriya berpirsyariya komunal ev proje tenê çend salan berdewam kirin. Dewlet û şaredariyan ew der vala kirin û saziyên civakî li şûnê ava kirin. Li van deran kreşên zarokan, malên aramiyê û navendên ciwanan hatin avakirin.
 
Ligel vê  jinan ji her demê zêdetir rêxistinbûnek xweser ferz didîtin. Riyeke vê komun, koperatîf û malên hevpar yên jinan bûn. Jinan her ku jiyana rojane, qadên jiyanê û aborî bi teşe dikirin, li dijî malbatê jî modela alternatîf ava dikirin. Ev ne tenê geşedaneke k udi qada pratîk de pêk dihat bû. Di qada lêkolîn û zanistê de jî  ji rexneyên li hember nêzîkatiya serdest derketin rê û li welatên cuda komên jinan di dawiya sala 1970’ê de  li ser teoriyên mîmarî û cîh yên femînîst xebitîn. Aktîvîst û teorîsyenên cih yên femînîst di gelek lêkolînan de derdixist holê ku   planên rol û zîhniyeta serdest ya mîmarî û şertên cih di navbera malbat û cemawerî de tengerzar bûye. Lê bêguman çewisandina jinan tenê bi guhertina derdora malbat û hawirdorê ji holê ranedibû. Yanî guherîna demokratîk ya di jiyan, têkiliyên malbat û têkiliyên navbera zayendan de tenê wek projeyeka avakirinê ya fîzîkî nedihat dest girtin. Pêvajoyeke avakirinê ya komunal, piştevanî û form û qadên jiyana malbatî hîmên civaka demokratîk ava dike. di van form û qadên mijara gotinê de divê nifşên cuda bibin xwedî derfeta ku hewcedariyên xwe yên mirovahî pêk bînin. Hinek mînak hene. Rojava ku tevî hemû astengiyan û şerê tê meşandin, projeyên xwe dan destpêkirin.
 
Li Rojava gundê Jinwar hat avakirin û xaniyên wê bi axa sor hatin çêkirin. Ev mînaka herî girîng e.Forma gilover û bi quncik ya xaniyan û materyala hatiye bikaranîn, xwe dispêre kokên Neolotîk. Hêmayên kevneşopî bi pêşketinên teknîkî hatin gel hev. Mînak bi panelên rojê yên li ser sîwaneyên xaniyan hewcedariya ceyrana gund tê kirin. Wek civaka dayika klan li Jinwarê jî di navbera civak û cih de têkiliyek xurt heye. Mutbexa komunal jî li navîna gunde. Qadên perwerde û tenduristiyê jî parçeyeke girîng a jiyana gund li Jinwarê ava dike. Xaniyê gilover û rengîn yên ji axê hatine çêkirin, dibistana seretayî, akademiya jîneolojiyê jî gilovere û an jî ocaxa tenduristiyê ya bi navê Şifa Jin ne tenê ji bo gundiyên Jinwar, ji bo gundên ciran jî parvekirin û têkiliyek xurt datîne. Zarokên gundên derdorê li dibistana Jinwar dixwînin. Li vê dibistanê perwerde bi erebî û kurdî tê dayîn. Di encama hatina gel hev a qadên jiyana hevpar û tecrubeyan de gundên herêmê serî li gund didin. Jin ji bo şifayê tên Şifa Jinê.
 
Hem mîmariya xaniyan hem estetîk û etîka jiyana gund ji bo jin û zarokan hîmê jiyaneke civaka azad pêşniyar dike. Jinên ji nifşên cuda, di pêşketina aboriya komunal a xwe dispêre sewalkarî, çandiniyê, berpirsyariyek mezin digirin ser xwe û di meclîsa gund de bi awayekî kolektîf tevlî pêvajoyên biryarê dibin û dîsa ji bo jiyana civakî berpirsyariyê digirin.  Ev mînak jî nîşan dide ku li dijî serdestiya mêr a modernîteya kapîtalîzmê, avakirina alternatîfa jiyaneke xurt û bi îrade pêkane.