Di polîtîkayê de rola jin û ciwanan

  • 09:06 3 Kanûn 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Piranî partiyên siyasî yên heyî li şûna ku ciwanên dînamîk û hêza esas a siyasetî bibînin, ew wek vîtrîn bi kar anîn. Wek depoya dengan li ciwanan dinêrin. Her partiyek, baskên wan ên ciwanan, meclîsa wan a ciwanan heye. Bi sedan ciwan li van deran siyasetê dimeşînin, lê tevî vê ciwan nikarin hêza xwe di siyasetê de nîşan bidin
 
Dersîm Dag
 
Yek ji lingên pêşîgirtina newekheviya zayenda civakê ya di qada siyasî de tekoşîna tê meşandin e. Yanî ji bo azadî û mafê jinan, têkoşîn, siyaset, mudaxaleya siyasî û vegurîna siyasî hewce dike. Siyaset di heman demê de qada têkoşîn, derfeta wekhevî û alava azadbûnê ye, bi zayenda civakî re ji nêz ve eleqeder e. Jinên bi sedsalane ji siyasetê hatine dûrxistin bi daxwaza tevlî siyasetê bibin têkoşîn meşandine. Di çarçoveya vê rastiya dîrokî de têkçûna hêza mêr a berê xwe daye jinê girêdayî têkoşîn û hêza civakî ya bi jinê ve girêdayî ye.
 
Jin û ciwan; ligel ku li dijî desthilatdarbûnê ye, daxwaza aştî-aramî ya civakî, daxwaza demokrasî û wekheviyê mezin kirine, dînamîk û hilberînên xwe bi civakî re erênî pêş xistiye. Hemû têkoşînên jin û ciwanan ên birêxistinkirî meşandine, ji bo hilweşandina vê pergalê ye û avakirina pergalek nû ye. Pergala nû bê avakirin; ji  serdestiya mêr hatiye parastin, hemû nasname û cudahî tê de ne û pergaleke wekhev dike armanc. Ji bo avakirina pergaleke wisa jin û ciwanên  têdikoşin, ji aliyê rêveberên siyaseta heyî ve nehatiye qebûlkirin, hewl dane ji siyasetê dûr bigirin, bavêjin plana dawî. Pergala patrîarkal dizanin ku wê jin û ciwan dawî li vê serdestiyê bînin û hilweşînin. Ji ber vê jî dixwazin jin û ciwanan bi giştî ji vê qadê dûr bigirin û pazîtîfîze bikin.
 
Ji bo siyaseta giştî ya cîhanê ev derbasdar e lê li Tirkiyeyê ev bi awayekî zelal tê dîtin. Li erdnîgariya em dijîn bi sedsalane em vê kevneşopiya siyaseta muhafazakar, zîhniyeta yekparêz û netewperest dibînin. Em hemû kodên siyaseta tekabulê 600 salî û heta dema Osmaniyan hatiye meşandin bi zelalî dibînin. Bi komarê re di 100 sala dawî de em dibînin tevgerên ciwanan rola çalak dilîzin. Tevgerên ciwanan ên bi salên 1960’ê re dest pê kirin û her çû girîngî qezenc kirin, hêza ku rê didin siyaseta Tirkiye û cîhanê, qezenc kirin.
 
Ciwanên Tirkiyeyê, tu carî evqas xurt nekiribûn û bi vê rêxistinê re li dijî pergalê dengê xwe bilind nekiribûn. Ciwanan di vê demê de dînamîzma xwe derxistine holê û  hêza xwe ya guhertinê nîşanî civakê dane û rola pêşeng lîstine. Li her qadê xwerêxistinkirina ciwanan û bandora wan a li ser siyaseta heyî, bêguman muktedîr dane zorê. Zîhniyeta yekparêz a ev rewş li hember xwe wek xetere dîtine bi darbeya leşkerî ya sala 1980’ê ev belav kirine û hewl dane pergala xwe ji nû ve ava bikin. Bi vê darbeyê ya dihat armanckirin hemû rêxistinên ciwanan belav bikin, ji siyasetê dûr bixin û ciwanên ji rastiya xwe dûr bixin ava bikin.
 
Zanîngehên ku îdeolojiya serdest lê  hebû, li aliyê din jî qadên rêxistinbûna ciwanan ava dikir. Ciwanên polîtîk ên ji pergalê ne rehet bûn, qadên siyaseta alternatîf ava dikirin. Ji ber vê jî  di darbeya 80’ê de yên ewil hedef hatin girtin rêxistinên xwendekaran bûn. Bi darbeyê re tişta ewil hat kirin avakirina YOK’ê bû û bi YOK’ê re akademiyan xweserbûna xwe winda kirin û kampus bi leşker û polîsan hatin tijekirin. Bi polîtîkayên hatin meşandin re ji bo pêşî li ciwanan bê girtin serî li her rê dan. Polîtîkayên zextxwir jî nîşaneya vê rewşê ye. Nehiştin ciwan li tu derê xwe bi rêxistin bikin û hewl dan jiyana ciwanan bi aborî û malbatê ve bê girêdan. Ev polîtîkayên ji bo pasîfbûna ciwanan hat kirin heta roja îro hatiye.
 
Piranî partiyên siyasî yên heyî li şûna ku ciwanên dînamîk û hêza esas a siyasetî bibînin, ew wek vîtrîn bi kar anîn. Wek depoya dengan li ciwanan dinêrin. Her partiyek, baskên wan ên ciwanan, meclîsa wan a ciwanan heye. Bi sedan ciwan li van deran siyasetê dimeşînin, lê tevî vê ciwan nikarin hêza xwe di siyasetê de nîşan bidin. Li dijî hemû zextan ciwanên siyasetê dimeşînin, têkoşîna wan di esasê de di vir de dest pê dike. Pratîk û gotinên ciwan ji bo siyasetê tînin ziman, tenê ji bo ciwanan baldar nayên girtin. Tişta ku herî zêde bandorê li ser ciwanan dike û wan pasîfîze dike jî hiyerarşiya temen e. Siyaset tenê wek qada mêrên nav temen û di ser vî temenî de tê dîtin. Ji ber vê jî li dijî ciwanan hiyerarşiya temen tê bikaranîn. Kesekî ciwan ji kesekî di ser temenê 40’î de ye baştir dikare bifikire. Lê ev tu car nayê qebûlkirin.
 
Li Tirkiyeyê nêzîkatiya hemû partiyên siyasî ya li hember ciwanan wisa ye. Lê pêşengiya partiyên siyasî yên kurd ciwan dikin.  Rêgezên tevgera kurd a di têkoşîneke bêdawî de ye û perspektîfên wê ji aliyê ciwanên polîtîk ên demî hatin derxistin. Ciwanên di sala 1960’î de xwe bi rêxistin kirin û li dijî pergalê serî hildan, îro hîmê feraseta ku bi mîlyonan kes piştgiriyê didinê, avêtin. Kurdên 40 sal in bê navber têdikoşin, hîna li berxwe didin, hîna di azadiyê de israr dikin û di vir de bêguman para jin û ciwanan gelek zêde ye. Pirsigrêkên li erdnîgariya me, ferz kir ku ciwan siyasetê bikin. Wek kesên ji axa xwe hez dikin, dixwazin jiyanek mirovane bijîn, çand û zimanê xwe biparêzin; ciwan jî rastî zexta desthilatdariyê hatin. Tercîhkirina têkoşînê ji bo ciwanan bû ferz. Di vê esasê de avakirina jiyanek bi rûmet ciwanên bi rêxistinkirî dikare bike. Li dijî vê rastiya dîrokî, dema mirov li kevneşopiya siyasî ya ji HEP’ê bigire heta HDP’ê, mirov dibînin ku tevgera ciwanan wek kirdeyê her tim xwe pêş xistiye û rola pêşeng girtine.  Ciwanan her tim di nokteya girîng de cih girtin.
 
Bêguman îro hêza esas a HDP’ê jin û ciwan in. Em nikarin bêjin HDP tenê ji sedî sed têr dike. Lê ciwanên tevgera siyasî ya kurd di alî ciwanbûna siyaseta Tirkiyeyê de derfetek mezin afirandine. Ciwanên partiyên din ên siyasî, di lijneyên partiyan de nakin xwedî raye û tenê nûneriyê didin ciwanan û wek kirde nabînin. Lê ciwanên kurd bûne kirde û di tevgera siyasî ya kurd de rola pêşeng dilîzin. Di HDP’ê de jin û ciwan di hemû lijneyan de nûneriya wan heye. Di encama têkoşînên hatine dayîn de  jin û ciwanan meclîsa xwe ava kirine, di partiyê de meclîsa jin û ciwanan hatiye avakirin. Gelek caran hevserokatiya wan ji ciwanan pêk hatiye. Ligel vê ev du demên dawî ye li welat parlamenterên herî ciwan ên HDP’ê ne. Vê rewşê sempatî û tevlîbûna HDP’ê zêde kiriye. HDP’ê jin û ciwan derxistiye plana pêş. 
 
Di siyaseta îro de ciwan bi giştî derxistine derveyê siyasetê yan jî wek kirde nayên dîtin. Li dijî van hewldanan ciwan divê saziya siyasetê ji van zîhniyetên qirêj re nehêle. Di serî de em ciwan divê der barê pêşeroja civakê de biryaran bigirin û nehêlin ser navên civakê gotin bên gotin. Divê ciwan biryarên der barê xwe de bikaribin bigirin û ji bo vê jî zêdetir tevlî siyastê bibin. Çiqas tevlîbûna ciwanan zêde be evqas wê demokratîk û adîlane be. Siyaseta ku ciwan tê de cih bigirin wê zêdetir pirrengî be, aştiyane, adîlane be. Ji ber vê jî divê ciwan tevlî siyasetê bibin. Li dijî zext û ferzkirinên pergalê ciwan divê xurtir bin û bi rêxistin têbikoşin. Her ciwan mukelef e ku hiyerarşiya temen hilweşîne. 
 
Hilweşandina vê bi avakirina siyaseteke nû pêkan e. Ji ber vê divê rewşa hiyerarşîk a siyasetê bê rakirin, tarza rêxistinê esas bê girtin û hebûneke ku her kes tê de heye bê avakirin. Ev ferz in.  Hêza bi bandor a avakirina pêvajoyê jin û ciwan in. Mijara esas ev e ku ev hêz derkeve holê, bê mezinkirin û bandor li qadan bê kirin. Em ciwan heta ku vê pêk neynin wê ev zîhniyeta patrîarkal bidome. Heta ev siyaset bidome jî wê birçîbûn, xizanî, zext, mirin û komkujî jî bidomin. Li dijî pergala qirêj têkoşîna avakirina şertên jiyaneke azad, wekhev, adîlane didome. Ciwan û jin  wê di her qada polîtîkayê de fikrên xwe bêjin, gotina xwe bêjin û di her şertî de têkoşîna xwe bimeşînin.