Îradeya kolektîf

  • 09:09 29 Cotmeh 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
“Mekanîzma rexne xwerexnedayîn û rêgeza xwevekirinê jî hem têkiliyên fikrî hem jî yên ruhî û her wiha îdiaya jiyana me xurt dike. Di pergala hegomonîk de, mekanîzma rexne xwerexnedayînê ku dibe wesîleya qûtbûna têkiliyan, di paradigma me ya xwe dispêre azadiya jinê û ekolojiya demokrtîk de, hêza me ya têkiliya bi jiyanê re xurtir dike.”
 
Akademiya jineolojiyê
 
Avabûna têkiliyeke xurt a jîneolojiyê ya bi jiyan û berxwedanê re, bi xurtkirina îradeya kolektîf pêkan e. Bi taybet li dijî zanista pozîtîvîst ya ku jiyanê li ser yek alî digire dest, jineolojî xwe dispêre têkiliyên giştî û ev gelek girîng e. Bi berpirsyariya  guherîneke bi bingeh a civak, kes  re rû bi rû ye.
 
 Hilberandina îradeyeke kolektîf a jîneolojiyê ya wek zanista jiyan û jinê, wateyek dîrokî îfade dike. Ev îradeya kolektîf esasê jiyana bi hev re dibîne. Ji ber ku jinên bi hev re dixebitin diyalog û têkiliya wan bandor li ser her aliyê jiyanê dikin. Têkiliya bi xwezayê re hatiye avakirin di alî fêmkirina jiyan û watedarkirina jiyanê de hêzê dide. Ji pîvanên kevneşopiyê ya mêran wêdetir, li gorî pîvanên  azadiyê, bi mînakên weke têkiliyeke felsefîk, hunerî û zanistî çawa dikare bê avakirin derdixe holê. Di têkiliyên civakî de, pirsên weke ji bo pirsgirêkên civakî çiqas çareserî tê kirin jî, bixwe re tîne. Her têkilî di vî alî de, çirûskên nû vedike, hev fêm dike, bi hev re zanînê hildiberîne, jiyanê watedar dike. Ev hem piştgiriyê dide guherîna şexs û hem jî îmzeyê diavêje binê xebatên nû yên di tevahiya têkiliyan de.  Perspektîfeke jiyanê ya hevpar bi xwe re derdixe holê. Di mijara ku encamên hevpar ên jiyanê yên kifşên me, tecrubeyên me de wateyên nû derdixe holê. Mekanîzma rexne xwerexnedayînê û rêgeza xwe vekirinê jî hem têkiliyên fikrî hem jî yên ruhî û her wiha îdiaya jiyana me xurt dike. Di pergala hegomonîk de, mekanîzma rexne xwerexnedayînê ku dibe wesîleya qûtbûna têkiliyan, di paradigma me ya xwe dispêre azaiya jinê û ekolojiya demokrtîk de, hêza me ya têkiliya bi jiyanê re xurtir dike.
 
Xwerexnedayîn alternatîfên mirovan derdixe holê
 
Rexne di alî ku em çi dixwazin de teoriya muxalîf hildiberîne û ligel vê xwerexnedayîn jî alteratîfa me çi ye, derdixe holê. Têkoşîna azadiyê ya ku jîneolojî xwe jê xwedî dike jî yek ji çavkaniyên wê yên herî girîng ev e. Di navenda lêkolînê de, hevalên di dayîna perwerdeyê de bixwebaweriya wan hejyaye, ji bo bixwebaweriya wan şûnde bê, hewldan tê dayîn. Jinên ji gelên cuda yên li Enstîtuya Andrea Wolf hatin gel hev, ji bo zimanê hev fêm bikin, di terza jiyanê de bibin hevpar, bi mînakên ji jiyanê, sohbetên xwezayî tên pêşxistin. Li dijî kemînên lîberalîzmê, teoriya em dikarin çiqas bi hev re xurt bibin tê afirandin, ev teorî di jiyanê de tê pratîkirin. Her aliyê tê pratîkirin wek enerjiya pozîtîf diherike hucreyên me. Bi rêbazên dewlemend ev tê meşandin. Mînak; Ji bo jîneolojî û zanîna wê li zimanekî din bê wergerandin, em ji melodî û rîtmên welwatên din stranan çêdikin. Bi wan re girêdayê jîneolojiyê  em hest, nêrîn û hêviyan îfade dikin. Stran, me li dora rih û rîtma hevpar tîne gel hev, ji bo pêngavên nû hêz û îlhamê didin me. Li Enstîtuya Andrea Wolf di pîrovahî û bernameyan de em helbestên hatine nivîsin, çîrok, dîrok, berxwedan, hişmendiya bi jîneolojiyê hatiye qezenckirin û hestên hevaltiyên xwe vedibêjin.” 
 
Ligel jinên ku pirsgirêkan dijîn, ji gelên cuda jin li Jinwarê tên gel hev. Vî gundî ji aliyê  cîhanê ve eleqe dît. Nûçegîhanekê ji Post Washîngton hat got ‘Edîtorên min got her alî vî gundî bikşînin. Min her alî gund kişand. Lê min fêm nekir ku çima evqas ditirsin?” Rûmet Heval ku di her asta xebata vî gundî de cih girt wiha got “Li vî gundî jin hene. Cihekî ku jinan bi rih, fikr û enerjiya fikrî ava kiriye heye.’ Nûçegîhan jî got ‘Bawer im ji jinê ditirsin.’ Ev îfadeya nûçegîhan jî  nîşan dide ku desthilatdarî ji jina ku bûye xwebûn ditirse.