Divê mirov çawa bijî?

  • 09:03 22 Cotmeh 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Jiyan çi ye divê mirov çawa bijî? Li ser bingeha bersivên têkildarî têkiliyên jinan ên bi hev re, têkiliya jinê ya bi xwezayê, jiyanê, civakê re jineolojî hatiye avakirin û ev gumana bingehîn a jineolojiyê ye." 
 
Akademiya Jîneolojiyê
 
Çavkaniya jîneolojiyê jê xwedî dibe, kevneşopiya berxwedan û têkoşînê ye. Bersiva pirsa ‘divê çawa bê jiyîn’ jî ji vê esasê tê hilberandin. Jîneolojî, venasîna jiyan û bersiva pirsa ‘Divê çawa bê jiyîn’, zanisteke di têkoşîn û berxwedana jin û hêzên şaristaniya demokratîk, de tê lêgerînkirinê ye. Nirxandina Abdullah Ocalan a ‘jiyana bê berxwedan nabe. Jinayenek bê berxwedan jiyanek bi lanet e’, li bersiva pirsa ‘çawa divê bê jiyîn’ jî digere. Venasîna jiyanê jÎ vê perspektîfê pêş dixîne. Ji kevneşopiya demokrasî azadî û dînamîkê xwedî bûn, yek ji derfeta herî mezin a jîneolojiyê ye.
 
Tevî em di serdema herî pêşketî ya zanistê de dijîn; cîhan ku bi hilweşîna ekolojîk re hatiye rû hev, şer di jiyana me ya rojane de bûye rastiyek, qirkirina jinê di asta herî jor de ye û jiyana ku teknolojiyê tune kiriye, bêguman ferz dike ku em bi ferasta zanista sosyolojî ya nû nêzî cîhanê bibin. Di vir de nirxandina Abdullah Ocalan a ‘Tevî zanist evqas bi pêş dikeve, têkiliya jiyan û civakê nevenasîn, balkêş e. Wê demê divê bê pirsîn: Zanista çi ji bo kê zanist? Her ku bersiva van pirsan bê dayîn, wê bê fêmkirin ku zanist çima bersiva ‘jiyan çi ye û têkiliya wê ya bi civakê re çi ye’ nadin.’
 
Ji bo pirsên jiyan çi ye û çawa divê bê jiyîn, di esasa têkiliya jinan a bi jinan re ya jinan bi mêran re, ya jiyan bi xwezayê re, ya jinan bi jiyanê re, ya jinan bi civakê re, hilberandina bersivan bû yek ji fikarên sereke ya jîneolojiyê. Çalakiya Zeynep Kinaci ya wek ‘ez dixwazim bibim xwedî jiyanek wetadar’ jî rewşa şênber a vê fikarê ye. A. Mahîr jî dibêje ‘jiyan, tevahiya têkiliyan e’ û balê dikişîne ser avabûnên zanînê ya xwe dispêre serdestiya venasîna jiyanê, çawa qirêj bûye û me ber bi lêpirsînên nû yên der barê venasîna jiyanê ve dibe. Di seranserê dîroka şaristaniyê de di pêvajoyên hilberînê de, jinên bi fikara ku bi huner, wêje, muzîkê hebûna xwe pêk bînin, jiyane di dawî de întîxarkirina wan nîşan dide ku ev fikar çawa xwe dispêre esasên rastiyê. Vîrgînîa Wolf, Sîlvîa Plath, Nîlgun Maramara çend mînakên ji vê ne.
 
Hemû xebatên girêdayê jîneolojiyê, di vê çanda berxwedanê de pêk hatin û watedar bûn. Mînak kovara Jîneolojiyê ya sê mehan carê dertê, bi îradeya kolektîf a ava kiriye, di demên ku faşîzm di asta herî jor de tê jiyîn de, dosyayên ji bo hewcedariyên civak û hemû cîhanê hilberand. Li gorî hewcedariyên demê dosya hatin amadekirin. Piştî her hejmarê kelecaneke nû hat jiyîn. 
 
Di pergala Xweseriya Demokratîk a  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de yan jî bi navê ku herî zêde tê zanîn li Rojava, li Navendên Lêkolîna Jîneolojiyê yên hatin avakirin de, zanîna jiyanê bixwe, di nav jiyanê de hilberand. Li Navenda Lêkolîna Jîneolojî ya Hasekê, Malda Kusa ku cih digirt mînaka herî xweş a vê nîşan da. Malda Kusa di 4’ê Gulana 2019’an de di encama teqîna mayîna ku DAIŞ’ê li ser riya navçeya Hol a Hasekê bi cih kiribû, şehîd ket. Malda Kusa bû nûnera têkiliya jiyana bi zanistê ya xebatên lêkolîn û perwerdeya dimeşand. Tevlî akademiya parastina cewherî ku 500 kes tevlî bûbû de, çavdêriyên xwe wiha radigihand: “600 mêr, dersa jinek ciwan guhdar dikin, nîşeyan digirin, pirsan dipirsin, hewl didin dîroka zanista jinê fêm bikin, hevjiyana azad nîqaş dikin. Teşeyên jiyanê lêpirsîn dikin. Ev bi tena serê xwe şoreş e.” Lê dema ku pêşniyara ku vê perwerdeyê tu bide çû, gelek tirsyabû. Fikarên wek ‘Çawa dibe, lê li min guhdar nekin, ez çawa dersê bidim vê civaka mêran’. Lê di carekê de xwe di dersê de dema jîneolojî dihat nîqaşkirin de dît. Di her vegera dersê de gotibû ‘Jîneolojiyê hêz û bixwebaweriyeke ku min jî ferq nekiribû derxist holê.’ Wek hevala Malda jî gotiye, divê em tirsên xwe yên jîneolojiyê ji ser xwe bavêjin û xwe pêş bixînin. Dîsa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Minbiç, Tabqa û Raqqayê ku piranî gelê Ereb lê dijî, di perwerdehiyên jîneolojiyê yên hatin dayîn de, jin û mêrên Ereb li heman hawirê têkilî û jiyanên xwe lêpirsîn kirin, zewaca di temenê biçûk de û her wiha pirzewacî lêpirsîn kirin. Li Navenda Lêkolîna Jîneolojî ya Dêrikê jî di atolyeyên çîrokan de ji bo zarokan çîrok hatin xwendin û xebatkên gelek serkeftî hatin kirin. 
 
Ji aliyê akademiya Jîneolojiyê ve, di serî de li Ewropa û gelek deverên cîhanê  di semîner û perwerdehiyên hatin dayîn de, der barê zanîna xwe dispêre kevneşopiya berxwedana jîneolojiyê, dane derketin holê. Mînak, “Li Emerîqaya Latîn, teşeyên fikra di esasa Rojava de, ji ber bandora modernîteyê kêmtir bû bi xebatek sînor jîneolojiyê xwe heyî kir. Tevî çandeke cuda bû li ser van axan me di mijarên dîrok, mîtolojî, gotin, zanînê de dînamîkên esas ên têkoşîna jinan dît. Yanî ax gihiştin hev?Jinek herêmî ya di meclîsa jinan a ku me ziyaret kiribû de gotibû ‘yekem car bi spiyên ku wek me difikirin re hatim hember hev’. Gelo ji vê xweştir wê çawa bê vegotin?”
 
Dîsa di esasa xebatên jîneolojiyê de, li qadake ku navenda şerên cîhanê ye, di sedsaleke ku zîhniyeta dewletparêz ya zayendî tê qanûnkirin, utopyayek wek  gundekî jinan Jinwar hat avakirin. Tevî şertên dijwar ên şer, ev utopya li ser daxwaza jinan pêk hat. Hîna dest bi avakirina wê nehatibû kirin, di fikran de bû rastî. Hîna tu tişt tunebû, îlankirina xebatên çêkirina Jinwar, hesret, hêvî, bêrîkirin û hewcedariya ji bo qadên jiyana azad derxis holê.
 
Nîşe: Berdewamiya nivîsê bi sernavê ‘îradeya kolektîf’ wê hefteya pêş bê weşandin.