Zanîna bi Jineolojiyê hat avakirin û torên hestan

  • 09:02 15 Cotmeh 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
"Li komûnan, meclîsan, tax, akademiyan, perwerda Jineolojiyê hat dayîn. Gelek lêkolînên analîza sosyolojîk hatin kirin. Ji bo jinan gundê Jinwar hat avakirin. Ev gund demek kurt de ji bo jin hewcedariyên jinan re bibe bersiv, xebatên girîng meşandin. Bi şoreşa ku derfetên avakirina zanîngehên demokratîk azad, afirand, di 2017’an de di bin bana Zanîngeha Rojava de beşa Jineolojiyê hat avakirin."
 
Akademiya Jineolojiyê
 
Di 2015'an de di mijara ku divê jineolojî çawa bê rêxistinkirin de, konferanseke ku nîqaş hatin meşandin û asta heta hat wê demê, agahiyên derketin holê, hatin nirxandin pêk hat. Bi zanînê wê rêxistin çawa bihata gel hev? Gelo zanîn dikaribû bê rêxistinkirin? Dikaribû kadroyên zanînê bihata avakirin? Di navbera zanîn û îdeolojiyê de wê têkiliyek çawa bihata avakirin? Zanîna heyî xwe bê îdeolojî îlan kiribû, heta  îdia kiribû ku dawiya îdeolojiyan hatiye.
Wê demê wê çawa bibûya? 
 
Di vê mijarê de Abdullah Oalan nirxandinên wekê ‘Zanîn şîrovaya wateya herî pêşketiye’, ‘Zanîn civakiye’, ‘sosyolojî û îdeolojî nêzî hev kiriye’ kir û encama divê jineolojî wek akademî bê rêxistinkirin. Fêmkirina îdeolojî û heqîqetê, bi rêxistinbûnê pêk tê û bi zanînê jî rêbaza wê dertê holê. Îdeolojiyê têkiliya rêxistinbûn û zanîn jiyanê îffade dikir. Bi vê pêkan bû ku li ser hemû têkiliyên jiyanê bandor bike. Ev jî bi nîqaşên di bin bana akademiya jineolojiyê de tên kirin pêkan bû.
 
Berovajî akademiyên li gorî cih, statu, kariyer û pîvanan tên venasîn, akademiyên ku ji her temenî dikarin perwerdê bibînini, mamoste dibin xwendekar xwendekar dibin mamoste, ji kolanekê heta bin darekê her cih dikare ji bo perwerdê bê bikaranîn, rastiya jinê esas digire, li her qada jiyanê lêkolîn dikarin bên kirinê, bûn hevpar. Berovajî pergala serdest ya mêr ku desthilatdarî û hêzê esas digire, biryarên der barê ku zanîn li her qada jiyanê derkeve holê, biryar hat girtin. Di vî alî de tespîta Abdullah Ocalan ya ‘Di asta şoreşgerî de hilberîna zanistî û entelektuel’ di sazîbûna jineolojiyê de bû perspektîfa esas. Di navbera armancên esas yên akademiyê de, bi kadroyên akademîk yên bi awayekî xurt li ser disekin û hilberîna şoreşgerî dike, tezên xwe ava dikin û ji bo pratîkbûna van tezan hewl didin esas bûn. Di alî avakirina modela rêxistinkirî de jî nîqaşên girîng hatin meşandin.
 
Pirtûka Jineolojiya Girîş ku yek ji weşana ewil a akademiya Jineolojiyê bû, di heman konferansê de bi îraeyeke kolektîf di asta nîqaşên hatin kirin de hat nivîsîn. Ev pirtûk li her çar alî cîhanê li zimanên cuda hat wergerkirin û belavkirin. Jinên pirtûk bi hev re xwendin, girîngiya derketina hêza fikr û nêrînên xwe ferq kirin. Li ser girîngiya têkoşîn û rêxistinbûnê sekinin. Şahidiya ku zanîn wek aveke diherike û digihêje jinên deverên cuda yên cîhanê, kir. Ji her çar alî cîhanê jinan bi Jineolojiyê di serî de li Kurdistanê û hemû têkoşînên azadiya jinên cîhanê, dîtin ku kuram û sazî dikarin bên avakirin. Zanista jinê Jineolojiyê, sazbûnên zanînê yên xwe dispêrin modernîteya demokratîk derxistin holê.
 
Kovara Jineolojî di 8’ê Adara 2016’an de dest bi weşanê kir û we platformeke berfireh ya bersivê dide hewcedariyên civakê û jiyanê dest bi jiyanê kir.  Zor û zehmetiyên di ziman û hilberandina zanînêde, bi îradeyek kolektîf çareser kirin. Nîqaşên Jineolojiyê, Jineolojiya Gîrîş û Kovara Jîneolojî, ji van esas, li bajarên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê Atolyeyên Jineolojiyê hatin avakirin. Ji taxan, saziyan, zanîngeh, sendîka, komele, partiyên siyasî û aliyên cuda jin  hatin û di atolyeyan de bi çîrok, tecrube, zanîn û dewlemendiyên xwe di hesteke hevpar de bûn yek.
 
Şoreşa Rojava ku ji Têkoşîna Azadiya Jinên Kurdistanê xwedî bû, yek ji qadên girîng ku Jineolojî lê zindî bûye ye. Di pêvajoya şoreşê de û avakirina wê de, jinan bi îrade, xwebûn û destkeftiyên xwe, zanîn heyî kirin û  li Efrîn, piştre jî Dêrik, Mînbiç, Hasekê, Kobanê, Taqba û Şehba Navendên Lêkolîna Jineolojiyê ava kirin. Van navendan di alî felsefîk, îdeolojîk û zanistî de, li her qada jiyanê rê û rêbaza têkoşînê ya li hember pergala serdest ya mêr da ber jinan. 
 
Li komûnan, meclîsan, tax, akademiyan, perwerda Jineolojiyê hat dayîn. Gelek lêkolînên analîza sosyolojîk hatin kirin. Ji bo jinan gundê Jinwar hat avakirin. Ev gund demek kurt de ji bo jin hewcedariyên jinan re bibe bersiv, xebatên girîng meşandin. Bi şoreşa ku derfetên avakirina zanîngehên demokratîk azad, afirand, di 2017’an de di bin bana Zanîngeha Rojava de beşa Jineolojiyê hat avakirin. Di avakirina saziyên demokratîk de, bi paradîgmaya azadîxwaz, ji bo nifşên nû ji bo hewcedariyên gel pêk bînin, bigihêjin xwedî hişmendiyekê, hewldanek mezin hat nîşandan. Di mufredata lîseyê de jineolojî wek ders hat dayîn. Li başûrê Kurdistanê, semîner, konferans û panel pêk hatin. Li Rojhilatê Kurdistanê jinan li ser înternetê hewl dan vê zanistê fêr bibin.  Malper, rupel û hesabên çapemeniya civakî yên jîneolojiyê ava bûn.
 
Nîqaşên ku têkoşîna azadiyê kirin, bandor li Ewropa û Latîn Amerîkayê jî kirin. Di 2014’an de yekem car li bajarê Koln a Almanyayê konferansa jineolojiyê pêk hat. Piştre li her çar alî cîhanê semîner û panel pêk hatin. Kamp pêk hatin. Ji welatên cuda jin hatin gel hev û di kampan de têkiliya navbera heremî û global de analîz kirin. 
 
Hemû xebatan bi idiaya ku zimanê gerdunî yê jiyanê bi Jineolojiyê bê afirandin, Enstîtuya Andrea Wolf li Rojava hat avakirin. Di enstituyê de ji Kurdistan, Rojhilata Navîn û welatên cuda yên Ewropa jinan cih girtin.
 
Nîşe: Berdewama nivîse bi sernavê ‘Divê çawa bê jiyîn?’ wê hefteya pêş bê weşandin.