Zanîna demê bi jineolojiyê hûnandin

  • 09:03 8 Cotmeh 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
 
"Di serkeftina têkoşîna azadiya jinê de, hat tespît kirin ku teqez rola zanistê heye û hîmên vê zanistê xwe hene. Me jinan hewce bi zanistê didît. Pêngavên me diavêtin jî heqîqet, ev jî jiyan bixwe bû. Têgeha jineolojiyê yekem car ji aliyê Abdullah Ocalan ve hat bikaranîn û bi vê re di gelek qadên jiyan û civakê de agahiyên jinan veşarî bûn. Van agahiyan têkiliya zanistê bi jiyanê re îfade dikir û jineolojî çavkaniyeke dewlemend bû."
 
Akademiya Jineolojiyê
 
Têgeha jineolojiyê cara yekem di 2008’an de di cîlda sêyem a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya Sosyolojiya Azadiyê de hat ziman. Abdullah Ocalan jin wek binpêkerek kev venasî û danî holê biqasî ronîkirina dîroka koletiya jinê ya ji civaka xwezayî heta îro, divê dîroka azadiyê jî bê nivîsîn. Çarçoveya di pirtûka Sosyolojiya Azadiyê de danî holê, venasîna hêzên şaristaniya demokratîk dike, di alî sosyolojîk de,  kapasîteyên avakirina pergaleke demokratîk ya li dijî bingeha hegemonya şaristaniya navendî digire dest. 
 
Ev kapasîte ancax bi rêxistibûnê wê biguhere jiyanek alternatîf û herî zêde di rastiya jinê û têkoşîna azadiya jinê de heye. Di îfadeya ‘Serdema şaristaniya demokratîk serdema şaristaniya jinê ye’ de jî tê dîtin ku di paradîgmaya modernîteya demokratîk de azadiya jinê esas tê girtin. Lê di vir de nokteya esas ev e ku wek kirdeya têkoşîna azadiyê jin di her qadê de rola pêşeng be. Ji bo hêzên alternatîf, divê hîmên çand, zanist, polîtîk, teorîk baş bên hûnandin. 
 
Ji roja têgeha jineolojî ketiye rojeva me heta niha di alî fêkirin û watedarkirinê de lêgerînên cuda hebûn. Bi qasî fêmkirinê di alî avakirina ku saziyên wê de jî berpirsiyariyek dipa. Ev zanista jinê divê çawa bûna? Wek hebûn venasîna jinê çibû? Me zanist çawa vedinasîn? Venasînên der barê jinê de çiqas rast bûn? Xesarên li ser nasnameya jinê çibû? Derxistina potansiyela azadiya jinê wê çawa derxistiba holê? Li gorî çi wê jinûve têgehên jin û zanistê bihata venasîn?Wê têkiliya zanistê çawa bi jin, civak û jiyanê re bihata avakirin? Têkiliya jinê bi jinê re, bi mêr, bi xweza û civakê re çawa bihata destgirtin? 
 
Ji bo bersiva van pirsan û ji nûve bigihînin îfadeyeke zanistî, ji bo me hemûyan nû bû. Abdullah Ocalan dibêje ‘Bi jinê re jiyaneke xweş û baş bisernexistin, bi têkçûna berbi civakek ne sosyalîst re hemane.’ Ev hewcedariya bi gotinekê hatiye vegotin, bi nîqaşên kolektîf yê jinê dikare diyar bibûna. Divê ji ku bihata destpêkirin, çawa bihata destpêkirin.
 
Hemû nîqaş pirs hatin nîqaşkirin û di serkeftina têkoşîna azadiya jinê de, hat tespît kirin ku teqez rola zanistê heye û hîmên vê zanistê xwe hene. Me jinan hewce bi zanistê didît. Pêngavên me diavêtin jî heqîqet, ev jî jiyan bixwe bû. Têgeha jineolojiyê yekem car ji aliyê Abdullah Ocalan ve hat bikaranîn û bi vê re di gelek qadên jiyan û civakê de agahiyên jinan veşarî bûn. Van agahiyan têkiliya zanistê bi jiyanê re îfade dikir û jineolojî çavkaniyeke dewlemend bû. 
 
Di sedsalên 19 û 20’an de jinên hewcedariya zanista jinê danîbûn holê jî hebûn. Mînak Vîrgînîa Woolf digot ‘Zanist ne ne bê zayende, ew mêr, bav e’. Sîmon de Beauvoîr jî got hemû standartên norman jiyana mêr nîşan didin.  Genevieve Lloyd  di pirtûka xwe ya ‘Erkek Akil’ de  jin û mêr girtibû dest, ji Platfon heta Srtre, neqebûlkirina jinê anîne ziman. Îrmtraud Morgner, gotibû heta niha fîlozofan heta niha mêran cîhan şîrove kiriye, lê ji bo guherînê divê jin şîrove bikin. Luce Îrîgaray ku baviksalarî rexne kir, CArolyn Merchant  got di bin navê pîrebokê de qetilkirina jinan tê rewakirin. Evelyn Fox Keller bi pirtûka xwe ya Zanist û Zayenda Civakî de mijar girt dest û dîsa Sandra Hardîng, Vandana Shiva, Chandra Talpade Mohanty  jî di van mijaran de şîrove kirine.
 
Dîsa jineolojî, hemû têkoşînên azadiya jinan ya li cîhanê, bi taybet jî têkoşîna azadiya jinan a Kurdistanê di esasa partî û konfederasyonê de bû sedema hîmê herî xurt a îradeya kolektîf. Çarçoveya teoriya qûtbûnê, guhertina mêr, projeya veguhestinê, komîteyên azadî û wekheviyê, îdeolojiya rizgahiya jinê, peymana civakî, kuramên hev jiyana azad ava kir. Ji guherîna kes, heta guherîna civakî bi rêbazên wek platform, mekanîzmayên rexne û xwe rexneyê, civîn û tekmîlê, têkiliya bi jiyanê re dît.
 
Jineolojî ku ji çavkaniyên dînamîk xwedî bû, nîqaşên ku ji aliyê kê ve wê bê pêşxistin jî riya jineolojiyê diyar kir. Di modernîteya kapîtalîst de, nêrîna li hember zanistê, li ser zanyaran tê avakirin. Zanista aydê jin û civakê jî ji ber berovajî bunya avakirina zanyaran bû, pirsên wekê ‘niha ji bo kesên bi jineolojiyê re mijûl dibin wê çi bê gotin, em ê çi nav lê bikin’ bûn mijara henekan. Divê jîneolog negihiştibana. Di encamê de divê her jin bi zanîna xwe re bihata gel hev û têkiliya xwe ya bi zanistê re ava bikira. Ji ber vê hem rêgez û hem jî hedef derdiket holê.  Xebat û nîqaşên li cihên cuda hatin pêşxistin û meşandin îro zemîna nokteya em lê ne ava kir.
 
Di vê mijarê de nîqaşên ewil di têkoşîna azadiya jinê de pêş ketin û bi îradeyek kolektîf yekîneyek hat avakirin. Vê yekîneyê ewil analîz û nirxandinên Abdullah Ocalan kom kir û ev di bin navê Tezên Azadiyê de wek du cîlt weşand. Ji 2012’an şûnde li cihên cuda komxebat, konferansên bi tevlîbûna jinan pêk hatin. Di heman demê de li Mexmûrê di mufredata dersê de cih dan jineolojiyê û li lîseyan wek ders hat dayîn. Dîsa di qada têkoşîna demokratîk de di akademiyên cuda de der barê jineolojiyê de perwerde hatin dayîn. Li başûrê Kurdistanê konferanseke ku jineolojî hat nîqaşkirin, pêk hat. Li bakurê Kurdistanê li Amedê atolye hatin avakirin. Di heman demê de li girtîgehan jineolojî hat nîqaşkirin. Ev nîqaş di 2015’an de bi navê ‘Nîqaşên Jineolojiyê’ hat weşandin. Hemû jinên ku di lêgerîna azadiyê de bûn, dest bi fêmkirin, avakirin û vegotina jineolojiyê kirin.
 
*Berdewama nivîsê bi sernavê ‘Zanîna bi jineolojiyê hat avakirin û torên hestan’ wê hefteya pêş bê weşandin.