Li pey edaleteke ‘rast’ û ‘xweş’ berxwedan: Dadgehên jinan

  • 09:03 4 Hezîran 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Lê hewldana jinê ya ku edeletê bi hestan fêm dike û bi nirxên xweş re tîne gel hev, deriyê cîhaneke bi edelet vedike. Hiqûqa ku edeleta cîhanê pêk tîne wê bê rewşa mijareke hunerê û her carê wê bibe hewldana dîtina ya xweş e. Di encamê de jin ji bo cîhaneke hîn bêtir xweş li her erdnîgariyê dengê berxwedane bilind kirine."
 
Pinar Kuranel
 
Ji bo jiyana civakî zemîna em pêlê dikin edelete. Hiqûq jî rêbazên jiyana civakî diyar dike û hewcedariya li gorî edeletê bi rêk û pêk dike. Bi rêbazên adîlane, neçare edelet û baweriya civakî pêk bîne. Lê hiqûq, nirxên wek rasyonelî, gerdunî û objektîfî yên ji bo mêran tê diyarkirin, esas digire û newekheviya civakî dubare dubare hildiberîne û di vî alî de bi têgeha edeletê re cih diguhere. Di esasa nirxên ku behsa wan tên kirin de jî ji edelet û adîlbûnê dûr dikeve û jinê tune dike an jî wek kirde nabîne. Têgeha edeletê ya zihniyeta serdest ya mêr, têgeha edeletê ya jinan di paşerojê de nehewandiye û îro wek pirsgirêkekê xwe didomîne. Bi taybet di hiqûqê de objektîfî û rasyonelî esasê girîng tên qebûlkirin, ev têgeh li ser  nêrîna mêr tê şênberkirin û tecrubeyên jinan ji ber li vê nêrîna teng a bi sînor nayê, tê piştguhkirin. Ji ber vê jî wek teorîsyena hiqûqa femînîst jî îfade kiriye ‘hiqûq bê edelete’.
 
Di seranserê dîrokê de jî jinan bêdadiyên di qada hiqûqê de dîtie anîn ziman û ji bo balê bikşîne ser vê bêdadiyê û dawî lê bîne ketiye tevgerê. Yek ji van mînakên têkoşînê ya herî girîn ya serhildan û rexnekirinê jî dadgehên jinane. Di van dadgehan de, di demên şer û pevçûnan de û di jiyana normal de sûcên li hember jinan hatine kirin, hatin destgirtin. Li dijî bêdadiya li hember jinan têkoşîn hatiye dayîn.
 
Gelo têkoşîna jinan di vê mijarê de çi dihewîne? Di vê mijarê de heta ku derê hatiye? Nêrîneke etîk estetîk ku hewl dide têkoşîna jinê bîne her qadê, di vê nokteyê de jî piştgiriyê dide wan. Wek têgehên rasyonelî, objektîfî, hatina gel hev a etîk û estetîkê jî dikare balkêş bê dîtin lê dema mirov li ser estetîkê bifikirin, wê  bi hêsanî bê fêmkirin ku têkoşîna jinê çima bi etîk û estetîk re tê gel hev. Ya estetîk a xweş û raste, berovajî nêrîna objektîf, ya xweş û rast tiştekî ku bi awayekî subjektîf dikare bê nirxandin. Di vê nokteyê de hiqûq û edelet objektîf tê nirxandin lê di esasê de bi nêrîna mêr bi awayekî subjektîf tê pêkanîn û ev jî aşkera xuya dike. Bêguman jin jî ji bo neçarin bikevin pey hiqûqek rast û xweş. Çawa ku ji bo hiqûqnasekî pêkhatina edeletê, xweşikbûna hiqûqiye, ji bo jinan jî hiqûq li gorî edeletê pêk bê, ya herî xweşe. 
 
Teşeyê dadgehên jinan, li gelek deverên cîhanê bi dadgehên gel yên hatine avakirinê re di heman rê de pêş ketine. Di vê mijarê de mînaka ewil piştî şerê Vîetnamê bi pêşengiya Bertrand Russel û Jean Paul Sartre di 1966’an de avakirina dadgehên Russell bû. Russell û rêveberên dadgehê ne li gorî mantika dewletê an jî mecburiyetên wek vê, bi awayekî cidî û dirokî lêpirsîn bi azadî meşandine û Sartre jî diyar kirin ku dadgeh nakeve cihê mekanîzmayeke qanûnî û di encama dadgehê de li ser mafê esas yên Vîetnamiyan de di 1973’yan de di Peymana Agirbesta Parîsê de hatiye erêkirin. Vê pevajoyê di 1979’an de jî li Cezayîrê piştî konferanseke hatiye kirin, bi avakirina dadgeheke gel berdewam kiriye û dadgeha hatiye avakirin jî mayînde bûye.
 
Li gorî Dîanne Otto di alî hiqûqî de sê armancên dadgehen gel hene: Ya yekem di mijara pêkanîna qanûnên di meriyetê de, balkişandina ser kêmasiyên dadgehan e. Ya duyem jî têkoşina edeletê wek têkoşîneke hevpar nas bike û mijara berpirsyariya kolektîf bide venasîn û bike rojevê. Ya sêyem jî ji ser tecrubeyên komên bindest û yên hatine demarjînalîzekirin, sererastkirinên qanûnî yên nû pêşniyarkirine. Hedefa sereke ya dadgehên jinan jî, ev e ku balê bikişînin bêdadiyên di darizandinên jinan de tên dîtin, tevlî mekanîzmayên biryarê bibin û di mekanîzmayên biryarê de bibin xwedî gotin û raye, şîdeta li ser jinê bê tespîtkirin û li dijî şîdetê têkoşîn bê dayîn.
 
Ew jî wek dadgehên gel, ne mekanîzmayên ku li ser demên pevçûn û şer tên sekinandinê ne. Yekem dadgeha jinan a cîhanê di 1976’an de li Brukselê, wek ‘Ji bo sûcên li hember jinan dadgeha navneteweyî’ bi vê nîşeya Beauvoîr  hat vekirin û ji 40 welatî ji 2000 hezarî zêdetir jinî vegotinên sûc yên serdestiya mêr red kirine. Jinan di van dadgehan xwe xwe bixwe wek dadger tayînkirin û her cureyê zextên mêran yên li hember jinan sûc qebûl kirine. Di vê dadgehê de piranî sûcên hatine îfadekirin, wê demê di qedexeyên gelek welatan de sûc nehatine hesibandin û jinan têgeha sûc bi têkoşîna jinên ji welatên cuda hatine, çavçoveya wê guhertine û berfireh kirine. Dadgehê çar rojan runiştinên ewil yên 4 saetî, ji binpêkirinên hatine jiyîn, şahidên hatine guhdarkirin, şert û mercên derketina sûc, pêşniyarên çareseriyê û analîzan re veqetandiye. Di roja dawî de jî pêşniyarên guherîn û pêşnûmeqanûnan hatiye kirin. Her roj beriya runiştinan mêr nîv saetê girtine hundir û tevli daxuyaniyên çapemeniyê bûne. Ji bilî vê dadgeh tenê ji jinan re vekiribûye.
 
Ev dadgeh bûne mînaka girîng ya ku femînîzm û têkoşîna jinê li dijî polîtÎkayên serdest yên mêr serî hildidin. Bi vê re jî hiqûqa navneteweyî pêk nehatiye, ji ser hiqûqa navneteweyî  berpirsyariya dewlet an jî hinekên din diyar nebûye an jî biryarek encamê ya ku pêşniyar têde cih digirin, nehatiye aşkerakirin. Armanc ne darizandin, armanc rexnekirina qanûnên newekhev yên dewletê yên li hember jinane. Piştî vê dadgehê ji sala 1992’yan şûnde li Asya, Rojhilata navîn, Ewropaya Rojhilatê Başûr, Afrîka, Latîn Amerîka û DYA hatine avakirin.
 
Têkoşîna jinê di dîroka berxwedana jinê de cihekî girîng digire. Bêguman dadgehên jinan jî di vê nokteyê de cihekî girîng digire. Wek li jor jî behsa wê hat kirin, têgeha hiqûqê bi rasyonelî û objektîfî re jî tê girêdan û etîka xwe jî ji van nokteyan ava dike. Lê hewldana jinê ya ku edeletê bi hestan fêm dike û bi nirxên xweş re tîne gel hev, deriyê cîhaneke bi edelet vedike. Hiqûqa ku edeleta cîhanê pêk tîne wê bê rewşa mijareke hunerê û her carê wê bibe hewldana dîtina ya xweş e. Di encamê de jin ji bo cîhaneke hîn bêtir xweş li her erdnîgariyê dengê berxwedane bilind kirine.