Di serdema bikarhêneriyê de xweşikbûn

  • 09:03 21 Gulan 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"...Qanûnên wan ji dest bên girtîn jî, ji bihûştê hatibin derxistin jî, di bin siya pêxemberan de mabin jî, wek pîrebok hatibin qetilkirin jî, ji giyotînan hatibin derbaskirin jî, li fabrîkayan hatibin şewitandin jî, ji bo aştiyê hatibin qetilkirin jî, cesedê wan bi pey panzêran re hatibe kişandin jî, ev agir her tim hatiye pêxistin û tê pêxistin. Vê xweşikahiyê bi berxwedaneke bi heybet ku hemû cîhan heyranê xwe hişt, li Kobanê, Cizîr û Sûrê, li dijî hovîtiya mêr berxwedanek bi heybet nîşan da..."
 
Roni Aksoy
 
Di roja me ya îro de nirxên etîk û estetîk herî zêde li ser jinan tê rizandin. Tu qadeke ku jin tê de neyê pêşkêşkirin û bikaranîn tune. Bedena jinê, alava sereke ya bazarkirinê ya her cureyê metayê ye. Di tu pêvajoyên civakê ya dîrokî de bedena jinê wisa parçe parçe nehatiye pêşkêşkirin. Pergala serdest di bin rolên cuda de, hem ji beden, hem ji hest û hem jî ji enerjiya hişmendî ya jinê fêdeyê digire. Jina dayik, jina karker di her qada jiyanê de jina ku fîgurane, ji ser vê belavkirina rolê, di asta hêza esas ya ku mayîndebûna pergalê pêk tîne de ye. Rolên muhafazakar her çiqas bi xwedavenda metayan re berovajî bê xuyakirin jî di esasê de ne wisa ye. Ev rol ji bikarhêneriya bê sînor û malbata pîroz re dizmetê dike û berdewamiya pergala dewletê pêk tîne. Melekên Fîrst Lady û Vîctorîa Secrete li cihên cudane lê di heman xelekê de ne. Rewşên van esasên veşartî û vekirî vê rastiyê naguhere.
 
Bêguman rastiya jinê tenê wek hêmayên mirinî û rewşkirina rih nayê venasîn. Liyekî pergalê wihaye û aliyê din jî şahidiya têkoşînên bêhempa yên jinan dike. Ev sedsal ji têkoşînên mezin yên jinan re şahidiyê dike û ev aşkera ye. Ji ber ku  pirsgirêka jinê ahlaq û wijdan ranake. Terora mêr bi awayekî hovane şîdeta li ser jinê zêde dike. Çanda tecawizê di her qada jiyanê de beyî ku sînor binasin, li her derê bi cih bûye. Tecawiz êdî wek tezahura jiyanê ye. Me şahidiya tiştên li Hollywoodê hat jiyîn kir. Xuyaye ku li cihên herî mezin û şatafatî rewşa jinê naguhere. Nasnameya jinê, bi tacîz, tecawiz û her cureyê êrîşê re tê rû hev. Jîrbûna jinê çi dibe bila bibe, mêr tenê jinê wek parçeyek goşt dibîne.
 
Pêşî û piştî  laboratuvarên vê jiyana sexte ku zanista estetîk berovajî tê pêşkêşkirin de, heman rastiyê îfade dike. Ev nêrîna li hember jinê ya bêahlaq, nirxên jiyanê jî tune dike. Heta ku di civakê de bi çavên alava seksê li jinê bê nêrîn, wê jiyan bi erdê re kaş bibe, hêdî hêdî hilweşe. Terzê têkiliyên ku jin tenê daxistin daxwaziyên bedenî, teşeyek bi xof a korbûnê ye. Gelek mêr, nîqaşên bi jinê re, jê fikr girtin, dan û standina fikr ya bi jinan re nayne hişê xwe. Heta ku ev mantalîteya ku bûye wek genetîkekê neguhere, jiyan wê negihêje wateya xwe ya rastîn. Ger ku ev kêma biherike wê pîvanên ahlaq û estetîka rast jî derkeve holê.  Ji ber zayend hev wisa digirin dest, ev her tim dibe sedema jiyaneke bi şer derbas dibe. Ger ku çîrokên neçîr û neçîrvaniyê holê ranebin wê têkiliyên rast yên jin û mêr dernekevin holê. Ji bo ev têkilî ya xwezayî bidest bixin, divê têkiliyên azad û wekhev bên bidestxistin. 
 
Serhildan etîk û estetîke
 
Ji ber vê jî beriya her tiştî ev terza jiyanê ya li jinê hatiye ferzkirin, divê bê fêmkirin ku îxaneta li jiyanê ye. Ji bo jiyaneke azad, ewil divê bi jinê re ji nûve zanebûna beramber, di hevsengiya wê de xweşikahî, hestên mezinbûnê bên hilberandin û parvekirin. Bi zanebûna jinê û cîhana wê ya tije hest re, heta ku negihêje hevjiyana azad, wê jiyan ji vê cehnemê xilas nebe. Ger ku enerjiya hestî bigihêje heset û hişmendiya azad, bikeve xizmeta guherîna civakî wê jiyan ji vê îşkencê xilas bibe. Mixabin ya heyî jî qetla estîk û etîkê ye. Ji ber vê jî nirxên ku lêkolînê dike, lêpirsîn dike, qanûnên hundir û derve ji hev dide alî, neçare bibe berxwedan. Ji ber vê divê êdî ji cîhana mêr e bêjin êdî bes e. Her tişt di destê vê pergalê de can dide. Behr, daristan, dayik, zarok, karker her zindî digirîn.
 
Ji ber vê jî  çalakiyên rengîn û xweşik yên li her derê cîhanê li dijî şîdeta mêr tên dayîn û ji bo maf bên bidestxistin tên lidarxistin jî divê hîn zêdetir berfireh bibin.  Çalakiyên ji Lubnanê heta Îran, Tunus, Hîndîstan, Amerîka û Ewropayê belav bûne, reng û rih daye kolanan.Kolanan bi reks, muzîk û dirûşmeyên jinan ev reng qezenc kirine. Em hemû dibînin ku pergala serdest ya mêr jiyan reş kiriye, veguheriye cehnemê.  Em bi tunekirina van ewran dikarin xilas bibin. Wê demê wê roj vebike û keskesor derkeve. Wê demê wê zarokên me mahkumê rengên şîn û şîrîk nebin. Wê qedera wan di destê wan de be.
 
Ger ku em bi kenên xwe jiyanê veguherîn aramiyê wê qesrên kralan bihejin û camên wan bikevin. Ji ber vê jî çi dibe bila bibe divê jin berxwedanên xwe bikin yek û nirxa etîk û estetîk bidin jiyanê. Li dijî pergala serdest ya mêr divê, her qad bi destê jinê bê avakirin û ev bibe hinceta me.
 
Ji ber vê jî estetîk bibe esas û kaşilê her tiştê jiyanê. Ji fîzîka jinan bigirin heta xweşikbûna hiş, xîtabê divê girêydayê rêgez û estetîkê be. Pîvanên etîk û estetîkê teqez wê pêşî li azadiyê vebike. Beriya her titşî divê em ji ne ji hebûna mêran ji siya mêran xilasd bibin. Ger ku odeyên aydê me hebin wê civakîbûna me hîn bêtir xurt bibe û wê ji salonên mezin re vebibe.
 
Yên jiyana xwe destê xwe de hildidin
 
Yên ev biserxistine û wisa dijîn hene. Jinên ku jiyana xwe destê xwe de digirin her çiqas zêde bibin wê jiyan evqas xweş bibe. Her çiqas di dîrokê de bedela vê giran be jî… Qanûnên wan ji dest bên girtîn jî, ji bihûştê hatibin derxistin jî, di bin siya pêxemberan de mabin jî, wek pîrebok hatibin qetilkirin jî, ji giyotînan hatibin derbaskirin jî, li fabrîkayan hatibin şewitandin jî, ji bo aştiyê hatibin qetilkirin jî, cesedê wan bi pey panzêran re hatibe kişandin jî, ev agir her tim hatiye pêxistin û tê pêxistin. Vê xweşikahiyê bi berxwedaneke bi heybet ku hemû cîhan heyranê xwe hişt, li Kobanê, Cizîr û Sûrê, li dijî hovîtiya mêr berxwedanek bi heybet nîşan da. Xweserbûna vê berxwdanê, xwe rêxistinkirin, xwe heyîkirine. Ji xwe civaka xweş û bi ahlaq wisa tê avakirin.
 
Nemirbûna berxwedêran ji bo civakan, qezenckirina îro û pêşerojê ye. Îmgeyên azad yên dîrokê wisa heyî dibin. Çemên azad wisa diherikin. Jinên bi hişmendî û rihê azad pejirîne, gelek xweş û balê dikşînin. Ya rast, şer her tim jinê dike ronahî û wek tavê her derê ronî dikin. Wan dilê xwe di destê xwe de hilgirtin û hemû qirêjî û zenga cîhanê paqijkirin û biriqandin. Ya winda dîtin, li pey roniya bin bîrê çûn. Bi neynûkên xwe kolan, ji bo bigihêjin xweşikahiyê…. Bi axa rondik û xwîdana eniyên xwe hûnandin, dihûnin, welatên xwe yên azad….