Ez genim im, dema jinê me

  • 09:02 14 Gulan 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
‘Civaka em lê dijîn ne civakek kapîtalîst a safî ye.  Teşeyê hilberîna kapîtalîst a serdest a mêr ku piştî Sumeran dest pê kir û bi şoreşa sanayiyê berdewam kir, rastiya civak- kes ya afirand pirsgirêkek ahlaqî ye.”
 
Olcay Yaser
 
Nanê tê ser sifra me ji ku tê, çawa tê hilberandin? Sebze çawa tê gihandin? Cilên me çawa tên çêkirin? Ava me ji ku tê. Xaniyên em tê de ne ji çi hatine çêkirin? Bi mîlyonan kesên  bersiva van pirsan nizanin hene. Yên dizanin jî  bersiva van pirsan bi wan re tune dibe. An jî kesên li gund dijîn hinek xwedî van agahiyan e. Yên çîroka van zanînan baş bi bîr tînin jin in. 
 
Mixabin hewce bi van zanînan jî nemaye. Ji ber her tiştê pêwistî pê tê dîtin li mexezayan cih digirin. Berhemên qet hewcedarî pê nîne jî li reyonan tên bicihkirin. Lê  ji ber derveyê hewcedariyê nayê wateya ku kes ji bo girtina wan nakeve pêşbirkê. Kapîtalîzm ji bo xwe bidomîne hewcedarî pê dibîne ku kesayetek wisa biafirîne. Ji ber vê jî neçar e li gorî vê çandek bikarhêneriyê biafirîne. Ji bo îqnayê vê çandê bikin şerta ewil hegomonyayek zihniyetê ferz dike. Bêguman ji bo hemû civakan kirina behsa vê, wê neheqiyek be.  Ji ber civaka em lê dijîn civakek saf kapîtalîst nîne.   Teşeyê hilberîna kapîtalîst ya serdest ya mêr ku piştî Sumeran dest pê kir û bi şoreşa sanayiyê berdewam kir, rastiya civak- kes ya afirand pirsgirêkek ahlaqî ye. Girîng e ku ev aliyên van pirsgirêkên ahlaqî derkevin holê.
 
Zanatkar kesên dawî yên ku berhemên xwe nas kirin bûn
 
Beriya her tiştî  zanîna hilberînê ya jina ku hewl dide xwe bide jiyîn, piştî şoreşa sanayiyê şûnde ji aliyê mêran ve bi giştî hatiye dizîn; jin bi giştî ji derveyê hilberînê hatiye hiştin.  Cîhana kar hemû bûye cîhana mêran. Jina ji hilberînê hatiye qutkirin, li malê hatiye hepskirin û ji hilberînê bêpar hatiye hiştin. Bi vî awayî jî jin ji qada ku sînor hatiye hiştin, bawer bûye.  Mirov dema manîfaktur jî tê de, di hemû astên hilberînê de serdest bûye, piştî şoreşa sanayiyê, parçekirina zanînstê ya ji aliyê zanistê ve, di alî hilberînê de jî derbasdar bûye. Zanatkar jî mirovên dawî yên berhemên xwe nas kirine. Piştre bi avabûna pîşeyên  wek mîmarî û endezyariyê re zanatkarî bi dîrokê re tevlihev bûye. Ev pêşketinek tesadufî nîne. 
 
Pîrebokan bedela zanînê bi şewitandinê dan
 
Li gorî kapîtalîstan di çêkirina berhem de hemû zanîn divê di destê kesekî de nebe.  Aliyê wê ji aliyê matematîkvan, teşe ji aliyê mîmar, avahiya wê ji aliyê endezyar ve divê bê çêkirin. Lê zanatkarek hem mîmar, hem endezyar hem matematîkvan e. Zanatkar bi avabûna fabrîkayan re li ser maşîneyan ji karkerbûnê xilas nabin. Pîrebok yanî ‘jinên zanist’ bedela zanînê bi şewitandina xwe dan. Bi vî awayî zanîna nifş bi nifş hatiye êdî ketiye destê kapîtalîstan. Çandinî ket plana duyem, bi mîlyonan mirov li bajaran di fabrîkayan de neçar mane keda xwe bifroşin, an jî yên kar nedîtine neçarî parsekî û diziyê bûne. Cezayê dizî û parsekiyê jî mirin bû. Kesên li gund jiyana xwe domandin êdî aydê patronan bûn.  Piştî karkeriyê bûye aydê patronan. Êdî dema wan ya xweza, jiyan, cîhan, huner û felsefêyê bifikirin nemaye. Jiyana wan wisa bûye ku bi sê çalakiyan sînor maye, xwarin, razan û zayendî.
 
Hilberîna fordîst darbeya dawî ye
 
Jiyan li karker jî wek jinan, wek qeder hatiye dîtin. Zîhniyeta yekparêz  û rekabetê ya lîberalîzmê li hucreyên kes hatiye bicihkirin.  Kesên ku tenê malbat û xwe difikirin mane. Mirov bûne kurmê mirov.  Ji zêdetir qezencê, neparvekirin, derew, îspiyonî, hevkarî, nelêpirsînkirin, nefikirîn serdest bûye. Teşeyê hilberîna Fordîst ya piştî 1900’î pêş ket jî darbeya dawî ya li şexsê kes hatiye xistinê.  Di dîrokê de tu car mirov evqas biyaniyê xwe nebûye. Êdî mirov bûne parçeyek makîneyê. 
 
Di encamê de bi şoreşa sanayiyê re hîmê kapîtal fînansê hat avêtin û  pêvajoyên netewdewletê pêş ketin.  Serdemeke ku kes  ji civak, gel, erdnîgarî, çandê xwedûrxistin û biyanîkirin, hatiye jiyîn. Her wiha bi serdestkirina hemû berhemên jinê sînor nemane, jin wek meta hatiye dîtin û parçe parçe ji firotinê re hatiye pêşkêşkirin. Bê guman bi zîhniyeta ku modernîteya kapîtalîst afirandiye, têkiliyên mirovan tenê bi hilberînê nikare bê îzahkirin. Bi piştî şoreşa sanayîyê jî nikare bê îzahkirin.
 
Bêyî civak mirov nikare bijîn
 
Di destpêka pîvanên ahlaqî yên ku terza hilberîna jinê diyar dike de civakîbûn tê. Li aliyê din jî dostaniya bi xwezayê re ava kiriye jî; ragihandina zanîna xwe ya bi civakê re û nifşê pêş re; civak tevî kes, şexs, kes jî bê civak nikare bijî daniye holê. Têkçûna ahlaqî ya herî mezin ku ewil jin û piştre civak bê hilberîn hişt û di her aliyê jiyanê de mirov hewcdarê xwe kiriye. Ji ber vê jî kes û civakên ku mahkumê zîhniyeteke wisa hatiye kirin, ne pêkan e ku xweş bijîn.  Mirovên dema niha ji hest, hestiyariyê bêpar hatiye hiştin.
 
Ev nikarin xweşik û estetîk bin. Yên pêk tên jî nebaşiyên ku dawiya jiyan û cîhanê tîne ne. Tevî dema bi êş ya mêr ku hatiye avakirin, hîna  stranên dema genim a jinê, helbest, roman, çîrok,  rihê me gazî xweşikbûn û hezkirinê, hişmendiya me gazî rastî û berxwedanê dike.