Hewcedariya şoreşa jinê bi zanistê heye gelo?

  • 09:02 7 Gulan 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
Wek şerdên her serdemê di sedsala 21’ê de jî rolên şoreşgeriyê diguhere û divê bê guherîn. Stratejiya van şoreşan, ne ku dewletan, pergala baviksalar, kapîtalîzmê bi giştî ji holê rabike ye. Ji ber ku desthilatdarî li cihekî kom nebûye ku mirov berê xwe bidin û ji holê rabikin. Desthilatdariyeke ku li her derê bandor kiriye heye
 
Zeynep Beydagi
 
Modernîteya Demokratîk, hem şoreş û entelektuelên dema şaristanî û hem jî di esasê bingeha ku taybetiyên, derketinên entelektuel û zanistî de neçar e şoreşê bike. Di pêkhatina şoreşeke zanistî ya wisa de, zanista xwe dispêre jinê, xebatên zanistê, dikare rolên girîng bilîze. 
 
Aliyên civakî yên ku feraseta zanista pozîtîvîst cih nadê, şaş tahlîl kiriye yan jî qet nekiriye rojeva xwe, nêrînên wan ên li hember pirsgirêkan, vegotinên wan di riya diçe zanista şoreşê de bûye karekterek. Di serî de jî jin tên. Jin di sosyolojiya pozîtîvîst de wek mijarek lêkolînê ya taybet nehatine dîtin. Nekirine kirdeyên lêkolînê û her tim di asta bi sînor de girtine dest. Di vê rewşê de li cihê ku jin tê de ye analîzkirina civakê, ji ronîkirina rastî û statuya civakî ya jinê girîngtir e. Aliyên binakoq, cuda û hatiye veşartî derdixe holê.
 
Lêkolînên zayenda civakî û jinê, ji bo dane û agahiyên wisa girîng derkevin holê rolek girîng dilîze. Der barê polîtîkayên ronîkirina dîroka jinê, vegotina rejîmên zayenda civakî, dîtina keda jinê, malbat, zayendî, şîdetê de analîz û lêkolînên berfireh kir. Jinên akademîsyen yekem dengê li dijî îdiaya cîhana akademiya di bin kontrola mêr, derketiye. Di vî alî de potansiyela xurt a lêkolînên jinan karakterê serdest ê mêr jî deşîfre kiriye. 
 
Rêbazên wek sosyolojiya jinê yan jî sosyolojiya femînîst tê binavkirin û agahî li hember hev parçe parçe û belawela ne. Bi vegotinên mezin aşkerakirina vê mirovan tatmîn nake. Dema rewş wisa be partî, rêxistin, aktîvîstên têkoşîna jinê dimeşînin, tîne hişê mirovan ku gelo dikarin agahiyan ji bo pêşxistina jinê ji van teoriyan bigirin. Di çarçoveya teoriya femînîst an jî lêkolînên jinê de  teoriyên dertên holê divê di karakterê dijkapîtalîst, dijoryantalîst, dijlîberal de bin.  Her wiha hewce pê tê dîtin ku mijarên di qada akademîk de tên nîqaşkirin, gelo hedef dike ku bigihêje serkeftine yan na. Femînîzm ji gelek îdeolojiyan bi bandor dibe û bandor dike. Di şoreşa jinê ya sedsala 21’ê de rola herî girîng îdeolojî tên. Bi bandora îdeolojiyan re, dîtina muxatabên  çalakî û sazbûnan zehmet e. 
 
Redkirina nasnameya jinê, di sektora fuhuş û pornografiyê de xebitandin di çarçoveya azadiya şexsî de tê destgirtin. Mînakên wisa ku bandor li ser azadiya jinê dike. Her wiha bandorên postmodern jî hene. Berovajî beşên lêkolînên jinan ên destkeftiya têkoşîna femînîst e, beşên lêkolînên zayenda civakî, êdî veguherîne qadên ku mêr li ser hûr û kûr dibin. Sektora ku bedena jinê îstîsmar dike jî  vê rewa dike.  Her wiha tevlîbûna jinan a mekanîzmayên binpêkirinê yên kapîtalîzmê jî dikare di vê esasê de bê destgirtin.
 
Di înşakirina zanista civakî ya nû de rola jîneolojiyê
 
Rêbaz, tahlîl û agahiyên kesên ku di teoriyên femînîst û feraseta zanista civakî ya Ewropayê de cih nagirin, di vî alî de bi nirxtir e. Ji ber vê jî divê di esasê xurtkirin femînîzm û erênîbûnê de bê destgirtin. Jinên Afrîkayî, Rojhilata Navîn û Latîn Amerîkayî,  bi qasî teoriya femînîst ji bo lêkolînên mijara mêtîngeriyê jî piştgiriyek mezin dan. Jîneolojiya ku ji tecrubeyên Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê herikiye jî ev piştgirî xurt kirin. Di vî alî de em dikarin bêjin ku Jîneolojî rola sosyolojiya azadiya şoreşên sedsala 21’ê dilîze.
 
Wek şerdên her serdemê di sedsala 21’ê de jî rolên şoreşgeriyê diguhere û divê bê guherîn. Stratejiya van şoreşan, ne ku dewletan, pergala baviksalar, kapîtalîzmê bi giştî ji holê rabike ye. Ji ber ku desthilatdarî li cihekî kom nebûye ku mirov berê xwe bidin û ji holê rabikin. Desthilatdariyeke ku li her derê bandor kiriye heye. Ji ber vê jî têkoşîna li dijî vê desthilatdariyê jî divê li gor wê be.  Em dikarin pergalên desthilatdar wek cureyek nexweşiyê, wek parazîtekê binirxînin. Heta ku têkiliyên jiyanê bi wan re neyên qutkirin, wê ew xwe hilberînin û bidin berdewamkirin. 
 
Dewleta li ser xepskirina azadî, wekhevî û komunal hatiye avakirin, bi şoreşeke mêr pekan bûye. Jiyana komunal a ku mîrateya şoreşa ewil a jinê temsîl dike hîmên şoreşa jinê ya parastina jiyaneke ekolojîk, komunal diparêze ava dike. Ji ber vê jî êrîşên li hember gel, bawerî û koman wek pirsgirêkên tevgera jinê divê bên dîtin. Belê divê em zanista sosylojiyê di çarçoveya Jîneolojiyê de pêş bixînin. Peywira zanista civakî ev e ku li dijî çavsoriya kapîitalîst, civak û jiyan bê paratin. Ji bo vê divê em li dijî kapîtalîzmê berxwedanê nîşan bidin. Ger ku em bibîn ku pirsgirêkên me yên zayendî bi pirsgirêkên siyaset, aborî û perwerdeyê re eleqeder in wê demê dikare rêbazên cuda yên têkoşînê bê pêşxistin. Di vê esasê de wê gelek hîmên serdest bê rakirin. Alternatîf û veguherina gelek saziyan ji bo vê hewce dike. Şoreşa jinê wek şoreşek civakî, dema ku guherîneke civakî ya wisa bibîne wê şoreşeke zayendî jî pêk bê. Ji ber vê jî avakirina pergaleke alternatîf, wek xebatên jinê dikare bê watedarkirin. 
 
Di vê çarçoveyê de em jîneolojiyê, wek sosyolojiya azadiya şoreşa jinê vedinasînin. Ji bo femînîzm û îdeolojiya rizgariya jinê, rêbazên azadiyê pêşxistin û agahiyên wisa  pêşkêşkirin berpirsyariya jîneolojiyê ye. Jîneolojî di çarçoveya ‘alîgiriya hişmendbûnê de’ der barê azadiya jinê de, zanisteke ku hewcedariyên şoreşa jinê kifş dike ye.