Di dîroka hunerê de nîqaş, heyîbûn

  • 09:01 12 Adar 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
Feryal Saygiligîl
 
"Di hunerê de cihnegirtina jinan a di dîroka hunerê de, di 1971’ê de bi gotara Lînda Nochlîn a bi navê ‘Çima  hunermendên mezin yên jin tune?’ dest pê dike. Nochlîn di gotara xwe de hunerê nîqaş dike. Li gorî Nochlîne, hilberîna hunerî di nav xwe de hebûna zimanekî bi biryar pêwist dike. Ev jî girêdayê tecrubeyeke dem dirêje. Dema mirov wek karê jin û mêr ji hev veqetînin ev nav demê de ji derveyê nasnameya siyasetê dimîne."
 
Jinên hunermend - Akîvîst
 
Di têkoşînên polîtîk yên Ewropa û DYA’yê de, ji bo mafê bikaranîna dengan bê bidestxistin, kampanyayên jinan yên hatine meşandin balê dikşînin. Ji bo di hilbijartinên giştî de mafê dengan bê bikaranîn, piranî jinên propaganda kirine ne hunermendên profesyonel in. Piranî ji van raste rast saziyên jinan hedef girtine û vê qadê wek qada çalakiyê dibînin û bi xebatên xwe feraseta hunera serdest dihejîne. Mary Rîchardson ku ji bo jin mafê dengan bikar bîne di 10’ê Adara 1914’an de bi bivirekî biçûk dikeve Muzeya Londonê û cama tabloya ‘Venusa di neynikê de’ ya Velazquez xêz dike û çend qelişan li tabloyê dide. Rîchardson dema girtinê de daxuyaniyê dide û diyar dike ku ji bo balê bikişîne ser binpêkirina li hember aktîvîst Emîly Pankhurst ya parêzvana mafê jinane û li girtîgeha Londonê di grevê de ye, pek aniye. Ev bûyer di çapemeniyê de bi berfirehî cih digire. Rojnameger, ji bo Rîchardson nasnavê ‘Kesîcî Mary’ bikar tînin û dibêjin ev çalakiyek cînayetê ye. Piştî êrîşê, Wallece Edîsyo û Galeriya Portre ya Neteweyî ji  jinan re tê girtin. Salên piştî vê jî jinan ancax bi hevkariya mêr ev koleksiyon şandine. Di 1909’an de Atoleya Ji bo Jinan Mafê Dengan hat avakirin. Armanca wan ev bû ku jinan di qada huner û zanatê de pêş bixînin û bi wêne, reklam, al û xemlan piştgiriyê didin tevgera jinan. Bi vî awayî tevger aliyekî estetîk qezenc dike.
 
Hunermendên jin bi tevahî dixebitîn û bi karên destan yên wekê xêzkirin, nexwşkirin û karê derziyê, berhermên destan derxin holê. Hîyerarşiya ku hunerê ji zanatê bi nirxtir dibîne jî bi zanebûn vê piştgûh dike.
 
Li Elmanyayê jin mafê bikaranîna dengan di 1918’an de bidest xistin û di 1919’an de meha çile de dikevin meclîsê. Hannah Hoch di berhema xwe ya ‘Dana Panorama’ de vê pîroz dike. Hoch ku yek ji hunermendên ewil yê fotomontaj pêş xistiye, ji bo îmgeyeke hem polîtîk û hem jî zayendî esas digire, biafrîne, potansiyetala teknîka texrîbkirin û kenokî bikar tîne. Hoch endama civaka komunîst a Alman Dada ye. Ev civak di yekem şerê cîhanê û piştî şer, li Almanyayê wek berteka li dijî tevliheviya şoreşger tê avakirin.  Bi aşkera li dijî mîlîtarîzm û netewperestiyê dertê. Hoch jî piranî ji ku îmaja jinê ya di civakê de guheriye kîfş bike û ji nûve biafirîne, ji bo îmgeyên androjen ava bike, parçeyên wêneyên jin û meran tîne gel hev.  Hunermendê Fransî Claude Cahun jî tevlî surrealîsên ku bi pêşengiya Andre Breton hatine gel hev, dibe. Armanca vê komê jî ev e ku kapîtalîzmê têk bibe. Ev şoreşeke hiş ya ku bi azadbûna ji sansura binhiş ku bi xewn û fantaziyan dertê holê, pêk tê ye. Surrealîst îdia dikin ku ev bi giştî bi jiyana psîkolojîk a kes pêk tê. Karên Cahun jî wek hunera Hoch, bi armanca rola jinê û redkirina van rolan, teqlîtan dike. Karê herî aşkera yê Cahun di dema kar de li dêrekî çalakiya wî ya li dijî Nazî ye. Di wê çalakiyê ala ‘Îsa mezine lê Hît hîn mezintirin. Îsa ji bo mirovan mir. Ji bo Hîtler jî mirov dimrin’ avêtibû.
 
Bi nêrîna femînîst lêpirsînkirina dîroka hunerê jî, bi bandora pêla duyem a femîzmê di salên 1970’ê de bi vekirina derseke cerebandinê ya li Fresno State Ollege dest pê dike: “Di Bernameya Hunera Femînîst de Fikr.” Piştî pêvajoyê  5 mamoste ji ber aktîvîteyên radîkal ji kar tên avêtin. Lê xwendekar û mamoste dest ji kar bernadin. Judy Chîcago tînin serê ‘ Bernama Hunera Femînîst a Nû’.  Chîcago dersan li bereqeyên derveyê kampusê pêk tîne. Di vê xebatê de xwendekar li dijî nêrîna mêr ya li hember jinan li rêbazên serhildanê digerin. Ev hunereke jinê esas digire ye. Di vê xebatê de esasa herî balê dikşîne ‘hunera vajîna’ ye û xwendekar organa zayendî ya jinê bi teşeyên cuda xêz dikin. Ev xebat di  projeya navdar a Ziyafera Xwarinê (1978) a Chîcago de cih digire.
 
Di hunerê de cihnegirtina jinan a di dîroka hunerê de, di 1971’ê de bi gotara Lînda Nochlîn a bi navê ‘Çima  hunermendên mezin yên jin tune?’ dest pê dike. Nochlîn di gotara xwe de hunerê nîqaş dike. Li gorî Nochlîne, hilberîna hunerî di nav xwe de hebûna zimanekî bi biryar pêwist dike. Ev jî girêdayê tecrubeyeke dem dirêje. Dema mirov wek karê jin û mêr ji hev veqetînin ev nav demê de ji derveyê nasnameya siyasetê dimîne. Pollock û Parker jî  ji avabûna zayenda civakî û kurama psîkanalîz fêdeyê digirin û  îmgeya hunermeda jin û  nêzîkatiya mêr ya li hember jinê têk dibin. Berger di pirtûka xwe ya Teşeyê Dîtinê ya di 1972’an de hatiye weşandin de, tespîta xwe ya girîng dike: “Mêr wek tevdigerin, jin jî wek tên dîtinê ne. Mêr jinan temaşe dikin. Ev rewş ne tenê têkiliya navbera jin û mêr de, têkiliya jinan bi wan re jî diyar dike. Jin di nerîna meran de bi du awayî heye: Ya tê şopandin û ya tê xeyalkirin. Ya ku li wêne mêze dike wek mêr tê dîtin û ji ya di wêne de şer tê kirin. Di wênede baweriyek wisa heye; bi jinan re tunebûna hest û daxwazê bi mêran re hesta daxwazê zêdetir dike. Tazîbûna mêr jî di hunera Mîchelangelo de û çavkaniyên Yewnan de cihekî girîng digire. Forma birqandî ya şaristaniya Rojava ya ji aliyê Vasarî û Janson ve hatiye avakirin de jî, mêr wek leheng karakterîze dike. Bi mêrê tazî re mahcubiyet tune, bi giştî xwezayî ye. Penîs ne nîşan dide ne jî vedişêre.  Dîtbariya femînîst ya ji kurama psîkanalîtîk bi bandor dibe, hîmê xwe davêje. Yanî riyeke din ya li wêne mêzekirin, vedibe.
 
Komeke hunermendên jin yên Amerîkayî ji bo pêşdarazên hatine jiberkirin hilweşînin bin navê Guerîlla Gîrls de tên gel hev. Behsa hunermendiya jinê tê kirin û femînîzmê wek alavek aktîf bikar tînin.