Hunera heyîbûna civakê: Polîtîka

  • 09:05 5 Adar 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Tevlîbûna jinana  rêveberiya xweser (polîtîka) girêdayê daxwaza wê ya azadiyê ye. Jina civaka xwezayî polîtîk bû. Pêşengiya civakê dikir, bi aktîf tevlî rêveberiya xweser dibû. Hêza afrîner a civakê bû. Bi her qada jiyanê re eleqeder bûye, tevlîbûn nîşan daye, pêşengî kiriye. Tevî hemû zext û êrîşan  jin nasnameyek polîtîke."
 
Zerîn Yilmaz
 
Venasîna polîtîkayê ji ber ku bi Yewnana Antîk destpêkiriye, bi dewletê ve ye. Lê hîna dewlet di dîrokê de tunebû, bandora polîtîkbûnê hebû. Polîtîka bi civakîbûnê re eleqedere. Dewlet jî di dîroka civakî de pir dereng wek alavekî cih girtiye. Ligel vê tu car xwe naspêre rewbûna civakê xwe dispêre burokrasî, hêz û qanûnê. Dewlet ne berjewendiya civakê, berdewamkirina xwe esas digire. Heta niha bihêlin çareserkirina pirsgirêkan, bûye sedema pirsgirêkên civakî. Dewlet naguhere; ji ber girêdayê desthilatdariyê ye. Desthilatdarî jî daxwaza serdestiyê ye. Polîtîka çalakiya azadbûnê ye. Desthilatdarî ne terza rêveberiyê ye. Rêveberî û serdestî tiştên ji hev cudane.  Rêveberî, rêbaza rewa ya berdewamkirina civakê ye. Hemû qanûn ji bo ku civakê di bin kontrolê de bigirin heye. Ji bo dewletê li dijî civakê biparêzin heye. Dewlet nake yek, parçe dike. Ji ber hebûna wê xwe dispêre çînekê. Yanî dewlet çînpereste, zayendpereste û kolepereste. Polîtîka jî, hîn baştre, di polîtîkayê de afirandin heye. Polîtîka berpirsyariye. Dewlet-desthilatdarîjî serdeste û ezezoke.
 
Bi îfadeyeke zelal polîtîka hunera rêveberkirina civakê ye. Hunereke, ji ber bi estetîk û nirxên etîk, karê rêveberkirinê ye. Her wiha tê wateya ku civak xwe bi xwe biryara xwe bide û der barê jiyana xwe de biryarê bide ye. Civak li gor xwezaya xwe ya piranî û dînamîkbûnê  ne bi qanûn û îradeyê, bi polîtîkayê dikare hebûna xwe bidomîne. Polîtîka, xwe bi xwe nirxandine, berdewamkirina hebûna xwe ya civakê ye.
 
Civakîbûn bê polîtîka nikare bê fikirîn. Xwezaya civakîbûnê polîtîke. Mînak; îro  civakek bê gel hev, li ser dewlet tunebe ewil wê polîtîkayê bikin. Wê nîqaş bikin ku xwe çawa bidin meşandin. Wê bêjin ku ji çi xwedî bin. Wê biryaran bigirin û rê û rêbazan bibînin. Piştre jî wê bêjin ew çi ne û wê çawa bijîn. Wê pergalek hevpar ava bikin û mekanîzmayek rêveberiyê ava bikin. Lê tenê li ser hewcedariyên aborî polîtîka nayê kirin. Têkiliya navbera wan de jî mijara polîtîkayê ye. Di vî alî de demokrasî, wekhevî û azadî tê rojevê. Dîsa têkiliya wan ya bi xwezayê re dikeve vê çarçoveyê. Yanî polîtîka bi mijarên wek aborî, ekolojîk, demokratîk û sosyolojîk re jî eleqedere. Polîtîka qadeke ku her kes dikare tevlî bibe ye. Civak ancax li qadên demokratîk dikare polîtîkayê bike.
 
Arendt dibêje ‘Azadî ne teşeyeke kontrolkirina azadiyê ye, destûr daye yekbûnê’. Mirov çawa dibin mirov? Bi çalakîbûnê. Em ji tecrubeyên xwe dizanin. Em di çalakiyan de xwe dibînin û herî zêde jî dema em dikin di afirînin em xwe azad hîs dikin. Ji xwe têkiliya afrînerî û azadiyê xurte. Çalakî, afrînerî, pêkanîn, avakirin polîtîke û xwe dîtin jî azadiye. Naskirina polîtîkayê û di rojeva me de cihgirtina azadiyê, ne tesadufe. Zanabûn jî di vî alî de girîng e. Ocalan dibêje ‘Dema zanînê de çi difikirî’. Ji bo kirina polîtîkayê jî zanebûn pêwiste. Ji ber zanebûn cudabûne. Cudabûn jî berê mirovan dide rastî, azadî, xweşikbûnê. Di esasê de em dikarin bêjin ku lêgerîna polîtîkayê ye. 
 
Di seranserê dîrokê de tenê serdestan şer nekiriye. Civakan jî li dijî pergala şaristaniyan şerên parastina rewa kirine. Ji ber ku ger civak stratejiyên xwe yên polîtîk winda bikin  tê wateya ku azadiya xwe winda kirine. Ji ber vê jî civak her tim di berxwedanan de bûn. Em ji ser axa xwe mînak bidin, Elewî, suryanî, kurd, ermenî, êzidî û asûrî. Berxwedana wan ji bo parastina cihên wan yê polîtîke. Li her derê cîhanê berxwedanen wisa hene. Em ji gelên Afrîka û Rojhilata Navîn bigirin heta berxwedanên kesên xwecih yên Amerîkayî. Ev berxwedan carnan di asta civakî de bûne carnan jî di şexsê kesan de pêk hatine. Fîlozof, pêxember, derwêş û jinên pîrebok mînak in.
 
Modernîteya kapîtalîst bi hemû argumanan dixwaze kes û civaka bê polîtîk biafirîne. Ji ber dizane ku polîtîka daxwaza azadiyê dihewîne. Ev rewş jî ji bo modernîteya kapîtalîst tehdîde. Ji ber vê civaka netew-dewlet ava dike. Lîberalîzm bê armanc dihêle, ditevizîne. Ji bo kapîtalîzmê ne civaka polîtîk, koma mirovan pêwiste. Lê polîtîka bi taybetiya civakê re eleqedere. Yanî di kirdeyê de civak polîtîk e.
 
Ji bo civakan ev dagirkirin her tim hene. Lê tu civak, bawerî û kes ne mahkumê vê pergalê ye. Riya çareseriyê jî, pêkanîna polîtîkbûna xurt e.  Ev jî bi rêveberiyên xweser, xweserbûn û parastina rewa pêkane. Di vê serdema ku desthilatdarî li ser civakan serdeste, nêrîneke ku wêdetirê vê dibîne, bêguman hêviyek mezine.  Polîtîka bi giştî ji rêveberiya xweser hatiye. 
 
Tevlîbûna jinana  rêveberiya xweser (polîtîka) girêdayê daxwaza wê ya azadiyê ye. Jina civaka xwezayî polîtîk bû.  Pêşengiya civakê dikir, bi aktîf tevlî rêveberiya xweser dibû. Hêza afrîner a civakê bû. Bi her qada jiyanê re eleqeder bûye, tevlîbûn nîşan daye, pêşengî kiriye. Tevî hemû zext û êrîşan  jin nasnameyek polîtîke.  Daxwaza azadiyê ya jinê, her tim çalakbûnî lê ferz kiriye.Polîtîka li aliyekî jî hunera jinê ye. Dibe ku faliyeta hunerî ya ewil polîtîka be û ji destê jinê derketibe. 
 
Ez dixwazim bi gotineke Spînoza biqedînim.  Spînoza yek ji fîlozofên girîng ku têkiliya polîtîkayê bi civakîbûnê re ava kiriye. Spînoza demokrasiyê li ser mirovan nagire, wek şerta hebûna civakê dibîne. “Ne dewlet, ya ku demokratîk dibe û xurt dibe jiyan bixwe ye.  Demokrasiya mayînde, jiyanek xweser- rêxistinkiriye.”