Ji bo jinan rêbazeke duyem a jiyanê

  • 09:07 26 Sibat 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
Yek ji bandoreke din ya vê jiyanê daye jinê rêwitiya Hecê ye. Yek ji jinên derketin rêwitiya Hecê Egerîa ye û Egerîa yek ji rêveberên paye bilind a keşîşxaneyê bû. Wê jiyan û çîroka xwe nivîsiye. Riya Hecê ya ku jin bi armanca olî derketinê, ji bo jinan bûye terûbeyek.
 
Elîf Naz Şengun
 
Di seranserê dîrokê de di nêrîn û pêşdaraziya li hember jinan de cudakarî hatiye kirin. Piştî olan rê da ber dîrokê şûnde ewil jin ji gunehan berpirs hatin dîtin û bi Xirîstiyaniyê re jî cihê jinê û nêrîna li hember jinê guheriye. Ev guherîn bi bandor pêk neyê jî jin ji asta gunehkariyê hatye derxistin, ketiye asta Dayika Meryem. Her wiha ev ola nû, jiyana keşîşxaneyê jî yanî rêbaza duyem a jiyanê pêşkêşî jinê kiriye. Ev baweriya ku nû derketiye holê, cudakarî nekiriye navbera mirov heta nekiriye navbera sewalan û ji bo Xweda girîng kiriye. Xiristiyanî bi vê helwesta xwe ya wekhev, kole û jinên di çîna duyem de dihatin qebûlkirin li pey xwe kişandiye.
 
Di împaratoriya Roma de beriya ku tarîkatek di ola Xiristiyan û Muvaviyetiyê de derkeve holê, nêrîna li hember jinê û statuya jinê ya li ser axa Israîlê, piştgirî dida mijarê. Jinên Yahudî herî zêde di malbat û jiyana malê de bi sînor mane, zarokên keç ji aliyê bavê wan ve wek çavkaniya debarê hatine dîtin. Yanî jin dihatin firotin. Di hemû olên yek Xweda de ne li hember jintî li hember statuya dayiktiyê rêzdarî serdest bû. Di jiyana olî de jin bihata perwerdekirin jî piştre ji mafên xwe bêpar dihatin hiştin. Heta di sînagogan de cih ji jinan re hatibû veqetandin. Nayê zanîn ku kîjan demê ev cih ji bo jinan hatine veqetandin. Dema jin regl dibûn jî ‘qirêj’ dihatin dîtin û vê nêrînê pêşî li peywirên olî yên jinan digirt. Bedena jinê biçûk hatiye xitin, jin kêm hatiye dîtin û mêrên Yahudî jî duaya ‘Şukur ji Xweda re ez wek jin ne afirandime’ kirine.
 
Di pirtûkên pîroz de, vejîna jinê di nav mijarên hemfikir de ne. Hewaya ku ji parsûyên Adem hatiye afirandin, hem ji esasa vejîna hiyerarşîk hem jî ji ber Adem xapandiye û kiriye gunehkar jî wek îfadeya xerabiyê hatiye qebûlkirin. Jin pir caran wek alav, hevkara şeytan hatine dîtin. Ligel vê dêrê, Meryem daye hember Hewayê û balê dikşîne ser pîroziya jinê û di nav xwe de dikeve nakokiyê. Bi fîgura Meryemê ya di Xiristiyaniyê de, li hember jinan nêrînek nû derketiye holê. Meryem jina pîroz ya kurê Xweda aniye dinê hatiye dîtin û di nêrîna li hember jinan de guherîn afirandiye. Ev rewşa dualîst ya heyî di statuya jinê de naqokiyek afirandiye. Vê ola nû tişta ku di jiyana jinê de guheriye jî rêbazeke nû ya jiyana keşîşxaneyê ye. Di civaka Bîzans de dihat payîn ku jin bizewicin li mala xwe û zarokên xwe binêrin. Temenê zewacê jî ne diyar bû û ligel vê mafê jinan yê tercîhkirina hevjîn jî tune ye. Jin dixwaze bi dilê wan be dixwaze nebe ji aliyê mêrên malbatê ve dihatin zewicandin.Di vê jiyanê de Xiristiyaniyê bi jiyana keşîşxaneyê rêbazeke jiyanê ya duyem ji bo jinan pêşkêş kiriye. Vê rêbazê derfeta, di astên krîtîk de jin dikarin jiyana xwe bi rêve bibin, pêşkêş dikir. Li şûna ku jiyana xwe bi malbatê û malê derbas bikin; bedena xwe didan ser dêrê û bêguman ne zehmete ku daxwaza wan a ku bibin endamên rêzdar yên dêrê, neyê fêmkirin.
 
Keşîşxaneyê jiyaneke hîn baştir pêşkêşî jinan dikir. Jinên ev jiyan tercih dikirin jî di ayînên olî de civakî dibûn, xwendin û nivîsandin fêr dibûn û kêm be jî diçûn Hecê. Jiyana keşîşxaneyê her çiqas navenda wê ol be jî jiyanek entelektuel, civakî û rêzdar daye jinê. Jinên jiyana xwe di keşîşxaneyê de derbas kirine, di hunera kopîkirina hunerê de cihekî girîng girtine. Hinek jinên jiyana keşîşxaneyê tercîh kirine bi armanca ji bêderfetiya aborî xilas bibin tercîh kirine. Li Bîzansê tenê jinên ku cihêz peyda dikirin zewaca wan mijara gotinê bû. Ji ber vê jî jinên ku derfetên wan ên zewacê tunebûn û rewşa wan zehmet bû, serî li vê rêbazê ddan. Di encamê de jiyana keşîşxaneyan ji ber defetan ji bo jinan wek alternatîf derketiye holê.
 
Bi Xiristiyaniyê re di cihê jinê û nêrîna li hember jinê de cudahî hatiye kirin û di vê sazbûna ku ol esas e de jiyana keşîşxaneyê ji bo jiyanan bûye rêbaza duyem a jiyanê. Jinan bi bandora di jiyana olî de bi Împaratoriyê re roleke girîng anîne cih. Bi taybet jinên xwedî esl, di jiyana olî de bi bandora xwe dem gîhandine asteke cidî. Di Bîzansê de jinan qîrên cur bi cur kirine û di ayînên olî de di eniya pêş de cih girtine. Herwiha jinan di seranserê saltanatê de bersiv dane hewcedariyek civakî.
 
Yek ji bandoreke din ya vê jiyanê daye jinê rêwitiya Hecê ye. Yek ji jinên derketin rêwitiya Hecê Egerîa ye û Egerîa yek ji rêveberên paye bilind a keşîşxaneyê bû. Wê jiyan û çîroka xwe nivîsiye. Riya Hecê ya ku jin bi armanca olî derketinê, ji bo jinan bûye terûbeyek.
 
Egerîa di rêwistiya Hecê de bi van gotinan bang dike û ez jî dixwazim bi van gotinên wê nivîsa xwe bidawî bikim: “Tiştên bijîm û cihên din yên kifş bikim, ez ê li hember huzura hezkirina we behsa wan bikim, tiştên hatine serê min teqez ez bi we re parve bikim. Hun xanim no, nura min, ez bijim jî nejîm jî ji kerema xwe re min bi bîr bînin.”