Di cîhana felsefî de wek ontolojîk jin: Girîngiya afirandina Ontolojiya jinekê

  • 09:03 19 Sibat 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Tunebûna jinê nebûye berhema nêzîkatiyeke hêsan. Di esasê de encama pêvajoyeke îdelolojîk, çandî û fikrî ye. Tunehesibandina jinê ewil ji fikr dest pêkiriye û piştre di pratîkê de hatiye pêkanîn. Ji ber vê jî avakirina zanîna nirxa hebûna jinê û gihandina nirxê ya vê zanînê, daxwazkirin e, ev veguhertina berxwedaneke rêxistinkirinê ye."
 
Sara Aktaş
 
Felsefe; gerdun, bi giştî mirov, hîmê yekbûnê ya mirov bi mirovan re û bi civakê re avakirin û her wiha ji bo mirov riya xwe winda nekin, wek bername hatiye dîtin. Çi heye ku dîroka fikra felsefî ya wek ‘stêrka global a jiyanê’, jin bi awayekî herî dijwar cuda dîtiye û bûye yek ji qada ku jin surgun kiriye. Fikra felsefî û bavên fîlozof, cîhanê bi giştî şîrove dike lê di ronahiya hişê mêr de, ji perspektîfeke zayendperest, jin ji nedîtîve hatiye û tune hesibandiye. Bi taybet di dîroka felsefê de ya ku em pê re tên rûhev û wek tiştekî ku tu kêmasiya wê tune tê pêşkêşkirin yanî avabûna zîhnî, aydê mêr tê dîtin. Hebûna jinê jî di esasê de tune. Mît, metnên felsefî bi jinên ku ji bo kesên din hene tije ye. Mixabin ev tişta ku ontolojî û metafîzîkê daniye holê jî, etîk û polîtîkayê temam kiriye. Ev hêza fikr û mêjî ya zayendperest ku cîhan bi teşe kiriye jî encamên giran yên wekê serdestî, şerên bixwîn, hiyerarşî, karasetên ekolojîk, ronik û hilweşîn e. Jinên ku her tim li dijî vê têkoşîn meşandine jî di cîhana mêr de her tim wek tehdîd hatine dîtin. Tevî vê jinan têkoşîna xwe meşandiye.
 
Di fikrên ku otorîterên odlar pêşxistin de jî jin her tim wek gunehkarên mezin hatin îlankirin; Gunehkarên ewil wek jin di hişan de hatiye empozekirin. Jin serkêşên gunehkarên mirovan hatine dîtin, ji ber vê jî jiyan, rih û beden hatiye qirêjkirin. Jin êdî sîmgeya xerabiyê ye. Ji ber vê di her qadê de kontrolkirina vê pisgirêka herî girîng e. Dema tevgerên Ronesans û Reforman pêş ketiye jî ev neguheriye û riyeke veguherînê venekiriye. Meşandina aqil dîsa aydê mêran hatiye dîtin, ligel serdestkirina xwezayê, serdestkirina bedena jinê jî hatiye armanckirin. Vê kevneşopiyê her tiştên aydê jinê ji her tiştî dur girtiye. Ji bo jinê mafê hebûnê nehatiye nasîn. Pêşketinên hatine jiyîn jî, têkliyê desthilatdarî û serdestan neguheriye, tiştên hebûye jî rewa kiriye. Em dibînin ku ev rewşeke mafdarkirina îdeolojîke. Wek tê dîtin fikra felsefî di şopa Rahîbên Sumper û Zeus û Marduk de meşiyaye û li pey wan çûye. Ev pergala zayendperestiyê ji aliyê zîhnê mêr ve heta îro hatiye.
 
Cîhana felsefê ji jinan re hatiye girtin, hişê mêr kirine navend û li dijî vê jinan li dijî sazbûna felsefê helwest girtine û navbera xwe danîne. Di vî alî de felsevanên femînîst, bi rexnekirina dîroka felsefa Rojava sînor nemane û hewl dane ku cîhana felsefê ji pêşdarazên zayendperest û çîna îdeolojîk xilas bikin. Felsevanên femînîst tiştên ku di metnên dîrokî de tên ziman, di alî jinan de ji nûve dest bi nirxandinê kirine. Ji ber vê jî wê hişê mêr êdî li ser navê mêr nehatiba fikirîn. Bi sesala 19’emîn re bi mîrateya dewr hat girtin gelek jin ji aliyê serdestiya mêr ve hedef tên girtin û hepskirin. Li aliyê din jî jin li dijî gotinên felsefî û olî têdikoşin. Di vê çarçoveyê de em destpêkirina felsefa femînîst dibînin.
 
Ji salên 1980’ê û şûnde, jinên zanyar bi guman nêzî zanîna mêr bûne, felsefeyeke zanînê ya nû pêş xistine. Vê helwestê hem di alî zanîn û heme jî di alî naverokê de felsefe rexne kiriye. Her wiha diyar kirine ku fîlozof û zanist rê li ber agahiyên şaş vedikin. Ev hewldan ji bo ku jin wek hebûneke aydê xwe bên dîtin, hatine kirin.
Jin di alî ontolojiyê de tune hatiye hesibandin, nedîtive hatiye dîtin û biçûk hatiye xistin. Ev jî bi awayekî aşkera nîşan dide ku ev êrîşeke sîstematîk û bi zanebûn ya desthilatdariya mêr ya li hember jinê ye. Ev êrîş ji aliyekê din ve jî xwe dispêre zemîna îdeolojîk. Ev zemîna îdeolojîk jî xweseribûn û hebûna kesek din red dike, avabûna xwe hedef dike. Ji ber vê yeke ku ji ser jinê avabûnên îdeolojîk a mêr hatine kirin û di rastiyê de venasîna jinê nehatiye kirin, venasîna xerabiyên li jinan hatine ferzkirin. Ji ber vê jî zanistên jin dema li dijî van nêzîkatiyên ontolojîk derketine jî, sekna xwe ya li djî vê anîne ziman.
 
Ji ber vê jî bi şîdet hewcedarî bi zanista ontolojiya jinê yanî zanîna hebûna jinê heye. Nêzîkatiyeke ontolojîk ya bi vî rengê jî wê ji bo hemû êrîşên sîstematîk yên li hember hebûna jinê wê bibe bersiveke xurt.
 
Di encamê de; tunebûna jinê nebûye berhema nêzîkatiyeke hêsan. Di esasê de encama pêvajoyeke îdelolojîk, çandî û fikrî ye. Tunehesibandina jinê ewil ji fikr dest pêkiriye û piştre di pratîkê de hatiye pêkanîn. Ji ber vê jî avakirina zanîna nirxa hebûna jinê û gihandina nirxê ya vê zanînê, daxwazkirin e, ev veguhertina berxwedaneke rêxistinkirinê ye.