Modernîta Demokratîk Pergalek Nasnabûna Jinê ye

  • 09:13 12 Sibat 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
Mizgîn Aydin
 
Divê bê diyarkirin ku; bi terza gerdûnî yan jî monîst nêzîk bibin û bêyî ji nêzîkatiyên pozîvîst xilas bibin, şîroveya xet- rast a dîrokî bê rakirin û qefesa ji hesin bê şikandin, derketineke paradîgmal, pêkan e xeyaleke rastîn’ ya bûye jiyan a li Rojava. Ev yekbûna paradîgmal, di xebatên Abdullah Ocalan de xwe daye der. Di rastiya serdema şaristaniya demokratîk a Abdullah Ocalan de ku wek ‘dema gelan’ bi nav kiriye de demokrasî wek vegera kokên xweza-komunal dikare bê destgirtin.
 
Di perspektîfa ehlaqî polîtîk de dema ‘tevlibûna kirdeyî’ esas e, di nêrîna demokrasiyê de nûbûn hatine afirandin. Şûna demokrasiya temlîsî raste rast demokrasiyê girtiye û ev bi tena serê xwe şoreş e. Di vî alî de pergala şaristaniya demokratîk jî wek Dibistana Frankurt an jî Annales ekol e. Nêrîna Ocalan jî wiha ye “Dibistanên Rewşa hebûna xwezayî ya civakî û pêşketina civaka ehlaqî poltîk lêkolîn dike wek Pergala Şaristaniya Demokratîk dikare bê venasîn. Hem fikir û raman û hem jî sîstematîka wê û organên polîtîk yek in. Polîtîka û ehlaq wek dîrok dikare bê xwendin.
 
Jiyan û dema jinê di dem û cihê dewletî, înkarî, navendî, yekparêzî, zayendperestî, dîktatoryal de dibe şoreş û li malbat, tax, kolan, civak û cîhanê zincrîran dişkîne. Şoreşbûna jinê, hemû mêr- mêrtiyê dipelçiqîne. Mînaka vê ya herî baş pergala hevserokatiyê ye. Di serî de li Rojava, li hemû Kurdistanê perspektîfa modernîteya demokratîk ketiye jiyanê û hemû hîmê despotîzmê dihejîne û bi dawî dike. Pergala hevserokatiyê nîşan daye ku hemû qefes tên şikandin. Heta avakirinek xweser azad a jinê netu, tu car û tu car ‘jiyaneke komun demokratîk û welatî-kes azad’ pêk nayê. Her wiha ji ber azadiya jinê tune jî ev qad di bin paletên tankan yên mêrtiyê de mane û tê wateya mêrê bi bandor bi raye ya kes-welatî. Jiyana komun demokratîk jî bûye bihuşta têkçûyî ya nayê xwendin. Aliyê din yê jiyana civakî jî di tespîta Ocalan de tê îfadekirin. “Jiyana modern a serdest jî li dora jinê veguheriye kemînekê. Kapîtalîzmê jin aniye rewşeke wisa ku, gotina ‘keybanûya metayê’ di cih de ye. Maşîneya welîdinê ya ku nifşê nû yê pergalê tîne dinê ye. Alava sereke ya endustriya reklamê ye. Alava desthilatdariyê ya zayendperestiyê ye.” Hevjiyana azad, di esasê hebûn, parastin û îradebûnê de di her hurca jiyanê de bi azadiya jinê avabûn e. Ev tespîta Ocalan wiha ye: “Di pêvajoya netewbûna demokratîkbûnê de azadiya jinê girîng e. Jina azad civaka azad e. Civaka azad jî netewa demokratîk e.”
 
Aliyê ‘netewa demokratîk û xweseriya demokratîk’, rola jinê ferz dike. Ji ber jin ji aboriyê hatiye derxistin zilma netew dewletê û faşîzma endustiriyê çavsor dibe û berê xwe dide tunekirina gerdûnê. Jinên ku keda wan bê statu û nasname tê meşandin tevî vê yên herî betal hatine mahkumkirinê.
 
Aliyê ‘Çand û bingeha hiqûqa netew demokratîkbûnê’ jin ji asta bindestbûnê derdixe yan jî di esasa azadbûnê de dibersivîne. Bêguman qada hiqûq û çandê jî ji ber dijjin, dijcivak e nobedariya pergalê ava dike û ji bo netew dewletê li ser piyan bigire herî zêde û ewil êrişî jinan dike. Aliyên ‘dîplomasî û parastina cewherî jî’ herî zêde ji mêran re xizmetê dike. Ji ber vê YPJ li Kobanê bû dilê jinên cîhanê.