Rexneyek li Dîroka Felsefa hemû Rojava

  • 09:10 29 Çile 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Îro ger ku jin di civakê de ne xwedî gotin bin, ne hêz bin, bi sînor faliyetan de bin, sedema wê ev e ku ji dema Antîkîte heta îro ev bi zanebûn hatiye kirin. Tevî ku ji her qada civakê hatiye dûrxistin, di zanistên civakî de jî taybet nehatiye dest girtin. Tevî vê em dikarin bi rehetî vê îfade bikin: Jina ku di her qada civakê de berpirsyariyên xwe girtiye ser xwe û têkoşîna xwe ya hebûnê daye, wê di felsefeya ku wek qada mêran hatiye teşekirin, de zemîna xwe ya îfadekirinê bixwe biafirîne."
 
Dîlan Akpolat
 
Di her qada jiyanê de, bi newekheviya zayendî û serdestiya mêr re, otorîteya mêran a li ser jinan heyî bûye û ev hebûn jî jin heps kiriye, avêtiye plana duyemîn, cuda hatiye dîtin û serdestî li ser ava kiriye. Ev newekheviya zayendî ya xwe daxistiye heta hicreyên biçûk yên civakê, ‘Çi pergala civakî û asta pêşketinê dibe bila bibe, statuya jinê ya hem di qada cemawerî û hem qada taybet de, hêz û otorîte, hemû li gorî van rolan tên qebûlkirin.’ Ev venasîn wek hemû qadên civakî, bandor li ser qada felsefe û zanistê jî kiriye. Bi vî awayî jî bi sedsalan dîroka felsefê ji aliyê mêran ve hatiye avakirin. Ji ber van sedeman dîroka felsefê, bi gotina felsefî ya serdestiya mêr vejiyaye û heyî bûye. Bêguman ev mirovan matmayî jî nahêle.
 
Bêguman dîroka felsefeyeke ku jinan davêje plana duyem û xwe dispêre newekheviya zayendî, ne tesadufe, bi giştî bi bandorên bingeha civakî deretiye holê. Felsefe; ku di rêyekê de heyîbûne, ji destpêka dîroka wê heta îro ji Antîkîten (Serdema Antîk) heta Modernîte, behsa jineke fîlozof nake û hîna jî nekiriye. Ji ber vê jî dema fîlîzof tê gotin tenê mêr tên hişê mirovan. Ji ber vê jî dîroka felsefê jî wek dîroka felsefa fîlozofên mêr heyî bûye. Di berhema bi navê ‘Dîroka Fîlozofên Jin’ ku hebûna fîlozofên jin digire dest de behsa 44 fîlozofên jin tê kirin. Ev di mijara ku jin di felsefeyê de tune hatine hesibandin de, cihekî girîng digire. Lê ligel vê, mijara em digirin dest ne mijara hebûna fîlozofên jin e: Êrîşa pergala serdest ya mêr ya li hember xwezaya jinê ye. Ji ber ku jin 5 hezar sal in di her qadê de hebûn û têkoşîna xwe meşandine.
 
Zayenda civakî ji destpêka dîroka felsefê derketiye holê û demên piştî vê jî bi awayek zelal heyî bûye. Di hemû vegotin û fîgurên mîtolojîk de jin di plana duyem de hatiye dîtin. Fîgurên jinan di vejînîbûnê de jî li gorî fîgura mêran heyî kirine û bi saya fîgura mêran cih girtine. Wek Zeus û Hera, Odysseus û Pnelope, Faust û Gretchen û her wekê din. Bi vî awayî fîgurê jinan di kodên baviksalariyê de derketine holê.
 
Yek ji fîlozofên herî girîng ya dîroka felsefeyê, ku ji gelek nîqaşên felsefî re bûye çavkanî, di dîroka felsefê de ji bo venasîna nasnameya jinê rolek girîng lîstiye. Di berhema girîng ya Platon de, nêrînên Platon ên derbarê jinê de, cihê jinê ya di civakê de, jiyan û mafê jiyanê ya jinê cih digire. Platon diyar dike ku jin û mêr li gor xwezaya xwe ji hev cudane û heman rolî nagirin ser xwe. Ji ber ku li gorî wî di navbera jin û mêr de li gorî vejîna wan cudahiyek mezin a nayê înkarkirin heye û li gorî vejîna jinan karên li gorî wan tên dayîn.
 
Platon diyar dike ku jin di tu karî de wek mêran nabin û hemû karên civakî li gorî rolên zayendî, wek karên jin û mêran ji hev veqetandiye. Li ser karê jinan îfadeyan tîne ziman û jinan wek kesên ku kar û barê dirûnê dike, nan dipêje, salçê çêdike vedinasîne û van karan wek karê jinan diyar dike. Hinek pîvanên jintî û mêrtiyê ava dike. Li gorî van îfadeyan encama tê bidestxistin ev e ku jin li gorî mêran qelsin û mêr jî xurtin. Li gorî Platon mêrên di şer de, yanî yên ji bo civakê bi fêdene, mafê bi jinan re razanê qezenc dike. Ji vir em dikarin bêjin ku Platon jî  jinan wek alav, wek xelat û kesên wek maf tên qezenckirinê ne. Platon ku bi giştî jiyan û civakê bi nêrînên zayendî bi teşe dike, di navbera kê de zewac tê kirin heta gelek mijarên din girtiye dest. Di têkiliyeke zayendî ya bi jinê re tê jiyînkirin jî wek maf dibîne. Di hemû karbeşiyan de mêr li jor tê dîtin. Di hemû berhemên Platon de dema behsa jinan tê kirin, gotinên biçûkxistinê balê dikşînin. Di diyaloga ‘Tîmaîos’ de behsa mezinbûna mêr, di hiyerarşiya hebûnê de jinê li cihekî ku di navbera kole û sewaltiyê de cih digire, bi nav dike. Di diyaloga Şolen de jî dibêje mêjiyê mêr li gorî jinê xurt û mezintire. 
 
Platon jin di civakê de di nav rolên zayendî de venasiye, di çarçoveya normên xwe de bi teşe kiriye û di tu diyaloga xwe ya felsefî de cih nedaye jinê. Di Serdema Antîk de jin hatiye sînorkirin û hepsê van sînoran hatiye kirin. Jin beyî xwe binase û hebûna xwe nas bike, di nav kaliban de hatiye sînorkirin. Jin bi zarok û karên malê hatiye sînorkirin li gor xwezaya wê wek hebûnek di cih de hatiye destgirtin.
 
Di encama normên zayendperest yên di dîroka felsefê de, jin wek kirde nehatiye dîtin, her tim bindest bûne hatine sînorkirin. Qels hatiye dîtin û wek plana duyem hatine venasîn. Di esasê de di vir de îroniyek mezin dertê pêşberî me. Platon, mamosteyê xwe Sokrates esas girtiye û bi saya mamosteyê xwe Sokrates bûye xwedî van agahiyan. Di dîroka felsefê de cih nagire lê di hinek diyalogên Platon de tê dîtin ku ji Sokrates ra du fîlozofên jin pêşengî û mamostetî kirine. Ev Dîotîma û Aspasîa ye. Di dîroka felsefê de nêrînê Platon girîngin, ji ber ku bandorek mezin li dema piştî xwe kiriye, yek ji kesên girîn a felsefê ye. Van nêrînên Platon yên derbarê jinê de bandorek neyînî li ser fîlozofên piştî xwe kiriye. Îro ger ku jin di civakê de ne xwedî gotin bin, ne hêz bin, bi sînor faliyetan de bin, sedema wê ev e ku ji dema Antîkîte heta îro ev bi zanebûn hatiye kirin. Tevî ku ji her qada civakê hatiye dûrxistin, di zanistên civakî de jî taybet nehatiye dest girtin. Tevî vê em dikarin bi rehetî vê îfade bikin: Jina ku di her qada civakê de berpirsyariyên xwe girtiye ser xwe û têkoşîna xwe ya hebûnê daye, wê di felsefeya ku wek qada mêran hatiye teşekirin, de zemîna xwe ya îfadekirinê bixwe biafirîne.