Qeyrana Zanista Civakî

  • 13:35 8 Çile 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
Ji bo ku mirov xwe bigihîne rastiya civakê divê mirov pirsgirêkên heyî rast pênase bike. Dema ku pirsgirêk û pirs rast neyê famkirin wê çareserî pêk neyê, wê bi parçeyên kêm ku mirov bîne gel hev jî heqîqetê nikaribin nîşan bidin.
 
Nesrin Akgul
 
Zanista civakî, rêbazeke giştî ya dema mirovan xwestine xwe fam bikin derketiye holê. Herçen ku civaknasî di serdema modernîteyê de wekî têgeh pêş neketibe jî mirov nikare wê ji mîtolojî, ol û felsefeya ku di tevahiya dîrokê de pêş ketiye bigire dest. Tişta girîng ew e ku mirovan xwe çiqasî nêzî ku heqîqetê bizanibin kirine û li gorî vê rastiyê xwe çiqasî heyî kirine. Zanista civakê civaknasî ji ber ku rêbazên hînbûna heqîqetê pêş nexistiye civakan qeyranên mezin jiyane.   Rastiya ku em wekî krîzên civaknasiyê bi nav dikin yên wekî krîzên civakî û çewt pênasekirina va krîzan bi me dide famkririn ji ber nebûne hêza çareseriyê ye. Bi vê tabloya ku derdikeve holê re tê dîtin ku mirov û civak ji rastiya xwe dûr ketine. Jineolojiya ku zanista jinê ye jî ji ber vê pêdiviyê derketiye holê û xwestiye ku pirsgirêkên civakî rast pênase bike û ji bo wan wekî rêbaza fikra çareseriyê derdixwe holê ye.  Bi serdema modernîteya kapîtalîst re pirsgirêkên ku derketine holê deriyê heqetê hat girtin. Bi jineolojiyê re hev deriyê ku hat girtin ê lêgerîna heqetê ji nû ve tê vekirin. Bi vê re jina ku kirdeya civakê ye û di qefesê de hatiye girtin bi têgihîştin û nûbûna xwe re wê jinû ve vejî.
 
Çawa ku ji bo civaknasiyê mirov û civak girîng  e û divê mirov û civak rast bên pênasekirin, pênasekirina jinê ya rast jî ji bo civaknasiyê wê pêşketinek be. Dema ku em dest bi pênasekirina kirîzên ku civaknasiyê jiyane bikin jî rastiya ku em pê re bên rûhev jî ew e ku jin an tune hatiye hesibandin û yan jî şaş hatiye pênasekirin.  Xala serke ya ku em pê civakê pênase bikin ew e ku şoreşa civakî bûnê bi jinê hatiye destpêkirin. Lê dûrketina ji vê rastiyê tenê rê li ber zanista şaş venekiriye, di heman demê de bûye sedem ku dîrok jî şaş bê nivîsandin. Jina ku bi civaknasiya heyî di nava dîrokê de hatiye tunekirin û pênasekirin wê bi jineolojiyê re li rastiya xwe vegere û wê bizanibe ku heqeta heyeî civak çawa pêk hatiye. 
 
Ji bo ku mirov xwe bigihîne rastiya civakê divê mirov pirsgirêkên heyî rast pênase bike. Dema ku pirsgirêk û pirs rast neyê famkirin wê çareserî pêk neyê, wê bi parçeyên kêm ku mirov bîne gel hev jî heqîqetê nikaribin nîşan bidin. Ji ber ku jinelolojî jiyanê li gorî cihê ku lê pêş ketiye û dîroka wê lêkolîn dike, kesên ku xwestine civakan li gorî xwe bi teşe bikin jî teşîr dike. Zîhniyeta mêrê serdest ku heqîqetê berovajî dike û îqtîdara wî her ku pêş ket civak jî li gorî xwe bi teşe kir. Civak her ku ket bin banoder şaristaniya dewletparêz ji rastiya xwe dûr ket. Şaristaniya dewletparêz ruhê civakê hêsrî girt û kir mêtingeha xwe. Ji ber wê heta ku şîfreyên şaristaniyê neyên zanîn wê neyê dîtin ku rastiya pergala mêrê serdest e.
 
Mudaxaleya Jineolojiyê ya li ser qeyrana zanista civakî, rexneyên rêbazên daneyên zanîstî yên heyî pêşve dibe û bi rexneyan rêya çareseriyê vedike. Bêguman rêbaza rexneyan divê ne xirab bin û bi nêzikatiyeke erênî bê kirin. Alîkariya zanista civakî ya dîrokî, heqîqeta ku derdikeve holê diparêz e û carekdin şekl dide. Dema mirov wisa bigire dest, zanista civakî di sedsala 19'an de li Ewropayê pêşket û wekî sosyolojiya pozîtîvîst hat bi navkirin, pêşketinên dîrokî yên rê li ber vê pêvajoyê vekir û rêxneyên xwe li ser zîhniyeta mêr kir. 
 
Serdema pêşketinê di Serdema Antîk Yunanê de dest pê kir û heta îro derket asta herî jor. Niha bi rasyonalizm an got hêza aqil, di rastiyê de “mêr" temsîl dike. Divê mirov wisa rexne bike. Ramangerên vê serdemê aqil û mêrantiyê di nava civak û qada siyasî de eynî digire û her wiha jinê ji derveyî civakê digire, wisa jî meşrû dike. “Aqil mêr e, beden jî jin e, aqil hêza afrîneriya civakê ye, jin jî hêza xwedîkirinê ye. Mêr bi xwe şaristaniyê û jin jî dibe temamkera wî ye." Di temamkeriyê de wekhevî, jiyana hevpar nîne. Hikûmdar û kirde mêr e,  jin jî tişta temamker e. Serdema pêşketinê û pêvajoya ku piştre pêş ket di nava xwe de aqilbûnê wekî taybetmendiya mêr a li hemberî jinê hat nîşandan û her wiha ev tişt li Rojava jî pêş ket û Rojava li hemberî derdora xwe wisa nêz bû, Rojava xwe serdest nîşan da. Kapîtalizm zîhniyeta xwe ya hegemon her zêde bi rêya pozîtîvîzmden pêş xist. Ev serdem xwe wekî hêza serdest a zanistî îlan kir. Kapîtalizm, dikeve her qalibê û bi spekûlatîf, eklektîk û zîhniyeta dogmatik re ji zanista civakî jî sûde girtiye. Sosyolojî, ji tecrûbeyên felsefî yên Î. Wallersteinê hatiye valakirin, bê dîrok hatiye hiştin, xwe ji wekî fen û zanista beşerî cuda kiriye, di nava xwe de bûye "pisporê" zanistê. Bi serê xwe tevahiya heqîqetê xirab dike û parçe dike. Ji xwe “Efsûn" xirab bûye, li cîhanê civak ji nirxên ehleq, etîk û estetîkê hatine jidûrxistin. 
 
Ji qeyranên esas ên ku bi vê yekê rû didin yek jê zanista civakî nikare bi awayekî dîrokî derkeve pêş. Bi rêbazên ji ber nêzîkatiya bê dem, bê cih û positivizimê dîrok tenê bi mijarên wekî şerên dewletên desthilatdar û hilweşandin û avakirina dewletan her derketiye pêş. Pirgirêkên civakî jî tenê wekî pirsgirêka çînî û aboriyê xwestiye bê famkirin. Kesên ji bo pirsgirêkên civakî çareser bikin derketin ser rê ji ber pirsgirêkên zanista civakî rast tehlîl nekirin ji ber bi rêbaza fikra desthilatdar nêz bûn ji modernîteya kapîtalîst rizgar nebûne. Feraseta dîroka pêşverû ya nêzîkatiya pozitivist bûye sedem ku sîstema şaristaniyê ya heta kapîtalizmê pêş ket wekî qederê bê şîrovekirin. Her wiha bûye sedema lêpirsîna pîvana di têgeha pêşverûyê de. Modernîteya kapîtalîst bi pêşketina faşîzmê ya sedsala 20'emîn rûyê xwe yê hov nîşan daye. Heta civak di warê ehlaqî-polîtîk de têk biçe yan jî xirab bibe ew ê bi êrişên kapîtalîzmê rû bi rû bimîne. Her wiha bûye mêtinger. Sosyolojî jî dema nikaribe beramberî vê rastiyê têgeha ehlaqî-polîtîk a civakê pênase bike ew ê ji pênaseya zanista civakê dûr bikeve. 
 
Jineolojî pirsgirêkên civakî yên di serdema modernîteya kapîtalîst de bêyî ku ji palgeha wê ya dîrokî qut bike digire dest û aqlê mêr jî rexne dike. Moderniteya kapîtalîst heta zext li zîrekiya hestiyarî nekira nikaribû xwe ava bike. Çimkî fikrên berî wê ehlaq ewqas tune nehesibandibû. Jineolojî mezinkirina zîrekiya hestiyarî ya hebûn û nasnameya jinê ava dike esas digire. Zîrekiya hestiyarî rêzê nîşanî jiyanê dide, nirxê dide jiyanê, çavdêriya hevsengiya xwezayê dike. Ev cureyê zîrekiyê xwe wekî civakê dibîne û zîrekiya analîtîk jî mezin kiriye. Nirxên etîk û estetîk loma dibe rêbaza esas a sosyolojiyê. Rastiya sosyolojîk bêyî etik-estetikê nikare bê destgirtin. Çimkî civaka ehlaqî-polîtik a di bin êrişên şaristaniya hegemonîk de ye bi hêza xwe ya etik û estetîk serî hildide. 
 
Jiyana sosyolojîk a civakên di bin êrişan de famkirina civakê, hebûna bi dil û can a ji bo civakê, îradeya jiyaneke azad esas digire. Jiyan anca bi vî rengî heqîqeta wenda kiriye dîsa bi dest bixe. Em berî ber bi qedandinê ve werin em balê bikşînin ser vê pirsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji me pirs dike:"Tercîha me ya azadiyê li ser azadiya civakî yan li ser azadiya takekesî xwe heyî dike? Kesên tercîha xwe ya jiyana azad bi zelalî dikin berê dikevin nava hewildana avakirina sosyolojiya xwe û civakbûyina xwe ava dikin. Hûn her yek di warê avakirina sosyolojiya xwe û di warê avakirina civakiyê li ku derê ne?"