Aboriya jinê ya komûnal û demokratîk rizgariya ji kaosê ye

  • 09:09 25 Kanûn 2020
  • Nîqaşên Jineolojiyê
"Rojhilata Navîn, ku civakîbûn lê li dora jinê pêş ketiye, cihê ku cara yekê lê xebatên aboriyê, nirxê bikaranînê, guhertin û bazirganî lê pêş ketiye ye. Li gel texrîbatên kapîtalîzmê yên li dused salan ên li herêmê, ji bo înşakirina demokrasiyê, pergala aboriyê hîna guncav e û dikare bi vê rêbazê ji kaosê rizgar bibe.  Bi taybetî jî tevgerên civakî ku di pêşengiya jinan de tên pêşxistin di vî warî de hêviyekê didin."
 
Zeynep Esengul
 
Abdullah Ocalan wiha bal dikişîne ser xalên bingehîn ên pirsgirêkên aboriyê: “Pirsgirêka aborîyê esas vederkirina jinê ji aborîyê dest pê dike”
 
Pergala baviksalariyê, ewilî dest daye ser laşê jinê û dûre jî ser keda wê û wisa pêşketiye. Wextê hemû ev sepan pêk anîne jî dûrxistina jinê ji nirxên wê yên hêzê jê digre wek bingeh girtine. Hêza jinê ya herî mezin bêguman civakîbûn û nirxên ku bi civakê daye qezençkirin. Hiyararşiya li ser civakê hatiye pêşxistin, sazî û têkiliyên ku naveroka wan li ser kedxwarî û îkdîdarbûnê ava bûne, ji kedxwariya ku li ser jin û xwezayê hatiye pêşxistin pêk tê. Çawa ku mêr xwe wek efendiyê li ser jin ê dibîne û her alî ve jin ji xwe re kiriye cihê kedxwariyê, îktidara bi dewlet jî bi nêzîkatiyeke serwarî van kiryaran dispêre gel. Ji heya pêwendiya efendî û kole, axa û xulam, serkar û karker ev pêwendiya serwariyê dewam dike. Neteweyên serwar bi modernîteya kapîtalîst heman pêwendiyê dispêre neteweyê li derveyên xwe. Îqtîdar, gava ku qada îqtîdara xwe û pêwendiyên xwe pêşdixe qada aboriyê jî ji xwe re dike navend. Pêywendiya kedxwariyê di vê hêlê de pêşxistiye, hêl dide ku şêweyekî bide pêwendiyê civakî. Di heman demê de bi vê rêyê pêwendiyên pêk tîne jî pergala kedxariyê ya li ser aborîyê ji xwe ra dike bingeh.  
 
Tevgera dagirkirina Rojhilata Navîn a modernîteya kapîtalîst li gorî hemû serdeman zêdetir xeraker û wêranker bûye. Êrîşên modernîteya kapîtalîst tenê destdayîna li ser berhema nekiriye armanc, di heman deme de jî dagirkirina hafizayê jî ji xwe re kiriye hedef, armanca wê bi vê rêyê civakê neçar bike û bîne pozîsyeneke ji xwe dûr dikeve. Bi vî awayî kapîtalîzm, hem fikrek wekî gel nikare xwebirêve bibe belav kiriye û vîna xwebirêvebirinê ji destên wan girtiye hem jî rêya talankirina aboriya welat vekiriye.
 
Bê guman li erdnîgariya Rojhilata Navîn di pêvajoya dîrokî de her dem hilberîn, parvekirin, piştevanî, jiyana hevpar, tevgerên civakî çêbûne. Ev tevgerên serhildêr jî li dijî pêkanînên sîstema baviksalarî-mêtinger belav dikin her derketine pêş. Em nikarin bêjin şopên van tevgeran îro tune ne. Tevgerên mîna Manizm, Mazdekizm, Huremizm, Raperîna Babekê, Hariciler, Karmatiler, Tevgera Zenç, Tevgera Şêx Bedrettin her çiqas li cihên cuda û bi pêşengiya rêberên cuda ava bûbin jî di rihê xwe de ji hinek tevgerên nirxên jiyanê yên komunal, azadî, wekheviye diparêzin. Di nava van tevgeran de hilberîn û xercikirin di esasê de tê destgirtin û jin di nava civakê de rolên diyarde dilîzin. Ev axa şaristaniyê hîn jî nirxên civakî yên şoreşa neolotîk dide jiyîn. Van nirxan di heman demê de wekî xweparastina civakê ne. Bandora modernîteya kapîtalîst dişkîne. 
 
Rojhilata Navîn ji bo ji kaosa sîstema mêtingeriyê ya baviksalarî-kapîtalîst rizgar bibe ji kevneşopiya xwe ya dîrokî hêz girtiye û gelek tecrube bi pêş xistiye. Di vê mijarê de yek tecrubeyên girîng modela hevpar û demokratîk e. Ev yek jî bi felsefeya Abdullah Ocalan ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd ve hatiye pêşxistin. Ocalan analîza dîrokî ya kûr a herêmê dike û şîroveyeke nû derbarê sosyalîzmê de dike. Modela aboriya hevpar a demokratîk li ser vê teza sosyalîst pêş dixe. Tevgera Azadiya Kurd a bi salane têdikoşe li gor nirxên sosyalîst ji xwe re modeleke rêxistinê ava kiriye. Li ser şêwaza civakên komunal ên bi hevsengiya ekolojik, azad-xweser tev digerin bi teşe dibe. Di pêvajoya 15 salên dawî de bi rêxistinên di şêwazên meclîsê de rêxistinbûyina aboriya hevpar a demokratîk belav bûye. Ji aliyê Rojhilata Navîn û Cîhanê ve di warê lêgerîna alternatîfa hevpariya demokatîk ve bûye tecrubeyeke girîng. Li dijî mêtingeriya yekperest, jiyana komunal demokratîk a gelan, derbaskirina zayandiya civakê, hilberîna li ser esasên pêdiviyan derdikevin pêş û ev yek li dijî mêtingeriya kapîtalîst dibe alternatîfeke girîng.
 
Modela aboriyê ya ku jinên kurd ên hêza xwe ji têkoşîna azadiyê ya Gelê Kurd girtine ku bi xwe şîrove kirine cerebeyek girîng e. Jinên kurd bi vê modela xwe ya aboriyê li dijî çanda mêrê neçîrvan a ji serdema civaka baviksalar de jin esas girtine û bi xebatên xwe yên komunal modeleke nû pêşkêş dikin. Aborî di xwezaya xwe de bi destê jinê pêşve çûye û berhema jinê ye.  Em ji cerebeyên ku hatine kirin dibînin ku modelên ku jinan di nav de cih negirtine heta roja îro bi ser neketine û parvekirineke adîl nekirine.  Jinên kurd ku ev yek tespît kirine, dibêjin ku xeleka dagirkirinê ya destpêkê û ya dawî  keda jinê heta ku azad nebe wê dagirkerî jî ji holê neyê rakirin. Modeleke bê kedxwarî û azad a aboriyê tenê bi xebatên jinan ê di warê aboriyê de ku li hemû qadan belav bibin pêkan e.  Di vê çarçoveyê de modela aboriyê ya jinên kurd a xweser ku pêş xistine cerebeyeke girîng e. Bi qasî ku li her qadê rêxistinbûn girîng e, afrandina bazara xwe û bêyî ku cih ji simsaran re bê dayîn xwegîhandina mezextkaran jî girîng e û qada rêxistin bûnê berfireh dike.  Di vê rêxistinkirina aboriyê de ku jinê wekî îrade digire jin bi awayekî aktîv cih digirin. Qdên hilberîn di heman demê de qadên komunal ên jiyanê ne. Di vî warî de jî mirov dikare bibêje ku pêşketineke girîng heye. Xewedî zîhniyeteke ku xebatên xwe di bin banê meclisan de bi rêxistin dikin û kooperatîfên xwe jî bi ruhê komulal bi rêxistin dikin. Bi vê rêbazê xebatên ku hatine kirin tên nirxandin û akademiyên ku zanista aboriyê pênase dikin hatine avakirin. Herwiha konferansê ku di vî warî de biryar li wan tên dayîn jî tên kirin. Gelek xebatên wekî qadên jiyanê yên jinê, parkên jinan, kargehên jinan û heta bi qadên cotkariyê bi vê perspektîfê tên rêxistinkirin. 
 
Rojhilata Navîn, ku civakîbûn lê li dora jinê pêş ketiye, cihê ku cara yekê lê xebatên aboriyê, nirxê bikaranînê, guhertin û bazirganî lê pêş ketiye ye. Li gel texrîbatên kapîtalîzmê yên li dused salan ên li herêmê, ji bo înşakirina demokrasiyê, pergala aboriyê hîna guncav e û dikare bi vê rêbazê ji kaosê rizgar bibe.  Bi taybetî jî tevgerên civakî ku di pêşengiya jinan de tên pêşxistin di vî warî de hêviyekê didin.  Zanista Jineolojiyê ku di her warî de rêxistinbûna jinê pêş dikxwe di vî warî de girtîng e. Ev cerebe xwe ji cerebeyên têkoşîna jinan a cîhanê xwedî dike û di heman demê de ji bo hemû jinên cîhanê girîng e û bûye hêvî. 
 
Bingeha rêgeza aboriyê ne hiqûq e, exlaqê û exlaqê ku nirxên civakî vedibêje. Ji bo rêgezên exlaqê bibe bingeha faaliyeta aboriyê, pêdiwî bi avakirina aboriyekî nû heye. Di pergala aboriyê ya jinan de rêgeza exlaqê bingehek e. 
 
Aborî di esasê xwe de karekî bi rêxistinkirinê hewce dike. Ji ber vê sedemê jî bingeha aboriya komûnal a demokratîk a jinan xwe li ser belavbûyî û rêxistinbûna civakê esas digire. Kapîtalîzim civakê parçe dike û armanc dike ku kedxwariyê kûrtir bike. Kapîtalizm, dirûşmeya azadiya yekperestiyê esas digire û wisa hêza civakîbûnê ji holê radike. Ji bo kûrkirin û bandorkirina kedxwariyê heta dawiyê xwe bi rêxistin dike. 
 
Ji bo sazkirina aboriya demokratîk-komunal û feraseta bazarvaniyê pêşxistina rêxistinkirina pergalekî alternatî girîng e. Ji ber ku bazarvanî nirxê kedê dipîve, heta ku mirov feraseta sazkirina bazarvaniyê pêşnexe mirov nikare pergalekî alternatîf li pêş bixe. Bikaranîna nirxan a feraseta bazariyê, dikare nirxên kedê biecibîne. Dê armancên qezencên kêm asteng bike, ji bo tiştên herî baş pêk bîne, piştevanî, piştgiriyê teşwîq bike, bi feraseta bazarvaniya civakî dikare aboriya demokratîk-komunal pêş bixe. 
 
Endustrî texrîbatek mezin da xwezayê, li dijî vê yekê teknîkên hilberînê yên ekolojiyê jî divê aboriya demokratîk-komunal esas digire. Pêşketina teknolojiyê û têkiliya hilberînê rehet dike û divê em vê qebûl bikin. Lê zirardayîna teknolojiyê ya li hemberî xweza û derdorê jî divê mirov xwe ji dûr bixe û ev tişt divê bibe armanca aboriya demokratîk-komunal. 
 
Kaosa ku li Rojhilata Navîn pêk tê ji ber pergala serdestiya mêr e. Li dijî vê pergalê jî divê pergala civakî ya aboriyê ya jinan bê pêşxistin. Tevgerên civakî yên demokratîk, pêşengên têkoşînê ya azadiya jinê di vê hêze de ne ku dikarin bi ser kevin. Li Rojhilata Navîn her ku diçe qeyrana şaristaniyê kûr dibe, lê hêzek heye ku li dijî vê derkeve. Hêvî li gorî demên borî îro bêtir heye.