Evîna civakî dibe sedema hevjiyana azad

  • 12:37 18 Kanûn 2020
  • Nîqaşên Jineolojiyê
"Têkiliya jin û mêrtiyê qadeke taybet e û kes nikare  dest bidê. Lê belê hevjiyana azad qada mal û mulkê derbas dike. Jixwe dema em ji vê qada mal û mulkê dûr bikevin wê demê ew ê hevjiyaneke azad derkeve pêş." 
 
Çigdem Doga
 
Heger em bixwazin girêkên kapîtalizma modern a serdema me hem ji aliyê herêmî hem jî ji aliyê gerdûnî vekin divê bi taybet wekî tevgerên jinê jiyana bi evîn û jiyana îxanetê li evînê dike rast pênase bikin û ji hev veqetînin. Ya herî zêde sîstema kapîtalîst a kurmî bûye û bêzar maye li ser piyan dihêle û dibe sedem ku kapîtalîzm hilmê bistîne rewakirina rastiya îxaneta li evînê ye. Ev yek jî di jiyanê de ji aliyê civakê ve tê kirin. Ango du kirdeyên esas ên civakê jin û mêr dema qaşo li ser navê evînê xwe hepsî nava dîwarên zayendiyê bikin ev dibe îxaneta li jiyan, civak, evîn û gerdûnê. Evîn bi kesan sînordar nabe ew wekî kesayeteke gerdûnî, civakî, dîrokî ye. Ji civakê ne cihê ye berovajî vê yekê girêdayî civakê ye û bi civakê re di nava piştevaniyê de ye. Li ser bingeha hezkirina wekhev û azad hatiye avakirin. Ya wekî din pratîka qedandina kes, zayend û civakê ye. Û modernîteya kapîtalîst jî xwe dispêre vê yekê. Dema em vê paldanka  modernîteya kapîtalîst ji destan bigirin, têkoşîna azadkirina kes û civakê bikin wê demê ew ê hêza mayina li ser piyan a vê sîstemê jî nemîne. 
 
Li gor feraseta jiyana azad a demokratîk têkiliyên evînê yên di nava zayendan de nêzî felsefeya jiyanê ya hevjiyana azad e. Em behsa hevjînitiyê dikin em behsa jin û mêrtiyê nakin. Di felsefeya hevjiyana azad de jintî û mêrtiya azad heye. Têgeha jina min û mêrê min dibe sedem ku di nava herdu zayendan de şerê îktidarê rû bide û şêweya têkiliya li ser tundiyê derkeve pêş. Têgeha jina min û mêrê min veguheriye girêkekê. Jin li gor çanda jintiyê mêr jî li gor çanda mêrtiyê mezin dibin û ev rol wiha tên parvekirin. 
 
Têkiliya jin û mêrtiyê qadeke taybet e û kes nikare  dest bidê. Lê belê hevjiyana azad ji qada mal û mulkê derdikeve. Jixwe dema em ji vê qada mal û mulkê dûr bikevin wê demê ewê hevjiyaneke azad derkeve pêş. Çimkî dema têkiliyeke tenê bi mêr û jinê sînordar bibe wê demê nayê kişandin. Tundî rû dide û têkiliyek li ser tecawizê derdikeve pêş. Têkiliya mêr û jinê dema ji civakê qut bibe wê demê dibe wekî dareke ji daristana xwe hatiye qutkirin. Loma divê têkilî ya xweş jî ya bi guman jî bikaribe bi civakê re bê parvekirin. Divê berpirsiyariyeke me hebe ku em bikaribin di nava civakê de têkiliyeke baş bijîn. Divê em bi wicdan û berpirsiyariya digirin ser milê xwe tev bigerin. 
 
Di nava hevjiyana azad de şîdeta psîkolojîk, fîzîkî, zayendî nîne. Bi taybetî şîdeta zayendî ya serdestiya mêr, hemû jiyanê jehr dike. Lê belê di nava hevjiyana azad de, ne mêr dikare li hemberî jinê, ne jî jin dikare li hemberî mêr îqtîdarê hikum bike. Ji ber vê sedemê jî hewldana şîdetê dernakevin pêş. Ji ber ku kese ne xwedî kesî/ê din e. Kes ne milkê kesî/ê din e. Her kes wekhev û azad e û ev daxwaz wan aniye li cem hev, li gorî wê jiyanê xweşîk dikin. Mêrê azad hêza xwe ji mejiyê xwe, hestên xwe jî zimanê xwe digire, ne ji fizîkî û zayendiyê digire. Her wiha jina azad jî hêza xwe ji mejiyê xwe û hestên xwe ji zimanê xwe digire. Ev hunerek e. 
 
Di nava hevjîyana azad de evîn ji bo her du zayendan, zanebûn, mutewazîbûn û rûmetî pîvanek girîng e. Dîsa lêgerîna watedayînê, hêza di nav têkiliyan de, hêza têkilî dayînê bi mejiyê pêk tê. Ne nakokiyên fîzîkî, bi hêza mejî û hestan mirov dikare nokokiyan ji holê rake. Di serdema me de ev tişt derbas dibe. Hevjiyana azad, li vir tê wateya nokokiyên ku bi rêya hêza hestan e û felsefeyî ye. Di nava jiyanê de, di nava mirovan de, di nav bera jin û mêran de tu carî nakokî xilas nabin. Lê belê hevjiyana azad, ev nakokiyan dê bi hêza hevpar derxe holê û rêya çareseriyê bigere. Li dijî paşverûtî, nedîti, ji hev cudakirinê dê hêzek derxe holê. 
 
Têkiliya hevjiyana azad demokratîk e, li hemberî fikr û ramanê bi rêzdar e, guhdar dike û vîna hevdû esas digirin. Têkiliya jin-mêr li ser rêgezên demokrasiyê pêk bê dê û bê pratîzekirin dê civak ew qas veguhere û dê dewlet, serdestî û îqtîdar têk biçe. Pêşxistina vê çandê gelek girîng e! Ji ber ku çanda jinbûn û mêranî hêzê dide dewlet û îqtîdarê. Lê hevjyina azad dê pergala netewa demokratîk pêş bixe û dê mohra xwe li ser hezar salî bixe. Hejiyana azad, girîngiye dide fikr û ramên cuda û nirxê dide wan fikran û naxwaze herdu zayend wek hev bifikire. Dizane ku vînek wê/î heye û divê hurmetê nîşan bide. Her wiha ev tişt tê wate têkiliya ehlekî jî. Di hevjiyana azad de hevjîn di hêla polîtîka, huner, kar û hwd dikarin hevdû hêztir bikin û bi hev re nîqaşan pêş bixin. Di her kêliyên jiyanê de hest û ramanên xwe bi hev re parvedikin. Parvekirina ramanê, tê wateya mezinkirin û watedayîna EVÎN ê.
 
Hevjiyana azad bi awayekî azad û pitepitî perwerdekirin û serwaxtkirina zarokan jî gelek girîng e. Divê zarok wek milkekî nehê dîtin û vê rewşê bê azad kirin. Di çanda jin û mêrtiyê de zarok wek milkekî ku dê bibin xwediyê wan tên dîtin. Dibe ku zarok nû fêrî jiyanê dibin, lê qet bêhest û nezan nînin. Loma divê rihê zarokan azad bê hîştin, divê dilê wan nêhê jikestin û li wan nedin. Hiş û zimanê zarokan, hiş û zimanên herî rasteqîn e. Lewma divê mirov ji zarokan jî tiştan fêrbibin. Dê- bav, jin–mêr ên ku li hemberê zarokan ev çand pêşde xistibe, tê vê wteyê ku wan bingeha hevjiyana azad zexim kiriye û dîwarên avahiyê jî berbi nivşên nû ve bilintir kirine. EVÎN, dibe pêlekî azadiyê û zarokan têdigere. 
 
Dîsa di jiyana vê tehrî de rêxistina jinê ya bi hemcînsê xwe re girîng e. Çimkî gava ku jin bêrêxistinbû û tenê hat hîşti û hat kolekirin, yeksengiya jiyanê xerabû, pergalên sextekar, derew û kedxwar serî hildan û bi awayekî xwe gihandin roja me jî. Di civakekî de bivînî ya jinê, rasterast birêxistînbûna wê re têkildar e. Ji ber wê divê hergav jin xwedî sekneka birêxistî be. Nemaze jî di vê hêmana ku jin tê de rastî awayê tundîtî û neheqiyê tên, her tiştî girîngtir e. Ji bo ku jin xwe biparêze, jiyaneke wekhev ava bike û bi her awayî sekeneke vîndar nîşanbide ev pêwiste. 
 
Jina azad û mêrê azad ên ku kirdeya hevjiyana azad in di mertebeya arîfî û nariniyê de xwe perwerde kirin, serwextkirin, hem bi hev re û hem ji bi civakê re divê radeyeke pevgirtinê ava bike. Ev jî ne rewşeke wisa hêsan e, ev têkoşîna nefsî ye, têkoşîna rêxistinî ye, têkoşîna polîtîk e, têkoşîna xwe parastinê ye. Şerê herî mezin ya dîrokê ye û gelek dijwar e. Ji ber vê yekê lêhûrbûneke arîfî û xwe nezîr kirin, bi awayekî narînî şênberkirin, rêxistîbûn û têkoşîn kirin nebe, hevjiyana azad nikare bê avakirin. Hevjiyana azad divê bi EVÎN, bên avakirin, tenê bi dayîna têkoşîna xwe gihandina mertebeya arifî û narîniyê wê bê pêşdexistin.