Têgehên başî û nebaşiyê

  • 09:07 20 Mijdar 2020
  • Nîqaşên Jineolojiyê
Divê em mejiyê xwe li ser baş û rastiyê biwestînin. Çimkî nebaşî bi xwe re nexweşikiyê û şaşiyê tîne. Modernîteya kapîtalîst di vê xalê de jî 'operasyona têgihînê' dixe meriyetê.
 
Fatma Koçak
 
Di van rojên ku nebaşî bi hêzeke mezin hukum dike de ravekirina baş û xweşiyê! Mijareke wiha ji bo me dijwar e. Milan Kundera dibêje "Îmtihana mirovan a bi hêzê bi jibîrkirina hafizayê mîna ye". Şerê mirov ên li dijî îktidaran şerê hafizaya wan a li dijî jibîrkirinê ye. 
 
Daristan hatin şewitandin, jin hatin kuştin, zarok bi îstismara zayendî rû bi rû hatin hiştin, îşkence li kûçik û pisîkan hat kirin. Lîste dikare bi vî awayî dirêj bibe. Ev hemû çalakiyên mirovan di nava civakê de ne. Gelek carî em ji hev dipirsin û dibêjin "Ma hema her wiha bû, yan jî li ser medyayê tê weşandin loma ewqas xuya dike?". Erê her wiha bû. Her damareke civakê ya xwe ji bîr kiriye heye û ji vê damarê nebaşî verdişe. Bi taybet jî di serdemeke kapîtalîsta modernîteyê ji bo mirovan kontrol bike gelekî belav bûye. 
 
Wekî em hemû dizanin nebaşî ne bi tena serê xwe ye. Ji bo ew derkeve holê divê qurbanek û zalimek hebe û gelek carî jî şahid hewce ne. Yanî nebaşî wekî civakî hatiye îcrakirin. Kuştina bi hezaran yahudiyan bi awayekî "rasyonel" û "modern" pêk hatibû. Lê belê Nazî û cîhana li dijî vê dengê xwe dernedixitin çima ewqas ne baş bûbûn? Bersiva ku felsefevanên ev nîqaş dikirin nikaribûn bidan Hannah Arendt ê ji komkujiyê rizgar bû da. Li gor Arendt israr û serîhildana mexdûr û qurbanan ancax pêşî li qirkirinê bigirtaya. 
 
Em niha jî li serdema 1915'an a ku di Komkujiya Ermeniyan de bi milyonan Ermenî koç, surgun û hatin qetilkirin binêrin. Em ê li vir cîranê kesekî yê ku berî rojekê bi cîranê dan û stendin dikir lê piştî rojekê şûnde zarokê cîranê xwe qetil kir bibînin. Zabel Yaseyan, di berhema xwe ya Meliha Nuri Hanim de nîjadperestiyê û nêrîna çavên tirkekê ya li Ermeniyan derdixe pêş. Li gor pirtûka Zabelê Hemşireya tirk a bi navê Meliha Nuri Hanim dijbertiya Ermeniyan dike. Lê ew jî tu wateyê nade vê yekê û nizane ji bo çi nefret dike. Di şexsê Meliha Nurei Hanim de nebaşiya veduguhere kortiyê, bobelatekê pênase dike.
 
Em mînakeke hîn ji nêz de bidin. Hinek kesên hîn nizanîbûn Efrîn li ser nexşeyê li ku ye gotinên nefretê li dijî vî bajarî dikirin. Lê belê haya wan ji wan tune bû ku ew di nava bobelatekê de ye. Sîstemên xwe li ser nîjadperestî, zayendperestî, ol, mezhebê ava kirine kesan bi rêbazên nebaşiyê kontrol dikin û wan dikin makîneya nebaşiyê. 
 
Divê em mejiyê xwe li ser baş û rastiyê biwestînin. Çimkî nebaşî bi xwe re nexweşikiyê û şaşiyê tîne. Modernîteya kapîtalîst di vê xalê de jî 'operasyona têgihînê' dixe meriyetê. Li gor daneyên hinek derûnas û civakansan başî bi zorê tê birêxistinkirin. Ev wekî dafekê ye. Bi vê yekê tê xwestin ku baweriya mirovan a bi rêxistinbûyinê ji holê rabe. 
 
Methê li ser başbûnê hatine gotin êdî têrê nake. Divê em tiştên nû bêjin. Di vê serdema ku nebaşî xwe bi aweyekî berfireh bi rêxistin dike de Abdullah Ocalan balê dikşîne ser civaka ehlaqî û polîtîk. Başî û bextewarî jixwe puxteya ehlaq e. Rastî têkildarî ehlaqê ye. Lêgerîna heqîqetê ya li derveyî civakê vala ye. Ez xweşikbûna li dijî civaka polîtîk û ehlaqî qebûl nakim. Xweşikbûyin polîtîk û ehlaqî ye.