Jin xwedî ked û hilberîna destan e!

  • 09:06 8 Kanûn 2017
  • Ked/Aborî
Lîlav Elî-Cudî Zêno
 
EFRÎN - Jina bi navê Eytan Abêd a ji gundê Maratê bi çêkirina cilên rêsî debara jiyana xwe  dike.
 
Di dîroka mirovahiyê de heta a niha jin her tim bûye xwedî ked û hilberîna destan lê belê zihnîyeta baviksalerî di hemû cih û waran de keda jinê winda kiriye 
 
Jina bi navê Eytan Abêde ku ji gundê Maratê yê herêma Efrînê ye, dest ji huner û afîrîneriya xwe bernedaye û di temenê xwe yê 45 salî karê çêkirina cilên rêsî dike.
 
Eytanê ji zarokatiya xwe de fêrî çêkirina cilên rêsî bûye, bi çêkirina cilên rêsî di dikaneke biçûk de debara jiyan a malbata xwe dike.  
 
'Ez ji bo pêşeroja zarokên xwe têdikoşim'  
 
Eytanê diyar kir ku ew ji bo pêşeroja zarokê xwe têdikoşe û wiha  got:" Ev bû 20 sal in ez karê çêkirina cilên rêsî dikim. Her wiha bû 12 sal in ez li gundê Maratê karê xwe dewam dikim. Ez bi vî karî debara xwe û zarokên xwe dikim."
 
'Jin êdî ji bo mafên xwe bêtir têdikoşin'
 
Eytanê di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Tenê karê mitbexê ne, her kar ji destên jinê tê. Her tim jin bi karê mal û xwedîkirina zarokan dihat naskirin lê belê piştî şoreşa rojava û belavbûna fikir û felsefeya Rêber Apo êdî jin ji koletî û zordariyê derket û mafên xwe hêdî hêdî qezenc dike. Jin êdî ji bo mafên xwe bêtir têdikoşin."