Jin xwedî ked û hilberîna destan e! 2017-12-08 09:06:10   Lîlav Elî-Cudî Zêno   EFRÎN - Jina bi navê Eytan Abêd a ji gundê Maratê bi çêkirina cilên rêsî debara jiyana xwe  dike.   Di dîroka mirovahiyê de heta a niha jin her tim bûye xwedî ked û hilberîna destan lê belê zihnîyeta baviksalerî di hemû cih û waran de keda jinê winda kiriye    Jina bi navê Eytan Abêde ku ji gundê Maratê yê herêma Efrînê ye, dest ji huner û afîrîneriya xwe bernedaye û di temenê xwe yê 45 salî karê çêkirina cilên rêsî dike.   Eytanê ji zarokatiya xwe de fêrî çêkirina cilên rêsî bûye, bi çêkirina cilên rêsî di dikaneke biçûk de debara jiyan a malbata xwe dike.     'Ez ji bo pêşeroja zarokên xwe têdikoşim'     Eytanê diyar kir ku ew ji bo pêşeroja zarokê xwe têdikoşe û wiha  got:" Ev bû 20 sal in ez karê çêkirina cilên rêsî dikim. Her wiha bû 12 sal in ez li gundê Maratê karê xwe dewam dikim. Ez bi vî karî debara xwe û zarokên xwe dikim."   'Jin êdî ji bo mafên xwe bêtir têdikoşin'   Eytanê di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Tenê karê mitbexê ne, her kar ji destên jinê tê. Her tim jin bi karê mal û xwedîkirina zarokan dihat naskirin lê belê piştî şoreşa rojava û belavbûna fikir û felsefeya Rêber Apo êdî jin ji koletî û zordariyê derket û mafên xwe hêdî hêdî qezenc dike. Jin êdî ji bo mafên xwe bêtir têdikoşin."