Li vî gundî jin dixebitin

  • 09:19 17 Cotmeh 2017
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR - Li gundê Ulamiş a Îzmîrê nanê ‘karakilçik’ ji detê jinan derdikeve û li ser tezgahan cihê xwe digire.  Li gundê Ulamişê hemû jin dixebitin û wiha dibêjin: “Li vir jin ji mêran pirtir dixebitin.”
 
Li gundê Ulamiş a Seferîhîsar a Îzmîrê  tehmên berê derdikevin holê û van rojan ‘nanê Karakilçikê’ li ser tezgahan cihê xwe digirin.  Nanê Karakilçikê yek tovên herî kev a gunde.
 
Tovê Karakilçikê ji aliyê şaredariya Ulamişê ve tê parastin û hilberîna wê tê kirin.  Şaredariya tovan hildiberîne li aş dihêrin û ji bo nan didin jinan.
 
Asiye Ozden ya nan çêdike diyar dike ku nanê karakilçikê gelek başe û wê hilberîna nan û tovê wê berdewam bikin.
 
Tov emanetê jinane
 
Asiye ya 7 sale hilberîna nan dike ev 4 mehe nan lêdixe û got: “Şaredariya me tovê wê dît û da me. Em jî nan lêdixin û difroşin. Gelek xwezayiye.  Genetîka wê nehatiye xerakirin.  Em çend nanan ji bo bifroşin ji bo tehmkirinê didin ber destê muşteriyan. Em kêrê dibirin û didin muşteriyan.  Em avafiringiya têdidin û didin muşteriyan.  Her kes diecibîne. Wek nanên berê ne. Kesên ji derve tên vî nanî digirin. Nan bi mehan di dolabê de dikare bimîne.”