Li vî gundî jin dixebitin 2017-10-17 09:19:33   ÎZMÎR - Li gundê Ulamiş a Îzmîrê nanê ‘karakilçik’ ji detê jinan derdikeve û li ser tezgahan cihê xwe digire.  Li gundê Ulamişê hemû jin dixebitin û wiha dibêjin: “Li vir jin ji mêran pirtir dixebitin.”   Li gundê Ulamiş a Seferîhîsar a Îzmîrê  tehmên berê derdikevin holê û van rojan ‘nanê Karakilçikê’ li ser tezgahan cihê xwe digirin.  Nanê Karakilçikê yek tovên herî kev a gunde.   Tovê Karakilçikê ji aliyê şaredariya Ulamişê ve tê parastin û hilberîna wê tê kirin.  Şaredariya tovan hildiberîne li aş dihêrin û ji bo nan didin jinan.   Asiye Ozden ya nan çêdike diyar dike ku nanê karakilçikê gelek başe û wê hilberîna nan û tovê wê berdewam bikin.   Tov emanetê jinane   Asiye ya 7 sale hilberîna nan dike ev 4 mehe nan lêdixe û got: “Şaredariya me tovê wê dît û da me. Em jî nan lêdixin û difroşin. Gelek xwezayiye.  Genetîka wê nehatiye xerakirin.  Em çend nanan ji bo bifroşin ji bo tehmkirinê didin ber destê muşteriyan. Em kêrê dibirin û didin muşteriyan.  Em avafiringiya têdidin û didin muşteriyan.  Her kes diecibîne. Wek nanên berê ne. Kesên ji derve tên vî nanî digirin. Nan bi mehan di dolabê de dikare bimîne.”