13 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • 17:21 25 Îlon 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Duh 13 kesên li Mêrdînê di serdagirtina malan de hatine binçavkirin, hatin berdan.
 
Duh di serdagirtinên malan ên li navçeyên Artûklû û Qoserê yên Mêrdînê tevî rêveberên kevn ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 13 kes hatin binçavkirn. 11 kes piştî karûbarên îfadeyê yên li fermandariya cendirmeyan bi dawî bû hatin berdan. Rêvebera kevn a DBP’ê Necla Kaya û Yasemîn Demîrkaya îro sewqî edliyeyê hatin kirin.
 
Yasemî Demîrkaya û Necla Kaya piştî karûbarên îfadeyê, bi daxwaza “kontrola edlî” sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê Yasemîn û Necla bi şertê kontrola edlî berdan.