Li Amedê ‘Projeya Perwerdehiya Ehliyeta Ajokariyê ya Jinan’

  • 18:14 25 Îlon 2024
  • Rojane
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi armanca ji jinan re qada nû ya îstîhdamê vebike û wekheviya zayenda civakî xurt bike Projeya Perwerdehiya Ehliyta Ajokariya Otobusan ên Jin da destpêkirin.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê  Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi armanca ji jinan re qada nû ya îstîhdamê vebike û wekheviya zayenda civakî xurt bike Projeya Perwerdehiya Ehliyta Ajokariya Otobusan ên Jin da destpêkirin.Ji aliyê Serokatiya Daîreya Veguhetsinê ya Sreokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve ‘Projeya Perwerda Ehliyeta Ajokariya Otobusan a  Jinan’ hat pêşxistin.
 
Bi projeyê tê hedefkirin ku ji bo jinan qada îstîhdamê bê vekirin û wekheviya zayenda civakî bê pêşxistin.
 
Çarçoveya projeyê de ji bo 25 jinên di navbera temenê 24-35’an de wê perwerdehiya ajokariya otobusê bê dayîn. Ji  bo 25 namzetên jin wê perwerdehiya teorîk, teknîk, pratîk û qadê bê dayîn. Serlêdan wê bi mulakatê bên kirin. Piştî jinan eylet girtin wê mehekê bi giştî 6 saetan perwerda pratîk-qadê bibînin. Lêçûana qursan jî şaredarî bide.