Li pêşiya NY’ê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

  • 19:08 25 Îlon 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya rûniştinê ya ku li Cenevreyê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, hatiye destpêkirin kete meha 45’an.
 
Çalakiya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 25’ê Çileya 2021’ê ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevre ya Swîsreyê hatibû destpêkirin, dewam dike. Di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye”,  her Çarşemê li qada Natîons ku Ofîsa NY’ê lê ye çalakiya rûniştînê tê lidarxistin.
 
Di çalakiya vê hefteyê de careke din bal kişandin ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 43 meh in agahî jê nayê girtin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê komîteya çalakiyê Ramazan Kizilkurt têkildarî tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan axivî. Ramazan anî ziman ku bi êşkenceya tecrîdê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê domandin re dagirkeriya Kurdistanê û temamkirina qirkirina gelê Kurd tê xwestin. Ramazan destnîşan kir ku ew ê weke Kurdistaniyên li Ewropayê heta pêkanîna azadiya Abdullah Ocalan û bidawîkirina êrîşên qirkirinê li qadan bi