Bertekên li dijî kirê: Xaniyê bi 800 TL bû 3 hezar

  • 09:05 30 Tebax 2023
  • Ked/Aborî
 
AMED - Piştî erdhêja ku navenda wê Mereş bû û bandor li gelek bajaran kir, bihayên kirê zêde bûn. Li Amedê ji ber bihabûna kirê welatiyan xanî nedîtin. Welatiyên neçar mane di xaniyên zirar dîtine de bijîn, diyar kirin ku  li gel krîzê erdhej jî ji xwe re kirin fersend û kirê gelek zêde kirin.  
 
Di encama Krîza aborî û encamên erdhêja ku di 6’ê Sibatê de navenda wê Mereş bû pêk hat, li hemû welat bihayên xaniyan û kirê zêde bûn. Yek ji bajarên ku di erdhêjê de xesarek mezindît jî Amed bû. Li Amedê welatiyan di alî dîtina xaniyan de zehmetiyên mezin kişandin û welatiyên li gorî butçeya xwe û xaniyên saxlem nedîtin, neçar man di xaniyên bi xesar de rûnên. Jinên Amedê bertek nîşanê kirêya ku zêde ye dan.
 
‘Divê ev zêdekirin bê rawestandin’
 
Hayriye Akman destnîşan kir ku lêçûna wê tenê ne kirê ye û gelek lêçûnên wê hene, got ku welatî nikarin debara xwe bikin û wiha dirêjî daye: “Perwerdeya zarokan heye. Lêçûna bazarê heye. Gel nikare ji binê vê rabe. Berê bavê min dixebitî û 8 zarok li malê bûn. Em 10 nifûs bûn.  Bavê min li 9 kesî dinêrî. Lê niha 9 kes dixebitin li kesekî nikarin binêrin. Êdî mirov nikarin mêvanek jî bigirin mala xwe. Ji ber kes nikare tiştekî bigire. Mirov nikarin kirê bidin. Cihê ku mirov biçinê tûne ye. Ma em biçin kû derê? Divê pêşî li zêdekirina kirê bê girtin.”
 
‘Pergalê em hemû perîşan kirin’
 
Yasemîn Mîran jî diyar kir ku di erdhêjê de xaniyê wê zirar nedîtiye lê piştî erdhêjê zêdekirina kirê bandorek mezin li wan kirine û ev tişt anî ziman: “Beriya erdhêjê em hatibûn xaniyê niha têde ne. Piştî erdhêjê kirê pir biha bûn. Bandor li me kir. Beriya erdhêjê kirêya min 800 bû, niha 3 hezar e.  Di erdhêjê de gelek xaniyan zerar dît. Ji ber vê kirê biha bûn û ji 10 hezaran dest pê dikin. Vê pergalê em perîşan kirin.”
 
‘Em di avahiyên bi xesar de rudinên’
 
Jina bi navê Fîdan Uçdag jî bertek nîşanê bihayê xaniyan da û bi lêv kir ku dewleê piştî erdhêjê soza dayîna kirê daye welatiyan û got soza xwe neaniye cih. Fîdanê  diyar kir ku kirê ji 5 hezar TL dest pê dikin û wiha vegot: “Sê zarokên min hene ez bi derfetên xwe li wan dinêrim. Diçim malan paqijiyê dikim. Kirêya xanî  3 hezar TL ye. Ez diçim pajiya malan rojane bi 300-500 TL. Gelo ev têrî çi dike. Zarok diçin dibistanê. Xwarina wan e, dibistana wan e. Kirê ye. Mirov niha li kolanan e. Mexdur bûne. Xanî bi xesarin. Mİrov di xaniyên bi hesar de rudinin.  Beriya erdhêjê bi 800 TL di kirê de bûm. Niha 3 hezar e.   Li gel krîza aborî erdhej ji xwe re kirin fersend û kirê zêde kirin. .”
 
‘Mirovan mirin dan ber çavan’
 
Jina bi navê Hulya Yaşa jî der barê mijarê de axivî û wiha nirxand: “Êdî kes nikare kirê bide. Rewşa herkesî ya aborî nebaşe. Mûçeyê asgarî têrî kesî nake. Her tişt gelek xerab bûye. Ji ber rewşa mirovan nebaşe di xaniyên bi xesar de rudinên. Kirê 5-10 hezare. Kes nikare bide. Malbat qelebalixin.  Mirov nikarin debara xwe bikin.  Ji ber vê jî neçar dimînin di xaniyên bi xesar de bijîn. Mirovan mirin dane ber çavên xwe.”