Bi rihê piştevaniyê karê xwe dikin

  • 09:02 30 Tebax 2023
  • Ked/Aborî
 
AMED - Jinên li Dîclekentê dijîn li dikana Safiye Çoban ava firîngiya çêdikin. Jinên ku xebateke komunal derdixin holê, bi rihê piştevaniyê alîkariya hev dikin.
 
Safiye Çoban 8 sal berê li Dîclekentê dikaneke ji bo çêkirina ava firingiya vekir. Xwest ku ev kar di bajar de bi piştevaniya jinan bidome. Jinên cîranên wê yan jî yên ku bi vî tiştî hisiyane tên gel Safiyeyê û bi hev re ava firingiya çêdikin. Safiye li dijî hişmendiya baviksalarî vî karî gelekî taybet dibîne û wiha dibêje: "Dema ku jin di hundir de dimîne dikeve hucreyeke tarî, lê belê bêguman di nav qulên dîwar de roniyek tê. Pêwîst e wê ronahiyê bişopîne û derbikeve. "
 
Di nav bajar de xebateke komunal
 
Safiye Çoban a ku 36 salî ye û li Sûrê hatiye dinê, 8 sal in ava firingiya çêdike. Safiyeyê anî ziman ku beriya karê ava firingiya karê tekstîlê kiriye. Safiyeyê behsa biryara karê çêkirina ava firingiya kir û wiha got: " 8 sal berê ez fikirîm û min got ev kar tenê di fabrîkayan de û di gund de çêdibe. Di nav bajar de tune ye. Min got ez di bajar de bikim. Jin bi vî tiştî qayîl in. Jin ji ber germê û paqijiyê naxwazin di mal de çêbikin ji ber vê yekê ev der ji bo wan rehetir e. Jin tên vê derê, li gorî xwestinên xwe,  ji xwe re ava firingiya çêdikin."
 
Çêkirina ava firingiya
 
Safiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir  ku firingiyên dikin ava firingiya, ji Qerejdaxê tên û wiha berdewam kir: " Pîqap diçe gund û li gor xwestinên jinan firingiyan tîne. Dema ku firingiyên wan tê, ez agahiyê didim wan û tên vir, firingiyên xwe distînin. Li vê derê rûdinin, dişon û hûr dikin. 2 rojan zuha dibe. Di roja sisiyan de firingiyê wan di makîneyê de derbas dibe û dibin malê. Piştre sê roj jî li ber tavê dimîne û ava firingiya amade dibe. Her tişt bi destê wan tê çêkirin."
 
'Ji bo jinan rêyek vebû'
 
Safiyeyê bal kişand ser xebata komunal û da zanîn ku ji jinan re rêyek vebûye. Safiyeyê destnîşan kir ku bi jinan re hem karekî komunal dikin û hem jî tên cem hev. Safiyeyê daxuyand ku jin ava firingiya ya fabrîkayan naxwazin û tên li cem wê ava firingiya çêdikin. Safiyeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Berê jin, ji gundan jî dihatin. Piştre makîne çûn gundan ew jî li wir çêdikin. Ez ji bo jinan karekî taybet dikim. Ev ji bo jinan pêşketineke li gorî min. Min tiştekî xweş nîşanî wan da."
 
'Jin jiyaneke dîl qebûl nakin'
 
Safiyeyê binê hişmendiya baviksalarî xêz kir û bi bîr xist ku li dijî vê hişmendiyê jin êdî hişyar in. Safiyeyê anî ziman ku jin dikare bi her awayî bixebite û her tiştî bike û wiha got: " Jin bila jiyanek dîl qebûl neke. Ev hişmendiya pergalê ye. Bila tu carî serî daneyne."
 
'Jin biguhere, derûdor jî diguhere'
 
Safiyeyê diyar kir ku dema jin diguhere, derdora xwe jî diguherîne û gotinên xwe wiha bi dawî kir: " Dema ku jin gavekê bavêje, gava dinê jî li pey wê dê bê. Bi hezaran jinan canê xwe feda kirine û nîşan dane ku ew dikarin her tiştî bikin. Dema ku jin di hundir de dimîne dikeve hucreyeke tarî, lê belê bêguman di nav qulikên dîwar de roniyek tê. Pêwîst e wê ronahiyê bişopîne û derbikeve. "