Ji Bazarê destvala vedigerin malê!

  • 09:03 29 Tebax 2023
  • Ked/Aborî
 
AMED - Jinên Amedê ku krîza aborî nirxandin, diyar kirin ku bi mûçeyê hatiye zêdekirin nikarin debara xwe bikin û gotin ku ji ber bihabûnê ew ji bazarê destvala vedigerin malên xwe.
 
Ji bilî bûdçeya mezin a ku ji bo şer hatiye veqetandin,  bihakirina berhemên xwarinê yên bingehîn, veguhestin, sotemenî û bacê pirsgirêkên aboriyê zêdetir dike. Her çend ku demsala havînê ye jî ji ber bihayê zebeş û fêki welatî neçar dimînin ku ji bazarê dest vala vegerin malên xwe. Li bazarên taxan herî kêm kîloya firngiyan 15 lîre, xiyar 15 û pîvaz jî 20 lîre. Kîloya fêkiyê ku herî zêde havînê tê xwarin  zebeş herî kêm  di navbera 15-20 lîre de diguhere. Jinên Amedî yên ku ji bo dan û stendinê derketin bazarê, bertek nîşanî buhabûnê dan.
 
'Her kes li gorî xwe biha diyar dike'
 
Süreyya Demirel da zanîn ku şert û mercên jiyanê gelek zehmet in û nikarin debara xwe bikin û pirsgirêkên aboriyê jî gelek pirsgirêkên din bi  xwe re anîne. Sureyya got, “Piraniya caran bi taybet jin şîdeta aborî dibînin. Her wiha zarok jî bê hizûr mezin dibin.  Bazar û sûk tevde biha ne. Her kes li gorî xwe biha diyar dike. Ez teqawît im erê, lê zêdekirina teqawidbûnê pir kêm e? Bila li bihayiya bazar û sûkê binêrin û mûçe jî li gorî wê zêde bikin. Tişta ku li mûçeyan hatiye zêdekirin em nikarin pê çeyreka tiştên divê bistînin."
 
 
Yekane çavkaniya debarê pincar e
 
Melek Ozdemîr a ku bi firotina pincr hewl dide debara xwe bike û di bin bandora krîza aborî de ye, diyar kir ku her tişt pir biha ye û her hefte biha dibe. Melekê got, “Nanê ziwa bi 12 lîre ye, kîsek ard 800 lîre ye, tenekeya rûn hezar lîre ye, tu kîsekî bi 500 lîreyî tijî dikî. Bi rastî jî ev krîza aborî bandorê zêde li me dike. Hûn dibînin, tenê debara min ev pincarê ku difiroşim. Ji bo xwedîkirina 6 zarokên xwe ev 25 sal in vî karî dikim, debara jiyanê gelek zahmet bûye.”
 
 
'Divê hem perwerde bibe hem bixebite'
 
Xwendekara zanîngehê Fatma Ayhan, diyar kir ku krîza aborî bandor li her aliyê jiyana wê kiriye. Fatmayê anî ziman ku ji bo lêçûnên xwe yên perwerdeyê dabin bike divê bixebite û wiha got: “Ez beşa Avahîsaziyê dixwînim , pênûs û kaxiz gelek biha ne û ez nikarim bistînim. Burs distînim, 200 lîre têr nake. Ger em hesab bikin, têra xwarinê jî nake. Ne em dikarin bixwînin û ne jî bijîn. Îro tu nikarî bi hevalê xwe re li qehwexaneyekê rûnê û çayekê vexwi, em nikarin pirtûkekê jî bikirin û bixwînin. Aborî gelek bandorê li min dike "
 
'Tiştek ji bo firotanê nehiştin'
 
Fatmayê bal kişand ser lêçûnên jiyanê û wiha dewam kir: “Bi 200 lîreyê ku em tên bazarê mirov nikare tiştekî bistîne. Kiryar tên cihê ku ez lê dixebitim, dibêjin her tişt biha ye. Erê, ew qas rast dibêjin ku ez nikarim tiştekî bibêjim. Lê em biha nakin. Zêdebûna benzînê heye ku bandora xwe li ser me jî dike. Fabrîka tune ye, li welêt pir hindik kargeh mane, tiştek nehiştin ku nefiroşin. Ne perwerde heye, ne dan û stendin. Her tişt pir biha ye."
 
'Bila dest ji vê zilmê berdin'
 
Welatiya ku nexwest navê xwe bide jî got ku kes êdî nema dikarin nanekî jî ji xwe re bistînin û ev tişt got, "Hin kes ji nava gelaşê nan derdixin û dixwin. Kesên di kirê de nikarin kirêya xaniyên xwe bidin. Ez 200 lîre tînim bazarê lê nikarib pê du sê pêdiviyên xwe jî dabin bikim. Bila destê xwe daynin ser wicdanê xwe û dest ji vê zilmê berdin. Tiştekî din ku em bibêjin nemaye."