Qeyrana aborî qada tendirustiyê difetisîne

  • 09:02 28 Tebax 2023
  • Ked/Aborî
 
AMED - Qeyrana aboriyê ya her ku diçe kûr dibe bandorê li ser derman û amûrên medîkal jî dike. Di derbarê mijarê de Şengul Barlik a bi karê medîkalê mijûl dibe wiha got: "Ew budçeya ku ji bo şer tê xerckirin, bila ji bo welat bê xerckirin."
 
Qeyrana aboriyê ya ku bi polîtîkayên AKP-MHP'ê derdikeve holê li Kurdistan û Tirkiyeyê pirsgirêkên cuda bi xwe re tîne. Qeyrana her  diçe kûr dibe li ser sektora dermanan jî bandorek mezin dike. Cudahiya bihabûna dermanan a sala 2021'e û vê salê balê dikşîne. KDV ya dermanan ji % 8'an derket ji % 10' an. Dermansaz Rojda Tokbolat û Şengul Barlik a bi karê medîkalê mijûl dibe di derbarê mijarê de nirxandin kirin.
 
'Ji ber kêmbûna îhaleyan nexweş mexdûr dibin'
 
Şengul Barlik ji sala 1983'yan heta niha di sektora medîkalê de dixebite. Şengulê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku sektora medîkalê bi îhaleyên kereseyan re karê xwe dimeşîne. Şengulê destnîşan kir ku heta niha îhale bi awayekî bazarî û pêşnîyazî dihat çêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Piştî avakirina nexweşxaneyên taybet êdî her medîkal kereseyên xwe li fîrmayên nexweşxaneyên taybet dide nîşandan, peyda dike. Nexweşxaneyên taybet gelemperî dixwazin kereseyên Amerîcanî bistînin. Lê belê ji ber ku pereyê dewletê tune ye, ji bo îhaleyan kereseyên tirkan bi kar tîne. Kereseyên tirk li Tirkiyeyê tê çêkirin lê belê maddeya wê dîsa li derve tê girtin. Ev jî pirsgirêkan derdixe holê. Ji ber ku ji derve tê girtin. Ji ber vê yekê gelek pirsgirekên me çê dibin. Pirsgirêka herî mezin kêmasiya îhaleyan e. Berê di salê de 3 an jî 4 îhalê dihatin çêkirin, lê belê niha yek tê çêkirin. Ji ber vê yekê jî nexweş mexdûr dibin.
 
'Nexweş ji ber bihabûnê naxwazin emeliyat bibin'
 
Şengulê bal kişand ser pirsgirêkên nexweşan û diyar kir ku nexweş naxwazin emeliyat bibin. Melekê daxuyakirin ku nexweş gelekî di nava fikarên aboriyê de ne wiha bi lêv kir: " Emeliyat ji 40.000 TL'yî dest pê dikin. Gel êdî tendirûstî daniye cihekî, zêdetir li ser starbûnê, wergirtinê difikirin. Sektora tendirûstiyê xera bûye. Kes nikare biçe nexweşxaneyên taybet, tev vala ne. Nexweşxaneyên dewletê jî kereseyan nabergirînê. Em jî niha nikarin tiştekî bikin. Nikarin kereseyan bidin."
 
'Budçeya şer bila ji bo welat bê xerckirin'
 
Şengulê daxuyand ku pêwîst e hikûmet demildest ji bo tendirûstî û pêdiviyên gel gavê bavêjê û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Ew budçeya ku ji bo şer tê xerckirin, bila ji bo welat û dibistanan re bê xerckirin."
 
'Di qeyranê de dermanxaneya xwe vekiriye'
 
Rojda Tokbolat jî 4 sal in dermanxane vekiriye. Rojdaya ku di sala 2019'an de, di destpêka qeyrana aboriyê de demanxaneya xwe vekiriye diyar kir ku bi zehmetî dermanxaneya xwe vekiriye. Rojdayê destnîşan kir ku di vê qeyranê de pirsgirêka herî pêşî sitandina ruxseta dermanxaneyê ye. Rojdayê wiha dirêjî da axaftina xwe: " Divê ji bo sitandina ruxsetê em pereyekî mezin ji pêş çavên xwe derbixin. Vekirina dermanxaneyê jî gelek bi mesref e. Xwendevan nikarin ji bin mesrefan rabin. Herwiha rewşa aboriya malbata xwendevanan jî nebaş be, qet nikare rabe."
 
Qeyran hem nexweşan hem jî dermansazan difetisîne
 
Rojdayê bal kişand ser qeyrana aboriyê ya ku li dermansazan bandorê dike û daxuyand ku her diçe qeyran mezin dibe. Rojdayê da zanîn ku cudahiya bihayê, wan û nexweşan tîne pêşberî hev û wiha berdewam kir: "Ji ber heqên kirêyên ku di qada dermanxaneyan de her diçe zêde dibe, ji ber mesrefên karkeran û enflasyonê gelek dermanxane bi îflasbûnê re rû bi rû dimînin."
 
'Nexweşên onkolojîyê nagihêjin dermanên xwe'
 
Rojdayê di dewamiya axaftina xwe de behsa îskontoya Saziya Giştî kir û da nîşandan ku ev îskonto girêdayî Saziya Ewheliya Civakiyê (SGK) ye û ji bo daxistina buhayê saz bûye. Rojdayê anî ziman ku hewce ye derman bi vê îskontoyê erzan bibin, lê belê ji ber zêdebûna kûra dowîzê wisa nabe. Rojdayê wiha bi lêv kir: " Fîrmayan ji ber vê yekê gelek dermanên xwe paş ve kişandin. Cudahiya ku bi kûra dowîzê re derdikeve holê ji nexweşan tê sitandin. Ew cudahiya bihayê yan ji me derdikeve, an jî ji nexweşan derdikeve. Niha li derveyi welat ji bo dermankirina onkolojiyê 'dermanên bi aqil' derketine holê lê belê nayên Tirkiyeyê ji ber vê yekê em jî di qada tendirûstiyê de li paş dimînin."
 
'Nexweş neçar dimînin ku dest ji sitandina dermanan berdin'
 
Rojdayê bal kişand ser polîtîkayên bi hincet û daxuyand ku pirsgirêkên di pêvajoya çêkirina dermanan de heta firotina wê derdikeve holê pêwîst e ku bi polîtîkayên zexmê bên çareserkirin. Rojdayê wiha pê de çû: " Niha kesên teqawît bûne di nava rewşeke gelek xirab de ne. Mûçeyê ku distînin têra wan nake. Herwiha di warê dermanên hewce ye ku bistînin de zehmetiyên mezin dikşînin. Di vê demê de jî nexweş an dest ji sitandina dermanên xwe berdidin an jî bi zor û zehmetî distînin. Ji ber vê yekê jî dermankirina nexweşiyan dikeve nava astengiyê."
 
'Pêwîst e li dijî pirsgirêkên gel çavên xwe negirin'
 
Rojdayê di dawiya axaftina xwe de behsa taybetmendiya tendirustiyê kir û destnîşan kir ku jiyanek xwediyê tendirustiyeke baş heqê hemû mirovan e û wiha dawî li gotinên xwe kir: "Pêwîst e qada tendirûstiyê pêşdetir be. Divê li dijî pirsgirêkên gel çavên xwe negirin û pirsgirêkan çareser bikin. Wisa nebe ev qeyrana dermanan roj bi roj dê zêde bibe."