Kedkara tûtinê: Ligel zehmetiyên kar zilma dewletê jî heye

  • 09:02 24 Tebax 2023
  • Ked/Aborî
 
 
AMED - Muzeyyen Demîr û Melîha Başkale li gundê Qîzlalê yê Navçeya Farqînê ya Amedê karê titûnê dikin. Muzeyyen Demîr a ku 40 sal in vî karî dike wiha got: "Em her roj saet ji 04.00'an de diçin ser zeviyê titûnê û heta saet 11.00'an an jî 12.00'an em li wir dimînin."
 
Titûna ku tim bi keda destê jinê tê hilberandin di meha tîrmehê de dest bi çinîna wê hat kirin. Jinên Farqînê di gulanê de dest bi çandina titûnê dikin û piştî du mehan jî niha titûnê berhev dikin û ziha dikin. Jinên karkerên titûnê saet di 04.00'ê şeveqê de dest bi berhevkirinê dikin û rojên wan ji xeynî navberên ji bo nan û avê tim li ser kar derbas dibe. Her wiha qeyrana aboriya ku roj bi roj kûr dibe bandorê li karkerên titûnê jî dike. Jinên karkerên titûnê ligel hemû zehmetiyan bi salan e vî karî dikin û ji xeynî karê titûnê jî tu alternatîfên wan tune ye.
 
Roja wê saet di 4.00'an de dest pê dike
Muzeyyen Demîr a ku li gundê Holê yê Batmanê ji dayik bûye, 40 sal in karkerê titûnê ye û destnîşan kir ku roja wê saet di 04.00'an de dest pê dike. Muzeyyenê balkişand ser zehmetiya karên gundan û wiha axivî: " Ev 40 sal in em vî karê titûnê dikin. Em her roj saet di 04.00'an de diçin zeviyê titûnê û heta saet 11.00'an an jî 12.00'an em li wir dimînin. Karên gunda zehmet e, hesîrî ye. Em hêsîriyê dibînin."
 
Pêvajoya karê titûnê
 
Muzeyyenê da zanîn ku di serî de titûnê li ser zeviyan berhev dikin û tînin yek bi yek bi bendikan re bi hevdu re girê didin. Muzeyyenê wiha behsa pêvajoya karê titûnê kir:" Em şeveqê diçin titûnê diçînin û piştre tên li bin vê siyê rûdinên, li vê derê bi hevdu re girê didin. Piştre jî hişk dikin. Carna em piştî hişkirinê dîsa nerm dikin û dîsa hişk dikin."
 
'Ji xeynî karê titûnê kar tune ye'
 
Muzeyyenê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser kêmasiyên derfetên Farqînê û wiha got: " Xizmet û xebatek li vir tune ye. Ji xeynî karê titûnê karek tune ye. Ajalên me jî tune ne, em xwedî bikin û debara xwe pê bikin, em tenê bi titûnê re mijûl dibin."
 
'Kedeke 30 salan'
 
Melîha Başkalê ya 70 salî jî wek Muzeyyenê karkera titûnê ye. Melîhaya ku ji gundê Dêrika Muqûrê hatiyê dinê 13 salî bûye, hatiye zewicandin. Melîhayê da zanîn ku piştî zewicandinê hatiyê gundê Qizlalê. Melîhayê destnîşan kir ku jiyana wê tim bi mijûlbûna kar û barên gund re derbas bûye û ev 30 sal in karê titûnê dike. Melîhayê wiha bi lêv kir: " Me berê şitil berhev dikir, ava me tune bû, me bi ava dixist tenekeyên rûn û me dixist ser herdu milê xwe û me şitil av dikir. Me erd cot dikir. Piştre me dest bi karê titûnê kir. Ewilî em titûnê av didin û mezin dibe. Piştre em tînin di şirîtan de bi hev girê didin û dihewînin. Pel û pel dikin destik. Me berê dibir fabrîkaya Vehbî Koç a 'tekelê', pênç qirûş pere nedida me. Li ber çavên me keda destê karkeran dişewitandin. Piştre me dest bi berhevkirina pembû û genim kir. Me gelek zehmetî kişand."
 
Ligel zehmetiyên kar zext û zilma dewletê
 
Melîhayê balkişand ser zext û zilma dewletê û daxuyakirin ku ligel zehmetiyên kar û bar jî leşkeran bi ser mala wan de digirt û agir bi gundên wan dixist. Melîhayê wiha pê de çû: " Diketin nav malan û lêgêrîn dikirin. Hesteyê wan bi wan re bû û mal dişewitandin. Mêrên gundê me berhev dikirin, dibirin dibistana gund û li wê derê bi copan li wan dixistin. Me gelek zehmetiya dewleta tirk û kar dît."
 
Qeyrana aboriyê bandorê li ser karê wan jî dike
 
Melîhayê balkişand ser qeyrana aboriyê û da nîşandan ku kiloya titûnê bûye 50 Tl. Melîhayê wiha behsa qeyrana aboriya ku li ser wan  bandorê dike, kir:" Kîloyek titûn 50 Tl ye, firingî bûye 25 Tl, kartol bûye 20 Tl. Di nav gel de xela heye. Em neçar in vî karê titûnê bikin. Em bi keda destê xwe bi zorî debara xwe û zarokên xwe dikin."