Ji KESK’ê çalakiya karberdanê: Zem, zilm, îşkence vaye AKP

  • 16:15 16 Tebax 2023
  • Ked/Aborî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - KESK’ê ji bo protestokirina teklîfa zemê ya îktîdarê ya di hevdîtinên TÎS’ê de, li seranserî welat çalakiya karberdanê li dar xist. Di çalakiyan de wiha hat gotin: " Ev teklîf, şertên hejariyê li me ferz dike. Henekên xwe bi me tevan dikin. Ev hêj destpêk e, em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li dijî teklîfa zêdekirina mûçeyan a îktîdarê ku dibêje di 6 mehên ewil ên sala 2024’an de dê ji sedî 14 + di şeş mehên din de ji sedî 9 û di sala 2025’an de jî ji bo 6 mehên ewil ji sedî 6 + ji sedî 5 zem were kirin, li seranserî welêt çalakiya karberdanê li dar xist. Di çalakiyan de kedkaran bertek nîşanî hikûmetê dan. 
 
Çalakî li Amed, Enqere, Mêrsîn, Antalya, Edene, Mêrdîn, Riha, Semsûr û Stenbolê hatin lidarxistin û kedkar daxwazên xwe bi çalakiyê anîn ziman. 
 
'Henekên xwe bi me dikin'
 
Endamên Platforma Şaxan a KESK’a Enqereyê li Qada Sakaryayê hatin ba hev. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl di çalakiyê de axivî û wiha got: “Li dijî teklîfa ewilî ya hikûmetê ku me tune dihesibîne, me jî hişyariya xwe ya ewil kir. Ev teklîf, şertên hejariyê li me ferz dike. Henekên xwe bi me tevan dikin. Ev hêj destpêk e, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo heqdesteke ku karmend bikarin jiyaneke mirovane pê bijîn, banga me ji bo hemû kedkarên cemaweriyê ye. Hedefa Banka Navendî ya enflasyona sala 2024’an ji sedî 33 û ya sala 2025’an jî ji sedî 15 e. Lê pêşniyara wan di bin vê de ma.”
 
Ji bo şer bûdçe heye lê ji bo kedkaran nîne 
 
Endamên Şaxa Sendîkaya Kedkarên Çapemenî Ragihandin û Postayê (Haber Sen) ya Amedê jî li pêşiya Navenda Kirariya Postayê (PÎM) ya li ser rêya Rihayê hatin ba hev û bertek nîşan dan. Kedkaran got ku ew jiyaneke mirovane dixwazin. 
 
Platforma Şaxan a KESK’a Amedê jî li Qada Deriyê Çiyê civiya. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, ode û partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. Her wiha Parlamenterên Partiya Çep a Kesk ên Amedê Serhat Eren û Adalet Kaya jî tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bûdçeyê ne ji bo şer, ji bo kedkaran veqetînin”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Zem, zilm, îşkence vaye AKP” hatin berzkirin. Her wiha pankarta “Mafê TÎS’ê yê bigrev, ji bo jiyana xebatê ya demokratîk têkoşîna me didome dê bidome” hate vekirin. 
 
Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Rê, Avahî, Binesazî, Avadanî û Tapu Kadastroyê (Yapi-Yol Sen) ê Amedê Siraç Çelîk axivî û got ku dê têkoşîna wan bidome. Piştre jî Hevseroka Şaxa SES’a Amedê Yildiz Orak Ok daxuyanî xwend û wiha got: “Ev hêj destpêk e dê têkoşîna me bidome. Serkeftin dê ya têkoşeran be.”