'Li dijî zihniyeta baviksalarî divê hemû jin bibin yek'

  • 09:06 16 Tebax 2023
  • Ked/Aborî
 
AMED - Zilfiye Kurt da zanîn ku jin ji ber hişmendiya baviksalarî nikarin xwe pêş bixin lê belê jin dema bibin yek tu tişt nikare rêya wan bigire û wiha got:"Li dijî vê zihniyeta desthilatdar divê çi dikeve ser milê kê bike. Divê her tişt hevpar bibe."
 
Jin bi hezar sal in li dijî hişmendî û desthilatdariyên xwedî zihniyeta baviksalarî li berxwe didin û têkoşînek mezin pêk tînin. Jinên li Kurdistanê li dijî hişmendiya baviksalarî roj bi roj li berxwe didin.  Ji van jinan yek jî Zilfiye Kurt e. Zilfiye 20 sal in wek dirûnkarekê hem debara malê dike û hem jî di mal de ji bo jiyaneke hevpar berxwedanekê dide. Zilfiyeyê wiha got: "Ez vê hişmendiyê qebûl nakim. Jin ji ber hişmendiya baviksalarî nikarin xwe pêş bixin. Lê belê gava ku jin bi hev re tevbigerin kesek nikare tiştekî bike. "
 
Piştî zewaca bi zorê bêtir li ber xwe daye
 
Zilfiye Kurta ku li Erxeniyê ji dayik bûye, ji ber karê bavê xwe, ji 8 salî şûndetir jiyana xwe li Rihayê dewam kiriye. Zilfiyeyê anî ziman ku ji ber qebiliyeta dirûnê wê dest bi dibistana hunerê kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Wê demê dibistana hunerê sê sal dikişand. Min du salan xwend lê belê nehat hiştin ku ez biqedînim. Min dîplomaya xwe negirt. Ez 15 salî bûm bavê min min zewicand. Ez 15 salî bûm ez ketim nav malê. Bavê min jî zû jiyana xwe ji dest da. Hevjînê min nikaribû kar bidîta, carna kar ji destê wî diket. Ez jî di cawkariyê de dixebitîm, piştre min ji xwe re dikana dirûnê vekir. Ez debara xwe bi vî karî dikim. Ev 20 sal in jî berdewam dikim. Min sê zarokê xwe da xwendin. Lêçûna malê tev li ser milê min bû. "
 
Zehmetiya xebata jinên xwedîzarok
 
Zilfiyeyê bal kişand ser zexta civakê û diyar kir ku dema ew kar dike carinan bi awirên derdorê rû bi rû dimîne û wiha dewam kir:" Servîs dihat, min digirt, hemû kesî li min dinihêrt. Wê demê jin nedixebîtin, piranî mêr bûn. Bi taybetî jî yên ku wek min xwedîzarok nediçûn. Min pir hewld da."
 
Xebata wê ya li malê jî heta derengiya şevê dewam dike
 
Zilfiyeyê da nîşandan ku dirûn ji bo wê gelekî karekî bi qîmet e û rojeke wê bê dirûn derbas nabe. Zilfiyeyê destnîşan kir ku wê di 60 saliya xwe de jî qebîlîyeta xwe ya dirûnê winda nekiriyê û wiha axivî: " Carna ciwan tên, ji min re cilên xwe tînin û difikirin ku ez nikarim bidirûm û piştre ez didirûm ew ciwan li min dimêyzînin. Gelek nexweşiyên min hene, tendirûstiya min nebaşe, lê belê ez rojekê jî neyêm vê derê, zêdetir nexweş dikevim. Ez ji şeveqê heta êvarê li dikanê me û piştre diçim malê. Li malê heta saet 01-01.30’ê şevê jî jî kar û barên malê dikim."
 
'Ez nexebitiyama zarokên min ê jî nexwendana'
 
Zilfiyeyê bal kişand ser hişmendiya baviksalarî û daxuyand jin pir di bin zextên zihniyeta baviksalarî de dimînin û wiha got:"Hevjînê min ji min re digot ‘te çima ev dikan vekir?’ û her roj bi min pev diçinî. Ji ber ku mêr nahêlin jin bixebitin. Dibêjin bila jin di hundir de bin bes e. Birçî jî bimînin bila di hundir de bibin. Wisa nabe. Ez nexebitiyama zarokên min ê jî nexwendana. Ez vê hişmendiyê qebûl nakim. Jin ji ber hişmendiya baviksalarî nikarin xwe pêş bixin. Lê belê gava ku jin bi hev re tevbigerin kesek nikare tiştekî bike.  Heger jin li cem hev nesekinin dê zedetir xirab bibe. Mêr çawa dixebitin, jin jî dikarin bixebitin. Divê her tişt hevpar be. Ji jinê re sekinandin tune ye. Mêr diçin li derve dixebitin û tên malê, jin nan çê dikin, cilan dişon, kar û bar tev li ser jinê ye. Pêwîst e ku wisa nebe. Divê çi dikeve ser milê kê bike. Her tişt hevpar bibe. Ez jî mirov im û ew jî mirov e çima her tişt bi tenê li ser milê min be? Ew li derve dixebite, ez jî dixebitim. Lê belê ez serde jî kar û barên malê dikim. Pêwîst e ku her tişt bi hev re bê kirin."