Beramberê xebata bi saetan 400 lîre ye!

  • 09:02 16 Tebax 2023
  • Ked/Aborî
 
MANÎSA - Jinên li Manîsayê rojane bi 400 TL li nav erdan dixebitin tiştên dijîn vegotin.
 
Bi hatina havînê re karkerên demsalî li erdan dest bi xebatan kirin. Çandina firingiyan, eşêf, çandina şitlan, paqijkirina erdan û karê bêewle ji aliyê mêran ve zêde nayên tercîhkirin û piranî xebatkarên li nav erdan jin in. Yek bajarê ku karkerên çandiniyê lê zêdene Manîsa ye.
Jinên rojane bi 400 TL dixebitin saetên sibehê yên zû de radibin û heta saetên herî germ yên rojê li nav erdan dixebitin. Jinan tiştên ku dijîn û binpêkirina kedê vegotin.
 
Jin tên xebitandin
 
Jina bi navê Gulîzar Tozan da zanîn ku sibehê saet di 05.00’an de radibin heta 14.00’an bi 400 TL dixebitin û wiha got: “Karê berhevkirina firiniyan jin dikin. Mêr li fabrîkayan bi sîgorte dixebitin. Yanî jin bê sîgorte dixebitin. Wekhevî tune ye. Jin hem li malê hem jî li nav erd dixebtin. Ez ji bo jinan azaidyê dixwazim. Bila jin bixebitin li ser piyên xwe bisekinin.”
 
‘Mêr karê malê nakin’
 
Jina bi navê Şare (Şadiye) Tozan jî wiha bi lêv kir: “Ev 30 sale li nav erdan dixebitim. Ez di her karî de xebitîm. Ez diçim malê vê carê karê malê dikim. Heta 2’ê şeve dixebbitim. Mêr di înşatan de dixebitin. Tên malê dibêjin em westiya ne. Li malê naxebitin. Dibêjin ev karê jina ye. Ma jiyan wisa dibe. Malbata min ji Mêrdînê koçî Manîsayê kiriye. Ji ber vê em bi çandiniyê re mijûl dibin. Em ne birçî ne lê xwezî warê me bûya. Li vir ne axa me ne xaniyê me ne jî bajarê me heye. Sîgorte tune ye.”
 
‘Hemû bar li ser milê jina ye’
 
Jina bi navê Remziye Aydemîr jî destnîşan kir ku 10 sale hatine Manîsayê û wiha dirêjî daye: “Dema em nû hatin em di kon de bûn. Piştre me xanî kirê kir. Me dest bi karkeriya çandiyê kir. Di kon de av tunebû. Jinan zehmetiyên mezin dikşandin. Min dixwest ku em li bajarê xwe bijîn. Lê ji ber kar em neçar man koç bikin. Em li vir 4 malbat di kirê de ne. Debar pir zehmet bûye.”
 
‘Di çandiniyê de yên qezenc dikin xwedîyê fabrîka ne’
 
Semîray Tarçin jî daxuyakirin ku debar pir zehmet bûye û ji bo lêçûna zarokên xwe derxe li nav erd dixebite û got: “Dema dibistan vebe pere têr nake. Em krediye didin. Li vir xwediyên erd jî qezenc nakin. Her tişt biha bûye. Em li nav erd ji 8 saetan zêdetir dixebitin. Em zarokên xwe yên biçûk bi xwe re tînin nav erd. Em li vir perîşan dibin.”