Gotin û fikar yek in: Em nikarin debara xwe bikin!

  • 09:04 15 Tebax 2023
  • Ked/Aborî
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Şeniyên Stenbolê bal kişandin ser buhabûn û qeyrana aboriyê û gotin: “Li Welat hevsengiya dahatê nemaye. Em êdî nikarin debara xwe bikin û bijîn.” 
 
Ji ber polîtîkayên şer ên îktîdara AKP-MHP’ê  qeyrana aborî her ku diçe kûr dibe û gel ber bi xizaniyê ve diçe. Her roj tişt buha dibin û li marketan etîket guherîn. Ji buhabûnê hemû beşên civakê bi bandor dibin. Her roja ku derbas dibe jî fikarên welatiyan mezin dibin. 
 
Li Stenbolê welatî ji ajansa me JINNEWS’ê re axivîn û bal kişandin ser rewşa xwe ya aborî. 
 
‘Li welat hevsengiya dahatê nîne’
 
Emîne Çakici bi mûçeya teqawitbûnê debara xwe dike û wiha dibêje: “Em êdî nikarin debara xwe bikin. Mûçeya teqawîtbûnê gelekî kêm û her tişt jî gelekî bûhaye. Li malê em 3 kes in û em vî mûçeyê îdara xwe dikin. Ez diçim marketê lê nikarim tiştekî bistînim. Em nikarin derkevin derve û em li malê rûdinên. Em nikarin pirtûkekî jî bikirin. Niha bûyahê fatûreyên ceyran, gaza xwezayî, avê û her wiha kirê zêde ye. Li welat hevsengiya dahatê nîne. Dewlemend dewletemtir dibin û xizan jî xizantir dibin.”
 
‘Divê gel serî rake’
 
Emîne daxuyand ku divê li welat edalet pêk bê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê edalet pêk bê, li cihê ku edalet nebe li vir wekhevî nabe û her tişt hildiweşe, aborî têk diçe. Her wiha zanebûn nîne û her kes jî ditirse. Li dijî vê yekê divê gel xwe birêxistin bike û serî rake.”
 
‘Dema dixebitim nikarim biçim zanîngehê’’ 
Meltem Oksuz ji bo zanîngehê hatiye Stenbolê di axaftina xwe de wiha bal dikişîne ser qeyrana aboriyê: “Ez li Stenbolê gelek zehmetiyan dikişînim. Cihê ku ez lê bimînim nîne.  Ez li yurdê dimam û min bursa xwe dida yurdê. Niha ji neçariyê ez li cem xizmên xwe dimînim.  Nifûsa wan jî qerebalix e û di şert û mercên ne baş de dijîn. Ez dixwazim ji xwe xaniyek bigirim lê derfetê min a aboriyê nîne. Ez dixwazim hem bixwînim û hem jî bixebitim. Lê ez nikarim herduyan bi hev re bikim. Dema dixebitim nikarim biçim dibistanê, dema diçim dibistanê jî nikarim debara xwe bikim. Ez gelek caran nikarim pirtûkan jî bistînim.”
 
‘Divê piştevaniya xwendekaran bê kirin’
 
Meltem, da zanîn ku qeyrana aborî bandorê li her kesî kiriye û wiha bi lêv kir: “ Her roj her tiştî bûha dikin. Divê dewlet tiştek bike û li dijî qeyranê bikeve nava hewldanê. Di dîroka Tirkiyeyê de serokek wisa nehat dîtin, serokê her kesî ji bo gelê xwe dixebite, lê serokê welatê me tiştek nake. Agahiya wê ji gel nîne. Dikare tiştek bike lê nake. Ez dixwazim piştevaniya xwendekarên zanîngehê bê kirin. Dema xwendinê û dema dibistan diqedînin divê piştgiriyê bidin wan kesan. Lê rastiyek heye dema em dibistanê diqetînin em bêkar dimînin.” 
 
‘Qeyran bandorê li tevahiya jiyanê dike’ 
 
Elîf Kiliç jî xwedevan e û derbarê qeyrana aboriyê de wiha nêrînê xwe anî ziman: “Li Tirkiyeyê niha qeyrana aborî heye û her ku diçe jî kûr dibe. Welatî êdî guherînê dixwaze lê belê pêk nayê. Ez niha tenê dikarim hewcedariyên xwe yên pêwist bikim lê ji bilî vê perê min terê nake. Tunebûnek wisa heye ku edî ez nikarim xeyalan jî bikim. Qabiliyeta me heye lê qeyrana aborî li hemberî vê dibe asteng. Em nikarin ji xwe pirtûkekî jî bistînin. Êdî wek luksek xuya dike. Divê çareseriyek bê dîtin. Divê kesên ku polîtîkayên qeyranê birêvdibin bên guhertin. Qeyrana aborî bandorê li tevahiya jiyanê dike.”
 
‘Ji qeyrana aboriyê re êdî bêjin bes e’ 
 
Gullu Taş, diyar kir ku qeyrana aboriyê di serî de li Tirkiyeyê û gelek dewletên din jî mijara sereke ye û wiha axivî: “Her roj buhayê her tiştî zêde dibe. Niha bazareke serbixwe heye û her kes li gorî xwe buhabûnê dike. Divê di serî de li dijî vê yekê bê rawestandin. Kolayek bûye 60, gelo tiştek wisa dibe? Di hilberînê de êdî gelek qels e, cotkar êdî nikarin hilberînê bikin. Nikarin toxim bistîne, nikare cot bike, bidirû û mazot buhaye. Dema wan lêçûnên xwe jê derdixe neçar dimîne ku buha jî bifroşe. Divê ji qeyrana aboriyê re bêjin edî bes e. Dibe ku dawiya me bişîbe Macarîstanê û pêşeroja me dê xeter be.”