Li dijî krîzê bi tiştên hildiberînin li ser piyan e

  • 09:03 9 Tebax 2023
  • Ked/Aborî
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Jinên li gundê Awyan a Geverê dijî, li dijî buhabûnê û krîza aborî ya giran, bi berhemên ji sewalên xwe digirin û sebzeyên diçînin jiyana xwe didomînin.
 
Ji ber krîza aborî şert û mercên jiyanê yên gel her diçe giran dibe û jinên li gundan dijîn jî bi berhemên ku bi destê xwe çêdikin û diçînin jiyana xwe didomînin. Li gundê Awyan a Gever a Colemêrgê, jin sebze û fêkî diçînin û ligel vê bi çêkirina penîr, mast, to debara xwe dikin. Jinên havînê vê çêdikin biharê jî bi pincarê ku kom dikin debara xwe dikin.
 
Jinên Awyanî zor û zehmetiyên jiyanê yên dijîn vegotin.
 
‘Min bi firotina şîr zarokên xwe mezin kir’
 
Memêhan Balîdag (70) da zanîn ku ji zarokatiya xwe de li vî gundî dijî û tu carê jiyana gund bi ya bajar naguhere. Memêhan wiha dirêjî dayê: “Em bi sebze û berhemên şîr ên bi destê xwe çêdikin debara xwe dikin. Em sibehê zû radibin diçin zozanan. 100 pezê min heye. Hemûyî bi tena serê xwe didoşim. Jiyana me tevî zor û zehmetiyan xweş derbas dibe. Em hemû jin kom dibin û diçin baxçeyan diçin zozanan. Bi baxçeyên xwe re eleqeder dibin. Em her tiştî bi hev re dikin. 11 zarokên min hene. Hevjînê min mir û min tenê li zarokên xwe mêze kir. Min şîr firot, min pincar û sebze firot û pê debara xwe kir. Her tiştê xwe em çêdikin û hildiberînin. Dema diçim bajar xwe nexweş hîs dikim.”
 
‘Her tiştî em bixwe çêdikin’
 
Fikriye Kina ya 45 salî jî daxuyakirin ku ev 56 sal in li vî gundî dijî û jiyana gund wan li ser piyan digire û wiha domand: “Ji ber hewaya gund em nexweş nakevin. Em bi saya karên gund li ser piyan e. Em sibehê zû radibin û sewalên xwe didioşin. Piştre em diçin gund û nanê xwe çêdikin. Em penîrê xwe mastê xwe çêdikin. Em hiriya pezê xwe diçin li çeman dişon. Em sê rojan tenê hiriyê dişon. Ji bo paqijiyê derman hene em lê dikin. Piştre em ziwa dikin. Piştre em dikin nivîn. Karekî zehmet e lê xweş e. Gund xweza ye, hewaya wê ava wê pir xweş e. Lê bajar ne wisa ne.”
 
‘Her tim buhabûn çêdibe’
 
Nuran Derînsu ya di temenê zarokatiyê de hatiye zewicandin jî got ji roja zewiciye bi sewalkariyê re mijûl dibin û wiha domand: “Jiyana me ya gund hema hema her roj wek xwe derbas dibe. Ji êvarê de em ji bo şivanan xwarinê çêdikin. Sibehê zû em diçin zonan. Em şîr didoşin û vedigerin gund. Carna ji navendê tên şîrê me digirin. Carna em bixwe dikin penîr. Em şîrê xwe dikin cemedankê. Em zivistanê bi kar tînin. Sala borî me şîr bi 15 TL'yî difrot îsal bûye 25 TL. Her roj zem tên kirin. Bihayê şîr jî zêde bûne. Mazot biha bûye. Li gund her tiştê xwe em bixwe dikin.”