Bêrîvan di bin dorpêça operasyon û qeyranê de ne

  • 09:04 8 Tebax 2023
  • Ked/Aborî
Rabia Onver
 
COLEMÊRG - Jinên li gundê Tiloran ê girêdayî Geverê ye û bêrîvantiyê dikin diyar kirin ku bingeha qeyrana li Tirkiyeyê polîtîkayên şer ên taybet in û gotin operasyonên leşkerî jî yek sedema vê yekê ye. 
 
Bêrîvanên li navçe û navenda Colemêrgê yên bi hatina biharê re derdikevin zozanan dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Di salên dawî de xwedîkirina ajalan a destên bêrîvan û gundiyan ji ber operasyonên leşkerî zehmet dibe. Xwedîkirina ajalan tenê jêderka debara bêrîvan û gundiyan e. 
 
Jinên li gundê Tiloran ê girêdayî Geverê ye û bêrîvantiyê dikin her roj bi kîlometreyan rê diherin û diçin zozanan. Bi rêya şîrê ji ajalên wan tê xwe xwedî dikin. Bêrîvanan dan zanîn sedema zehmetiya jiyana wan ji ber operasyonên leşkerî û bi vê re girêdayî qeyranan aboriyê ye.  
 
Buhaya şîr bi buhaya dolar la ketiye nava pêşbaziyê
 
Alime Zengin a serê sibehê zû radibe karê xwe dike şûnde ji bo dotinê xwe amade dike da zanîn ev 4 salên dawî ye dest bi bêrîvantiyê kiriye û got ew 50 mîhan xwedî dike. Dema hemû amadekarî diqedin serê sibehê saet di 09.00'an de li wesayitan siwar dibin diçin zozanan û saet ji 12.00'an de heta çaran şîr didoşin. Alimeyê wiha got:"Piştî gelek zehmetiyan a dotina şîr ji bo debara xwe em bikin em vî şîrî difroşin. Ji meha biharê heta meha havînê ya dawiyê em şîrê xwe dikin penîr an jî em şîrê xwe diparzînin û dixin petan û ji bo em zivistanî bikin mast em dixin sarincê. Dema em têra zivistanê şîr didoşin vê carê em dest bi firotina şîr dikin. Em lîtreya şîr a sala borî me bi 12 TL'yî dida niha em bi 25 TL'yî didin. 
Tenê debara xwe bi xwedîkirina ajalan dikin
 
Alimeyê bi lêv kir ku bi pereyê şîrê difiroşin kirêya wesayita ji bo bêrîvan herin zozanan û pereyê şivanan didin. Alimeyê bi lêv kir ku ji ber qeyranan aboriyê ew debara xwe pir bi zehmetî dikin û wiha got:"Di vê serdemê de debara malê gelekî zor e. Em debara xwe tenê bi xwedîkirina ajalan dikin. Bi şîr, penîr û mast em debara xwe dikin. Bigeha vê qeyrana aboriyê îktidar û dewlet bi xwe ye. "
 
Bertekên li dijî operasyonan
 
Alimeyê bertek nîşanî buhabûna her rojê kir û wiha pê de çû:"Ji deh rojan carekê buhabûn çêdibe. Îktidar hemî budçeya di destên xwe de dide çek, bombe, panzêran. Ger wiha nekira niha em ê ne di vê rewşê de ban. Sedema vê buhabûnê operasyonên leşkerî ne. Kar tune ye tenê operasyon heye. Ev gel dixe nava zehmetiyeke mezin. Li gundê me bi caran operasyon hat kirin. Em nikaribûn biçin mîhê xwe bidoşin. Êdî şivan jî newêrin werin zozanan. Bila dev ji buhabûna dikin berdin û operasyonan bidin sekinandin. Derdê mirovan ne şer e debar e. Bila ev operasyon bên sekinandin da ku mirov bikaribin debara xwe bikin."
 
Buhayê penîr ji 80 TL'yî derket 180 TL'yî
 
Nihayet Oren a 54 salî ya ku da zanîn ew ji roja hatiye dinê heta niha li Tiloranê dijî wiha got:"Wexta ez biçûk bûm min dest bi bêrîvantiyê kir. Ez hîn dewam dikim. Bêrîvantî xweş e lê belê aliyên wê yên gelekî zehmet heye. Berê me bi hespan dihatin zozanan me şîrê xwe li pişta xwe dikir. Lê ji ber niha wesayit hene em bi wesayitan diçin û tên. Em serê sibehê tên û em 4-5 saetan mîhê xwe didoşin. Em şîrê xwe dike penîr. Em vî penîrî hem zivitanî dixwin hem jî pê debara xwe dikin. Wexta serdema çêkirina penîr diqede em vê carê şîr ji makîneyê derbas dikin û em dohnê mîh û rûnê nîvişk jê derdixin. Em hem şîr dixin sarincê hem jî yên dixwazin em didin wan. Sala borî me kîloya penîr bi  80 TL'yî dida. Lê belê niha em bi 180 TL'yî didin. Kîloya şîr jî sala borî me bi 12-15 TL'yî difirot lê belê îsal em bi 25 TL'yî didin. 
 
Di her operasyonê de derketina wan a zozanan tê qedexekirin
 
Nihayetê da zanîn li tevahiya cîhanê xelayek heye û li tevahiya welat jî qeyraneke aboriyê heye û wiha domand:"Her roj hemû berhem buha dibin. Ji ber qeyran û buhabûn heye em jî ji bo debara xwe bikin em şîr û berhemên ji şîr tên li gor debara xwe bikin bi buhayekê didin. Nirxê berhemên em digirin her roja diçe dikeve. Her roj nirxê pereyê tirk dikeve. Êdî tu qîmeta pereyan nema. Her roj operasyonên leşkerî çêdibin û hemû pereyê vî welatî ji operasyonan diçe. Ji 20 rojî carekê operasyonê leşkerî li gundê me çêdibin û îşkenceyê bi şivanan dikin. Nahêlin bêrîvan herin zozanan. Her tên karê me zehmet dikin. Em dixwazin operasyon bi dawî bibin, em dixwazin hizûr bê vê dinyayê, em dixwazin ev buhabûn bi dawî bibe.