Mûçeya asgarî têr nake jin bêtir xizan dibin

  • 09:04 28 Hezîran 2023
  • Ked/Aborî
 
 
ÎZMÎR - Jinan diyar kir ku zema ji bo mûçeyê asgarî hêza girtinê zêde nake û di vê rewşê de herî zêde jin bi bandor dibin. Jinên bi mûçeyên pîrbûn û bîbûnê debarê dikin nîvê mûçeyê asgarî nagirin û xwendekar jî ji pêşerojê bi fikar in.
 
Di nîvê sala 2023’yan de mûçeyê asgarî wek 11 hezar û 402 TL hat diyarkirin.  Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Şoreşger a Tirkiyeyê (DÎSK) jî diyar kir ku divê mûçeyê asgarî di asta 17 hezarî de be. Komîsyona Çandinî û Aboriyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da zanîn ku divê mûçeya asgarî herî kêm 16 hezar û 250 bûna.
 
Jinan diyar kirin ku mûçeyê asgarî yê zêde bûye tu bandora wê tune û jin her diçin xizantir dibin. Jinên bi mûçeyên pîrbûn û bîhbûnê debarê dikin nîvê mûçeyê asgarî nagirin û xwendekar jî ji pêşerojê bi fikar in.
 
Jina bi navê Kadriye ku li bazarê 10 Sale cil û bergên zarokan difroşe wiha got: “Niha kara me ketiye. Krîzê bandorek mezin li ser jinan kiriye. Yên herî zêde bi bandor dibin jin in. Piranî jin ji hevjÎnan pere digirin. Ji mutbexê dibirin. Ewil xwarinê digirin piştre cil û bergan digirin. Pereyê tê dayîn têrî tu tiştekî nake.”
 
Mûçeyê asgarî têrî tiştekî nake
 
Jina bi navê Sultan ku nexwest paşnavê xwe bide ya 76 salî diyar kir ku bi mûçeyê pîrbûnê debarê dike û got: “Ez 2 hezar û 600 lîra digirim. Ez bi vî pereyî çi bigirim. Penîr bûye çiqas pere. Ez nikarim kirê bidim. Xaniyê min wek kulubeyek biçûk e. Ez nizanim mûçeyê asgarî çiqas e.”
 
’17 hezar jî kêm e’
 
Songul Dogan jî diyar kir ev demek betale û wiha bertek nîşan da: “Zema ji bo mûçeyê asgarî hatiye kirin jî bê bandore. Kirê bûne 8-9 hezar. Mûçeyê asgarî 11 hezar lê bi mîlyonan kes di bin wî pereyî de dixebitin. Mafên wan nadinê. Mûçeyê asgarî bibe 17 hezar jî têr nake.
 
‘Bi 5 hezaran debarê dikin’
 
Karkera malê ku nexwest navê xwe bide balkişand ser krîzê û got cudahiya navbera xizan û dewlemendan her diçe girantir dibe û got ew bi 5 hezarî ku ji hevjÎnê wî maye debarê dikin. 
 
Berrîn Ozan jî wiha got: “Kirê 7-8 hezarin. Ceyran, av înternet, ji 11 hezarî tenê hezar û 200 lîra dimîne. Gel bi vî pereyî debarê bike. Rewşa teqawîtan ji xwe zehmete. Tu titşek nayê girtin. Rewşa tu kesî nebaşe.”
 
Divê her kes têbikoşe
 
Gulay Uzun jî daxuyakirin ku wek mamosteyek sendîkayî têdikoşe û zema hatiye kirin jî têrî tu tiştekî nake. Gulayê got ew mamosteye lê tu şansê wan yê xwe pêş bixînin tune û got divê her kes li dijî vê rewşê têbikoşe.
 
‘Em bi fikarin’
 
Xwendekara zanîngehê Ilgin Sabun jî destnîşan kir ku rewşa enflasyonê mirovan dike fikaran û got ew dema pêşeroja xwe difikirin zehmetiyan dikişînin û fikarên wan hene.