Cejna qurbanê nêz dibe, welatî ji ber qeyranê nikarin tiştekî bigirin

  • 10:29 26 Hezîran 2023
  • Ked/Aborî
 
AMED - Jinên Amedî dan zanîn ji ber qeyrana aboriyê tu tiştek ne wekî berê ye û wiha gotin:"Ev qeyran ji her aliyê jiyana me zirarê dide me. Çareseriya qeyrana aborî encax bi guhertina vê hikumetê pêk were."
 
Li Tirkiyeyê ev demek dirêj e qeyrana aborî bênavber didome. Ji sedema polîtîkayên AKP-MHP’ê welatiyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di bin bandora qeyrana aborî de nikarin jiyana xwe bidomînin. Piştî hilbijartina 28’ê gulanê ya serokkomariyê ev qeyran roj bi roj kûrtir dibe. Qeyrana ku ev qas kûr bûye herî zêde bandorê li welatiyên xizan dike. Îktîdara AKP’ê ku ev 22 sal in li ser îktîdarê ye, ji bo çareserkirina qeyrana aboriyê tu gavên çareseriyê navêje û ji ber vê yekê welat her ku diçe ber bi xirabiyê ve diçe. Di heman demê de ji bo cejna qurbanê welatî ji ber qeyranê nikarin amadekarî, danûstandina xwe bikin.  
 
Jinên ku li Amedê danûstandinê dikin, têkildarî qeyranê de axivîn û gotin ji bo çareserkirina vê qeyranê pêwîst e ev hikûmet bigûhere.
 
‘Rewşa aboriyê pir xirab e’
 
Jina bi navê Medîne Erdal, anî ziman ku li Tirkiyeyê rewşa aborî qet nebaş e û jiyan ji bo wê gelekî dijwar bûye. Medîne, bertek nîşanê qeyrana ku kûr dibe da û wiha got: “Rewşa aborî pir xirab e. Hevjînê min naxebite. Du kurê min di malê de dixebitin û mûçeyên ku distînin jî têra me nake. Ez bi 70, 80 TL têm bazarê û nikarim erebeya xwe ya bazarê tijî bikim.”
 
 
Nikarin amadekariyên cejnê bikin
 
Medîne ya ku dayika 4 zarokan e, diyar kir ku di vê qeyranê de cejna qurbanê jî nêz dibe, lê ji ber vê rewşê nikare ji zarok û mala xwe re tiştan bistîne. Medîne, wiha berdewam kir: “Rewş qet nebaş e. Divê ji vê qeyrana aboriyê re çareseriyek bê dîtin û ev rewş biguhere. Ev qeyran ji holê rabe û em jî bikaribin debara xwe bikin.”
 
‘Qeyrana aborî bi taybetî bandorê li ser jinan dike’
Halîse Gur jî destnîşan kir ku ev qeyrana aborî herî zêde bandorê li ser welatiyên xizan dike. Halîse ya ku 15 sal in ji mêrê pê re zewicî cuda bûye, bi tena serê xwe jiyana xwe didomîne. Halîse ya di bin bandora qeyranê de dimîne, wiha axivî: “Ji ber ku jiyan ji bo min gelek zehmet bûye, bi meaşê bavê xwe jiyana xwe didomînim. Kîloyek xox bûye 50 TL. Ev qeyrana aborî bi taybetî bandorê li ser jinan dike. Mînak ev 15 sal in ez û hevjînê xwe ji hev cuda bûne. Bi taybetî min di vê mijarê de jî gelek zehmetî kişand. Heta niha ji min re tu nefeqe nehat dayîn û kar tune ye ku ez bixebitim. Ez bi mûçeyê bavê xwe yê karbes ve hem debara xwe hem jî ya malê dikim û ev jî gelek dijwar e.  Ji ber qeyrana aboriyê em zehmetiyên mezin dikişînin.”
 
‘Divê ev hiqûmet biguhere’
 
Jina bi navê Yasemîn Gezer jî diyar kir ku li bazarê her tişt roj bi roj biha dibe û destnîşan kir ku bi taybetî jî îktîdara AKP û MHP’ê di hilbijartinên 28’ê gulanê de bi lîstokan hilbijartin bi dest xistiye û Tirkiyeyê ber bi xirabiyê be dibe. Yasemîn, da zanîn ku piştî hilbijartinê her tişt zêdetir biha bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez aşpêj im, lê ez debara xwe bi zehmetî dikim. Kesên ku naxebitin çawa debara xwe dikin? Her tişt sê an jî çar qat bihatir bûye. Di her malbatekê de ger du an jî sê kes bixebitin, encax wê demê bi zorê dikarin debara xwe bikin. Mûçeya asgarî bû 11 mîlyar û qet têrê nake. Em ji her aliyê ve zehmetiya qeyrana aborî dikişînin û ji van zehmetiyan yek jî cejna qûrbanê ye. Piştî hilbijartinê em bi şev û roj dixebitin, lê dîsa jî em  nikarin amadekariya cejnê bikin. Ji bo me ne cejn e. Em di vê qeyrana  aboriyê de nikarin mêvanê xwe jî pêşwazî bikin. Rewş wisa xirab bûye ku divê em şev û roj bi hevre bixebitin. Ji ber qeyranê em neçar dimînin ku demdirêj bixebitin. Ji bo ku ji vê qeyranê re çareseriyek bê dîtin pêwîst e hikumet biguhere.”
 
Ji ber qeyranê nikarin cejnê pêşwazî bikin
 
Welatiya mexdûr a erdhejê ku navê xwe negot, diyar kir ku hemû tişt gelek biha bûye û ji ber vê yekê nikarin debara xwe bikin. Welatiya ku berê li Sûrê dijiya, ji ber şerê qedexeya derketina derve ya 2015 û 2016’an hikumetê xaniyên wê hilweşandiye û neçar maye ji mala xwe derbikeve. Welatiya ku ji ber pêkanînên cûr bi cûr ên hikûmetê mexdûr bûye, niha jî li semta Ofîsê jiyana xwe didomîne. Welatiya mexdûr, wiha pê de çû: “Em ji ber zext û zilma dewletê neçar man ku ji Sûrê derbikevin. Mala min hilweşandin û ez jî ji neçariyê hatim li Ofîsê bi cih bûm. Min ji xwe re xaniyên kirê girt û tê de dimînim. Piştî erdhejê jî jiyan ji bo me zehmetir bû. Erdhejê bandoreke dijwar li ser me kir û em 35 rojan neçûn mala xwe. Em niha jî di bin tesîra erdhêjê de ne. Bi taybetî di aliyê aborî de gelek kêmasiyan em dikişînin. Lawekî min tenê dixebite, lê diravên ku qezenç dike ji bo debara me têr nake. Cejn ji bo me nehatiye. Em ne dikarin ji xwe re kincan bikirin û ne jî amadekariyên cejnê bikin. Di vê qeyrana aborî de em nikarin cejnê jî peşwazî bikin.”
 
‘Kelecaniya cejnê tune ye’
 
Welatiya ku nexwest navê xwe bibêje, bi lêv kir ku mûçeya karbesî ji ber debara xwe bike têrê nake û wiha dom kir: “Kes nikare êdî tiştekî bikire. Demên berê tişt ev qas ne biha bûn. Niha her roj her tişt biha dibe. Niha cejn tê û ez nikarim şekir jî bistînim. Ji ber vê yekê jî kelecaniya cejnê tune ye. Ev qeyrana aborî bandorê li her tiştî kir.”