Welatî di bin siya qeyranê de cejnê pêşwazî dikin

  • 09:12 24 Hezîran 2023
  • Ked/Aborî
 
ŞIRNEX - Welatî îsal jî  di bin siya qeyrana aborî de cejnê pêşwazî dikin. Fîrdefs Poyraz a ku ji bo cejnê dan û stendinek kêm kiriye diyar kir ku wê ji bo çend tiştên biçûk 2 hezar TL daye. Fîrdefsê anî ziman ku ji bo malbeteke 3 kes pêdiviyên xwe yên pêwist bigire herî kêm 5 hezar TL divê. 
 
Qeyrana aborî ku her diçe kûrtir dibe bi taybetî piştî hilbijartinê derket asta herî jor. Li dijî zem û bihabûnê welatî nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn jî bikirin. Bi nêzbûna Cejna Qurbanê re welatî ji bo ku pêdiviyên xwe ya cejnê dabin bikin ketin nav liv û tevgerê. Malbatên ku di bin siya qeyrana aboriyê de ji bo cejnê amadekariyê dikin li dijî krîz û buhabûnê bi bertek in. 
 
Em jî bi Fîrdefs Poyraz re a li Cizîra Şirnexê ku çû ji bo xwe û 2 zarokên xwe dan û stendinê bik çûn sûkê. 
 
Fîrdefsê ji bo ku ji bo 2 zarokên xwe 2 pêlavan bistînê, 490 TL da. Piştî wê jî ji bo ku ji zarokan re kincan bistînê 570 lîre da û ji bo mêvanên ku wê bên porzbahiya cejnê jî bi 700 TL şekir û guz stendin. Fîrdefsê ji bo dan û stendineke biçûk Hezar û 570 TL xerc kir. 
 
Herî kêm 5 hezar TL dviê
 
Firdevsê ji pêdiviyên xwe tenê nîvên wan stend û vegeriya malê. Firdevsê, diyar kir ku ew ê di bin siya qeyrana aboriyê de cejnê pîroz bikin û got: “Min tenê kinc, pêlav, şekir, guz û mêwîjan re 2 hezar TL da.  Min hemû pêdiviyên xwe hîna nesitendine. Divê ez ê hê qûrban, şêrînahî û ji bo xwarinê jî hin tiştên din bistînîm. Gava ez wan jî bikirim bi giştî lêçûna min a ji bo cejnê  wê 5 hezar  TL derbas bibe. Par jî qeyrana aborî hebû û me zehmetî kişand. Lê par me ji bo hemû pêdiviyên xwe yên cejnê 2 hezar TL  xerc kiribû. Îsal her tişt ji 3 qatên xwe zêde bûye.  Em li malê tenê 3 kes in. Dîsa jî lêçûna me gelek zêde bûye. Malbatên ku ferdên wê zêde binê wê gelek zehmetî bikşînin. Lêçûnên wan wê gelek zêde be. Ji bo wan malbata dibe ku lêçûn 10 hezaran jî  derbas bike. Rewşa me her diçe xirabtir dibe.”