Şêniyên Stenbolê: Sedema xizaniyê hikûmet e

  • 09:02 11 Hezîran 2023
  • Ked/Aborî
Elfazî Toral 
 
STENBOL - Şêniyên Stenbolê ku li dijî xizaniyê têkoşîna jiyanê didin diyar dikin ku yekane sedema krîzê AKP-MHP ye û gotin desthilatdarî budçeye ji bo şer vediqetîne û gotin: “Em nikarin debarê bikin. Butçeyên ji şer re tê veqetandin em anîne vê rewşê. Min nan derbas kir, xanî wê tunebin em lê bistirin. Heke evv hikûmet biçe wê aborî baş bibe.”
 
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo rantê ji bilî xizaniyê tiştekî bi gel nade jiyîn, di encama polîtîkayên şer yên AKP-MHP’ê de krîza aborî her diçe giran dibe, mirov êdî nikarin nan bigirin. Bêguman yên herî zêde ji vê rewşê bandor dibin jin. Yên herî zêde xizanî û binpêkirinê hîs dikin jin in. Di encama van pirsgirêkan de jin tundiyê dibînin.
 
Bajarê xizan Stenbol
 
Yek ji bajarê ku herî zêde ji krîza aboarî bandor dibe bêguman Stenbol e. Hem nifûsa bajar hem koçberî, hem bihabûn, hem jî betalî di asta herî jor de tê jiyîn û polîtîkayên xizaniyên roj bi roj hîn bêtir zêde tê hîskirin. Welatiyên Stenbolê diyar dikin ku desthilatdariya 21 salî ya AKP’ê tu titşek nedaye gelan û gotin êdî bes e.
 
Şeniyên ku li Stenbolê der barê krîza aborî ya her diçe giran dibe de axivî.
 
‘Min nan derbas kir, xaniyekî ku ez lê bistirim tune’
 
Fatma Aymaz di tezgaha sîmîtan de av û dendikan difroşe û pê debarê dike. Fatma yek ji jineke li Stenbolê têkoşîna jiyanê dide ye. Fatma diyar dike ku sibehê zû radibe tezgaha xwe vedike û got: “Em nikarin debarê bikin. Kirê pir biha bûne. Xaniyê em lê runin tuneye êdî. Her tişt bihaye. Xwediyê xanî min derdixe. Ez nizanim çi bikim. Xwediyê xaniyan pir pere dixwazin. Ez ji ku bînim. Ez sibehê zû têm vir. Tiştek jî nayê firotin. Min êdî nan derbas kiriye. Danî tune em têde bistirin.”
 
‘Zarokê min nexweşe nikarim derman bikim’
 
Fatmayê got ew sê nifûs in û wiha dirêjî daye: “Zarokê min nexweşe. Rewşa aborî nebaşe ku em bibin derman bikin. Dewlet butçeyê ji şer re vediqetîne.  Rewş li holê ye. Sedema krîzê  jî eve. AKP-MHP di şer de israr dikin. Butçeya ji şer re vediqetînin em kirine vê rewşê. Gotin qedyaye. Em bi 15 kuruşên vir zikên xwe têr dikin. Kulubeyek min heye û ez hem e.”
 
Çareserî çûyîna desthilatdariyê ye
 
Fatma Bayer jî destnîşan kir ku yekane hêviya wê eve ku krîz û xizanî bidawî be û wiha dirêjî daye: “Dema yên ser me biçin wê ev aborî rast bibe. Hêviya min heye ku em bigihêjin pergala xwe ya berê.  Yên pereyan ji xwe re digirin, cot wesayîtan digirin  xaniyan digirin hene. Gel jî birciye. Yekane sedema krîzê kesên li ser me ne.”
 
‘Sedema krîzê deshilatdariye’
 
Bîrgul  Derînsu jî ev tişt bi lêv kir: “Ev welat bi demek xerab re rû bi rû ye. Gelek kes ne di ferqa vê de ye. Rewş qet nebaşe. Demek nêz de em ê hewcedarê Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) bin jî. Sedema krîzê polîtîkayên desthilatdariyê ne. Welatî di derdê xilaskirina rojê de ne.”
 
Bi mûçeyê asgarî debar tê kirin?
 
Saîme Dogan jî hêrs û bertekên xwe anî ziman û wiha daxuyand: “Krîz tenê bi kartol û pîvanê ne pêkane. Rabûne dibêjin kartol û pîvaz. Ev bihabûn êdî ji kartol û pîvazê derketiye. Tenê gotina wan ‘Welat ji dest diçe’. Welat bi ku de diçe? Kî welatê xwe dide? Em êdî bêzar bûne. Em nikarin zarokên xwe bizewicînin, em nikarin ji zarokên xwe re xanî bigirin. Xaniyên 300-400 TL bûne 4-5 trîlyon. Ez ji ku bînim. Bi mûçeyê asgarî debare tê kirin. Ez ji ku bînim. Xaniyek biçûk kirêya wê bûye 10 hezar. Bacên ji gel tên girtin li ku ne. Em çima evqas hewl didin. Ji bo xaniyekî min jiyanek û pêlavek me hebe. Ma em robot in.”
 
'Di dema AKP’ê de xîzanê zêde bû' 
 
Aysel Arsoy jî ku ji bo dan û standinê diçe manav diyar kir ku qevd bexdanoz û qevdek jî roka girtiye ji bo vê 50 TL daye û wiha  bertek nîşan da: “Krîza aborî bandor li ser hemû jiyanê kirin. Hêviya me eve ku sererast bibe. Ez ne aborîst im. Lê ez dizanim ku ez çi dijîm. Me tu dewrê de tiştekî wisa nejiya. Me dema AKP’ê de xizanî û evqas zem jiyan.”