'Em ê hesab bipirsin'

  • 13:57 1 Gulan 2023
  • Ked/Aborî
 
STENBOL - Bi dirûşma "ked a me ye pêşeroj a me ye" li Meydana Maltepeyê mîtînga 1'ê Gulanê hat lidarxistin. Bi dehhezaran kesî qad tije kirin û gotin ew ê vê îktidarê di 14'ê Gulanê de bişînin. 
 
 Li Stenbolê bi pêşengiya Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Yekitiya Hekîmên Diranan (TDB) û Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) mitînga 1’ê Gulanê tê lidarxistin. Mitîng bi beşdariya hêzên ked û demokrasiyê, Partiya Çepên Kesk li Qada Maltepeyê hat lidarxistin. 
 
Mitîng bi dirûşma “Ked a me ye, siberoj a me ye” pêk hat û piştî meşê bi deh hezaran karker û kedkar li qadê kom bûn. Bi deh hezaran karker û kedkar bi pankartên daxwazên wan li serê ye ketin qadê û gotin em ê hesab bipirsin. 
 
Dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat berzkirin
 
Ji bo erdhejzedeyan û kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan dirûşm hatin berzkirin. Her wiha dirûşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin. Di heman demê de jî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat silavkirin. Dirûşma "Em bi te re ne ey serok" hat berzkirin. Li dijî tecrîdê dirûşm hatin berzkirin û kesên li mîtîngê hêrsa xwe ya li dijî AKP-MHP'ê derxistin holê. 
 
Rojname negirtin qadê
 
Polîsan rojnameyên Yenî Yaşam û Oksijenê negirtin. Ji bo rojnamegerên girtî silav hat şandin. Jinan jî barîkat derbas kirin. Jineke bi cilê xwe yê kurdî hat qadê dirûşma "Jin im Kurd im li vir im" berz kir. 
 
Ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin. Dirûşmên "Şehîdên şoreşê nemir in" hat berzkirin. Mîting bi axaftinan bi dawî bû.