Wan ji bo 1’ê Gulanê amade ye!

  • 09:06 30 Nîsan 2023
  • Ked/Aborî
 
WAN - Ji komîteya Amadekar a 1'ê Guanê Fîgen Çolakoglu diyar kir ku wê li Wanê bi dirûşma ‘ji bo destpêkek nû;, ked ya me gotin ya me’ mîtînga 1’ê Gulanê pêk bînin û da zanîn ku wê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin.
 
1’ê Gulanê Roja Kedkara a Cîhanê nêz dibe û kedkar xwe amade dikin ku li her derê dakevin qadan.  Platforma Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê, Konfederasyona Sendîkayên Karkerêkn Şoreşger (DÎSK) a Wanê, Baroya Wanê, Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê, Odeya Bijîşkên Diranan,Yekitiya Odeya Endezyar û Mîmaran a Wanê (TMMOB) û Lijneya Koordînasyona Wanê amadekariyên xwe yên ji bo mîtîngê temam kirin.
 
‘Em ê hêzê bidin hêza xwe’
 
Li Wanê 1’ê Gulanê Roja duşemê bi dirûşma ‘ji bo destpêkek nû; ked ya me gotin ya me’ li Parka Aştiyê ya Musa Anter wê mîtîng pêk bê. Kedkar xwe amade dikin ku bi kortejan tevli mîtîngê bibin.  Ji Komîteya Amadekar a mîtîngê Hevseroka SES’ê Fîgen Çolakoglu diyar kir ku hemû amadekarî temam bûne û wiha got: “Em bi hêviya siberojên azad têdikoşin , kolanan tije dikin û kelecana vê dijîn. Em hemû gelê xwe vedixwînin mîtînga 1'ê Gulanê û em bang li gel dikin ku hêzê bidin hêza me.”
 
‘Bila bibe wesîleya azadî û demokrasiyê’
 
Fîgenê daxuyakirin ku ji hilbijartinan re demek kurt maye û bal kişand ser girîngiya hilbijartinan û got: “Em gel bi xepskirina maf,, binpêkirina kedê, tundiyê û qedexeyan re rû bi rû ne. Tevî van em têdikoşin. Lê ev têr nake. Li vê erdnîgariyê bi binçavkirinên cidî darbe li demokrasiyê xistin. Ev binçavkirin û zext nayên qebûlkirin.”
 
Ji bo mîtîngê vexwendin
 
Fîgenê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tevlibûna gel a Mîtînga 1’ê Gulanê gelek girînge û divê her kes li dijî bê edaletiyê dengê xwe bilind bike. Fîgenê got divê bi hev re têbikoşin, bi hev re bi ser kevin.