‘Ji bo desthilatdariya gel em ê li qadên 1’ê Gulanê bin’

  • 09:17 29 Nîsan 2023
  • Ked/Aborî
 
Melek Avci
 
ENQERE - Karkera tenduristiyê Reyhan Tufekçî ji bo 1’ê Gulanê bang li karkeran kir û got: “Divê dawî li binpêkirin û zextê bê, desthiladarî bikeve destê gel û ji bo vê jî em ê li qadên 1’ê Gulanê bin.”
 
Di 14’ê Gulanê de hilbijartin pêk tên û beriya wê 1’ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê ye.  Gelê ku bi salane bi binpêkirina sermayê xizan dibin, îsal di bin siya krîza aborî de diçin 1’ê Gulanê û hêza ji vir bigirin wê bibin 14’ê Gulanê ser sindoqan.
 
Endama Sendîkaya Karkerên Tenduristiyê ya Şoreşger û Karkerên Tenduristiyê (Dev Saglik-Îş) Reyhan Tufekçî  der barê 1’ê Gulanê û pirsgirêkên jinan de axivî.
 
Reyhanê diyar kir ku ji 1992’an heta niha wek karkera tenduristiyê dixebite, rewşa karekeran her tim zehmet bûye, lê ev 20 sale krîz girantir bûye. Reyhanê ev tiş diyar kir: “Sermayedar her çû çavsor bûn. Bi taybet di demên dawî de ji ser me hebûna xwe didomînin. Bifkirin mûçeyê asgarî biqasî kirê ye. Binpêkirin û xizanî her diçe giran dibe. Ger pêşî li vê neyê girtin rêxistinbûn tune be wê ev nesekine. Em hemû niha bi vî awayî ne.”
 
'Bar li ser milên karkeran hatiye barkirin'
 
Reyhanê wiha domand: “Desthilatdarî û sermaya her diçe êrîşî kedkar û karkeran dike. Em nikarin raporê jî bigirin.  Em li dijî saetên kar û mûçeyê kêm têdikoşin. Bar hemû li ser milê jinan hatiye barkirin. Di pandemiyê de saetên kar zêde kirin. Mûçe kêm kirin. Alavên parastinê nedan. Hemû bar li ser milên karkeran bar kirin. Me karker û kedkarên jin li dijî hemû pisgirêkan û ligel vê li dijî hawira serdest ya mêr têkoşîn da. Min kifş kir ku binpêkirina serdestiya mêr ne qedere û min riya têkoşînê dît. Li gorî min divê dawî li binpêkirin û zextê bê anîn û desthiladarî teslîmê gel bê kirin û ji bo vê jî em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin.”