‘Partiya Çep a Kesk wê butçeyê ji kedkaran re veqetîne’

  • 09:09 26 Nîsan 2023
  • Ked/Aborî
 
Rozerîn Gultekîn
 
STEBNOL- Namzeta Partiya Çep a Kesk Kezban Konukçu Kok der barê 1’ê Gulanê û sozên ku Partiya Çep a Kesk daye kedkaran de axivî û diyar kir ku butçeya ji şer re tê veqetandin wê ji kedkaran re veqetînin û got partiya wan ji bo kedkaran partiya herî rast e.
 
Kedkar di 1’ê Gulanê Roja Piştevanî û Kedê de xwe amade dikin ku têkoşîna xwe bikin yek û li qadan bên gel hev. 1’ê Gulanê îsal beriya hilbijartinê tê pîrozkirin û kedkar û karker xwe amde dikin ku bibin bersiva hilbijartinan û ji ber vê wê li qadan bin.
 
Namzeta herêma yekemîn a Stenbolê ya Partiya Çep a Kesk a  Kezban Konukçu Kok diyar kir ku qadên 1’ê Gulanê di alî ku kedkar bersivê bidin desthilatdariyê de gelek girîng e.
 
‘Dema rejîma yek mêrî biçe wê kedkar rehet bibin’
 
Kezbanê destnîşan kir ku 1’ê Gulanê roja piştevaniya bi kedkar û karkeran re  li hemû cîhanê tê pîrozkirin û karker daxwazên xwe tînin ziman. Kezbanê wiha got: “1’ê Gulana îsal di bin siya erdhêjê û coşa hilbijartinê de tê pîrozkirin. Em wek Partiya Çep a Kesk ji bo karker, kedkar, xizan, hemû bawerî, jin, Gelê Kurd û ciwan xwe di 1’ê Gulanê de daxwazên xwe zelal bînin ziman xebatan dimeşînin. Mînak erdhêjê bandorek mezin li ser xizan û kedkaran kir. Mirov bê çare man. Ji ber vê hilbijartin ji bo gelan bû mijara jiyanê. Ji rejîma yek mêrî xilas bûn nokteyek girîng li pêş me ye. Ji ber vê jî hilbijartin derfetek mezine. Dema rejîma yek mêrî têk biçe wê kedkar rehet bibin.”
 
Divê bi coşa 8’ê Adar û Newrozê dakevin qadan
 
Kezbanê diyar kir ku dîmenên di 8’ê Adar û Newrozan de peyama der barê encama hilbijartinê de dide û got: “Wê gel bi rihê 8’ê Adar û Newrozê dakevin qadên 1’ê Gulanê. 1’ê Gulanê beriya hilbijartinane. Wê kedkar bi daxwazên xwe li qadan bin. Kapîtalîzm dibe sedema binpêkirina kedkaran. Em wek Partiya Çep a Kesk ji bo çareseriya pirsgirêkan riya sêyem nîşan didin. Em ê vê rewşê di 1’ê Gulanê de carek din ji gel re vebêjin. Bidawîbûna binpêkirinê, di riya sêyem de derbas dibe.”
 
Wê butçe ji kedkaran re bê veqetandin
 
Kezbanê di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em projeyên xwe yên der barê kedkaran de di hevdîtinên bi wan re ava dikin. Der barê ewlehiya xebatê, garantiya  kar de polîtîkayên me hene. Partiya Çep a Kesk sozê dide karker û kedkaran. Karker ji wan daxwazan dikin. Der barê keda jinan de polîtîkayên me hene. Der barê mafê kedê de wê polîtîkayên me hebin. Butçeya ji şer re tê veqetandin wê ji bo kedkaran bê veqetandin.”
 
 ‘Ji karkeran eleqe pir mezine’
 
Kezbanê bi lêv kir ku Partiya Çep a Kesk ji ber samimiyeta nîşan didin hêviyê dide gel û wiha dawî lê anî: “Karker eleqeyek mezin nîşanê karkeran didin. Em li havzayên karkeran belavokan belav dikin, bi coşek mezin me pêşwazî dikin.Ligel vê gelek xebatên me hene.Guherîn tenê bi sindoqan ne pêkane. Divê têkoşîna gelan bidome. Ji bo welatekî azad ku mirov dikarin lê bijîn ez banga li hemû kesî dikin ku biherikin qadên 1’ê Gulanê.”