Abdullah Ocalan derbarê kedxwariyê de çi got?

  • 09:21 25 Nîsan 2023
  • Ked/Aborî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî kedxwariya pergala modernîteya kapîtalîst, kedkar di 1’ê Gulanê de dadikevin qadan, nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çavkaniya kedxwariyê nîşan dide.
 
Ji Cejna Ked û Piştevaniyê re çend roj mane, karker li her derê xwe amade dikin ku dakevin kolanan. 1'ê Gulanê dê îsal bi atmosfera hilbijartina 14'ê Gulanê bê pêşwazîkirin. Karker-kedkar wê bi dirûşma "Ked a me ye, pêşeroj a me ye" dakevin qadan. Nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên di parêznameyê de heyî roja me ya îro ronî dike.
 
Dijberiya kapîtalîzmê ya ekonomiyê
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de wiha bal kişand ser pergala kapîtalîst a ku li ser krîzên aboriyê li ser piyan dimîne: "Mirov krîzên aboriyê tenê dikare bi awayekî rave bike. Ew jî di nasnameya dijminê sondxwarî yê ekonomiyê û dijberê wê de ye. Hinek caran tê gotin; ji ber hilberîna zêde krîz çêdibin. Li aliyekî dinyayê mirov ê ji birçîna bimirin, li aliyê din jî wê hilberîna zêde hebe! Dijberiya kapîtalîzmê ya ekonomiyê herî zêde di van rewşên bi zanebûn çêkirî de, ispat dibe. Sedem gelekî eşkere ye: kara yekdestdariyê. Ji ya ku hema bêje belaş hildiberîne, para ku ji hêzên kedkar re hiştî, dema têra kirînê nake, xwedêgiravî pêsîrtengî çêdibe. Ya rastî, çêdikin. Di vê rewşê de kîjan rahibê sexte, ya rastî kîjan qaşo ekonomîst di hewarê de tê? John Maynard Keynes! Çi dibêje? Dewlet bila lêçûnan zêde bike. Çawa? Hêza kedkaran a kirînê zêde bike! Krêtiya lîstikê bi tevahî çawa derdikeve holê? Ji aliyekî ve tu yê bi destê xwe bêrîka wî vala bikî, ji aliyê din ve jî dîsa bi destê xwe bêrîka wî ya din tijî bikî! Eşkere, em bi têkiliyeke polîtîk re rûbirû ne. Ji bo çalakiya hêzên demokratîk li hemberî şaristaniyê were şikandin pêşî birçî dihêlin. Piştre kengî lava dikin, zikê wan têr dikin. Em bi taktîkên berê yên şer re rûbirû ne: eger tu dixwazî gelekî, bajarekî teslîm bigirî, divê pêşî tu dor lê bigirî, tu yê birçî bihêlî! Paşê di berdêla teslîmgirtinê de tu yê zikê wî têr bikî!"
 
Artêşa bêkaran
 
Abdullah Ocalan da zanîn ku kapîtalîzm weke sîstem ji bo ji nirxê zêde rêjeya kara digire mezin bike timî neçar e ku artêşeke yedek a bêkaran di destê xwe de bigire û wiha bi lêv kir: "Eger tinebe jî neçar çêdike. Bêkarî pêvajoyek e ku bi zanebûn tê çêkirin. Heywan û nebatên ji rêzê jî bi kêr tên, çawa dibe ku hebûneke mîna mirov bêkêr were hiştin û bêkêr were kirin? Mînak morî bêkar dibe? Eger morî jî bêkar nabe, gelo hebûneke mîna mirov pêşketî çawa bêkar dibe? Di gerdûnê de ji têgîna bêkariyê re cih tineye. Lê weke berhemeke ji rê derketî ya mejiyê analîtîk, fena çalakiyeke herî hov a jiyana civakî, bêkariyeke lihevçêkirî tê afirandin û di rojevê de aktîv tê hiştin. Ti bûyer bi qasî ‘bêkariyê’ nikare rûyê dijmintiya dijwar a sîstema kapîtalîst li hemberî jiyana ekonomîk derxe holê. Di rejima firewnan de ku em gelekî rexne dikin, cih ji têgîna ‘koleyê bêkar’ re nîne. Çawa ku firewnê bêkar nabe, kes li koleyê bêkar jî nafikire. Koleyek her tim nirxekî xwe û karekî xwe hebûye. Bi tenê di kapîtalîzmê de bêkarî, ango dijmintiyeke yeman a ekonomiyê heye."
 
Dijminatiya jinê 
 
Abdullah Ocalan wiha bal kişand ser dijminatiya kapîtalîzmê ya li hemberî jinê: "Kapîtalîzm dijminê jinê ye ku jin hêza sereke û afirînera ekonomiyê ye. Me di tevahiya analîza xwe de hewl da ku ispat bikin; cihê jinê di jiyana civakî û nirxê ekonomîk de li asta bilind û yekemîn e. Çawa di tevahiya dîroka şaristaniyê de jî wisa bû, di qonaxa şaristaniya kapîtalîst de rastiya‚ ‘jina ji ekonomiyê hatî kirin‘ dema herî bê rehm dibîne. Ev yek veguheriye nakokiya civakî ya herî kûr û balkêş. Pirraniya jinan bê kar hatine hiştin. Tevî ku karên malê, karên herî zehmet in, pênc quriş nirxê karê malê tineye. Dîsa zarokanîn û mezinkirin karên herî zehmet in, ne tenê qîmeta xwe nînin, her wisa weke bela têne dîtin. Hem erzan e, bêkar e, makîne ye zarokan tîne û bi hezar zehmetiyî wan mezin dike, hem jî heqdest nagire û bi ser de jî gunehkar e! Di tevahiya dîroka şaristaniyê de jin li zemînê herî jêr hatiye bicihkirin. Lê ti sîstemê bi qasî civaka kapîtalîzmê nikarîbû bi awayekî sîstematîk hêza îstîsmarê pêşde bibe. Vê carê jin ne bi tenê di zemînê jêr de li tevahiya qatan objeya newekhevî, neazadî û nedemokrasiyê ye! Ya hînê xeternak ew e ku bi awayekî bi ti dema dîrokê re qiyasa wê nebe, bi dijwarî û şîddeteke nedîtî desthilatdariya civaka cinsiyetperest, heta bi organên mahrem ên mirov daxistiye, zêde kiriye, jin kiriye îndustriyeke seksê, êşkence li tevahiya tebeqeyên civakê belav kiriye û ‘civaka serwer a mêr’ di dema şaristaniya kapîtalîst de mezin kiriye, mîna ku ji ‘ekonomostanê’ ji kirdara afirîner a ekonomiyê tolê hilîne, dijmintiya xwe ya jin û ekonomiyê li her dever û mekanî ispat dike!
 
Borsa, kur, faîz çawa tê bikaranîn? 
 
Abdullah Ocalan di pirtûka 2'yem a Şarîstaniya Kapîtalîst de wiha bal dikişîne ser borsa, kur û faîzê: "Kapîtalîzm li asta herî jor di qonaxa dawî ya globalbûna ekonomiyê de bi lîstikên pere-kaxizan ên mîna ‘borsa, sened û faîzê’ yên xistine piyaseyê, dijmintiya xwe û bêeleqitiya xwe ya bi ekonomiya rastî re, fena ku di çavê tevahiya civakê re rake, piştrast dike. Di ti dema dîrokê de ekonomî ev çend bi lîstikên kaxizan veneguherîbû sîstemeke feraziyeyê. Ekonomî weke şaneya herî nazik a civakê hatiye qebûlkirin û timî pîroz hatiye pejirandin. Jixwe peyva pîroz-qûtsî heta dema civaka Sumeran diçe û têkiliya xwe bi gotina ‘qût’ re heye. Pirsgirêka qût weke pirsgirêkeke pêştirîn hatiye dîtin û her hewl dane wê çareser bikin. Di tevahiya dînan de tefsîreke ekonomîk heye ku mirovan ewle bikin. Cejn û roşan weke demên bi bereket an jî derketina ji krîzan têne bîranîn... Bêyî kedê bide, bi lîstina buhayên sened, faîz û nirxên peran, di nava saetan de li qada global bi mîlyaran dolar (pereyê global) dest diguherîne. Mirov nikare sîstemeke ev çend li dijî ekonomiyê tesewir bike, ango transfera peran bi vî rengî dijberiya ekonomiyê ye. Di demekê de ku nîviyê mirovatiyê li sînorê xizanî û birçîbûnê ye, ev têne kirin. Ji vê qonaxa dawî ya kapîtalîzmê re serdema fînansê jî tê gotin. Wexta mirov vî rûyê wê jî dibîne, mirov dikare bi hêsanî bibêje ku çiqas sîstemeke bêkêr e, hewce nake, li derveyî ekonomiyê ye û dijminane ye. Jixwe ev jî têra xwe tê dîtin."
 
Qeyran...
 
Abudullah Ocalan destnîşan kir ku kapîtalîzmê dest avêtiye du qadên bingehîn ên ekonomiyê qadên hilberandin û serfkarî û got: "Bi vî awayî pêdiviyên rastî yên civakan mîna xwarin, lixwekirin, cihûwar û gerê bi polîtîkayên hîç eleqeya xwe nîne tenê ji bo kara xwe maksîmîze bike dimeşîne û weke me berê gotî bi krîzên lihevçêkirî yên hilberandin û serfkariyê rastiya van herdu qadan ji binî ve xira dike. Keda mirovatiyê li hin qadan tê dayîn ku ti têkiliya xwe bi hilberandin û serfkariyê re tineye yan jî weke hewcedarî lezgîn û pêştir nînin. Berevajî, gelek ji van ji mirovatiyê re bi tehlûke ne. Eger mirov ji van çend mînakan bide, em ê pêşî behsa sîlehên nukleerî bikin ku gihiştine asteke gelekî bi tehlûke, razandina sermayê ya çavkaniyên enerjiyên karbonê derdixînin ku ji ber kara zêde hawîrdorê dibin felaketê, cotkariya genetîka wê hatiye guhertin, teknolojiya fezayê, razandina sermayê ji bo çûnûhatina deryayî, bejahî û hewayî tevî ku gelekî buha ne, herweha rê li ber qirêjbûnê vedikin, ji ber dînîtiya modeyê sermaye tê razandin û ji heman malî bi sedan versiyonên wî bê hed û hesab têne hilberandin, mirov wisa dikare gelek mînakan bide. Li aliyekî, li qadên bêkêr û dînîtî ne, komên mezin ên alavan ji ber tinebûna pereyan nayên kirîn û di cihê xwe de dirizin, li aliyê din, komên mirovan ên nikarin bikirin ji birçîbûn û nexweşiyê dişkên. Artêşên bêkartiyê! Şêweyê ekonomîk ê jêre dibêjin kapîtalîzm, xirabî û dijminatiya ti şer û felaketa xwezayî di dîrokê nekirî, bi civakên mirovan kir. Hem jî dema ev kir pê li rehên ekonomiyê yên can didin wê kir, ew tengav kirin, qetandin û rehên li hevçêkirî pêve kirin."
 
Qutbûna civak û dîrokê
 
Têgînên bûrjûwa û proleteryayê jî wiha şîrove dike Abdullah Ocalan: "Di çarçoveya ekonomîk de çêkirina têgînên weke kar û heqdestê û di çarçoveya civakî de jî têgînên bûrjûwa û proleter ji bo ravekirina vê sîstema bi dinya me ketiye, şêweyekî pozîtîv ê zanistkirina wê ye, û ev gavên pêşî ne têne avêtin. Mîna ku proleter bi serê xwe nirxa kedê diafirîne, paşê jî sermayedarê bi awayekî mîna xwediyê wî ye, berdêla pere û amûrên xwe yên din ji vê nirxê weke kar distîne. Yên bi vê tespîtê radibin wê weke hukmekî zanistî datînin holê û ev helwest bingehê ekonomîzmê ye. Herhal têgihiştina reduksiyonîst a ekonomîk ev e. Fikreke bi vî awayî ji ravekirina nirxê ya ji erkên siyasî, civakî û dîrokî qut bi serê xwe pirsgirêk e. Eger em karker û sermayedar weke xwedê mezin bikin jî nirx û qîmet bi vê têgihiştinê çênabe. Xisletên civakî-dîrokî yên nirxên ekonomîk gelekî zelal in. Jixwe bi sedema ku mirov zêdeyiyan diyarî hev dikin û wan pîroz dibînin, destpêkê bi hev guhertina nirxan jî şerm dibînin. Hînê jî ti cotkar nabêje; ‘ez vî zadî çêdikim’ hînê jî cotkar dibêjin; ‘Em bi malê pêşiyên xwe debara xwe dikin’. Jixwe gotina hin cotkaran a weke ‘Mala Xwedê ava em bi dayîna wî debara xwe dikin’ pir eşkere nîşan dide ku ew ji çavkaniyê çi fêhm dikin û ew bi vê gotinê xwe ji qaşo ‘zanistê’."
 
Dayik û proleterek
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da zanîn ku ku dayikek, proleterekî neh mehan di malzaroka xwe de hildigire û bi hezar zehmetiyan wî tîne dinyayê, baş e, em ê berdêla keda vê dayikê çawa bi nav bikin? û dibêjê: "Amûrên hilberînê yên bi daneheva hezaran salan çêbûne û sermayedaran ew dizîne, em ê çawa xwedîtiya wan û para wan diyar bikin? Em ji bîr nekin ku ti malê li bazarê tê firotin nirxa wî ya firotinê ya rastî nîne. Vedîtina teknîkî ya karxaneyekê berhema afirîner a bi hezaran kaşifî ye. Em ê nirxê van çawa diyar bikin û bidin kê? Eger mirov bi tevahî bê exlaq nebe ma mumkine para van a civakî ji nedîtî ve bê? Ma mirov van nirxên civakî û dîrokî di nava du kesan de par ve bike çiqasî bi têgihiştina li dadê re li hev dike? Jixwe malbat û derdorên van herdu kesan jî hene. Îcar malbat û civaka ev herdu kes parastine, ma hîç heqê van li ser wan nîne? Em hînê jî dikarin pirsên no zêde bikin. Lê evqas bi xwe jî têrê dike ku nîşan bide dualîteya kar-heqdestê çiqasî pirsgirêk e."